Di pêvajoya ku li ser perwerdehiya ziman niqaş tên kirin û tê xwestin ku kurd dersa kurdî hilbijêrîn rojnameya Xwebûnê ku bi kurdî weşanê dike û muzîka kurdî asteng kirin. Di 28’ê çileyê de Saziya Zanistiya Teknolojiyê û Ragihandinê, malperên dijital ên 8 saziyên ragihandinê bi hinceta “ewlehiya netewî û parastina sazûmaniyê” asteng kir. Saziya Ragihandinê Ajansa NuJinha, rojnameya Xwebûn, Yeni Yaşam, Alinterî, Yenî Demokrasî, Komun Dergî, Kizil Bayrak û Umut asteng kir. Têkildarî zextên li ser kurdî endama Komîsyona Zimanê Kurdî û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Aşye Surucu pirsên me bersivand.
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Aşye Surucu, têkildarî zextên li ser ziman û muzîka kurdî û polîtîkayên AKP’ê yên li dijî çand û zimanê kurdî anî ziman ku polîtîkaya înkarê didome û xwest her kurd malên xwe bikin dibistan.
‘Pergal dijminantiya kurdan dike’
Surucu astengiya li ser malpera Rojnameya me Xwebûnê û li ser çapemeniyê şermezar kir û wiha got: “Îro dema em li rewşê pergala desthilatdar dinerin, bi yek awayî dijminantniya kurdan dike û kurdan înkar dike. Qedexeya Rojnameya Xwebûnê û stranên kurdî yên ku ciwanan li kolanê Stenbolê stran mînaka vê yekê ya şênber e. Îro dema em li Rojnameya Xwebûn dinerin, bi zaravayê kurmancî û kirmanckî weşanê dike. Rojnameyek heftane ye. Bi zimanê kurdî, jiyana kurdan êş û xweşiyên kurdan parve dike. Lê di şevekê de ev rojname bi biryara serokkomariyê hat astengkirin.”
Bi AKP û MHP’ê re politikaya înkarê gihiştiye asta jorîn
Surucu, li ser polîtîkayên AKP û MHP’ê yên li dijî ziman û çanda kurdan jî rawestiya û got: “Li aliyekî dibêjin li ser kurdî qedexe tune. Lê li aliyê din li her qadê li ser ziman û çanda kurdî astengî û qedexe heye. Li bajarekî wekî Stenbolê ku bi milyonan mirov û bi milyonan kurd lê dijîn, bi her zimanî stran tên gotin. Lê dema ciwanên kurd bi zimanê kurdî stranan dibêjin, polîs wan ciwanan binçav dikin. Tehamul nakin ku bi kurdî stranek bê strîn û qerînek bilind bibe. Ev bêtehamuliya li ser kurdî û înkara li ser kurdan nîşan dide. Ji avakirina komara Tirkiyeyê heta îro ziman û çanda kurdan hat înkarkirin. Gelê kurd înkar kirin. Kurd bi ziman û nasnameya xwe tu carî nehat qebûlkirin. Îro bi hikûmeta AKP û MHP’ê politikaya înkarê gihiştiye asta jorîn. Îro perçeyekî vê polîtîkayê jî qedexeya li ser stranên kurdî ya li kolanan tê strin û astengiya li ser rojnameya kurdî ye.”
‘Em HDP dibêjin bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî’
Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucçu, bal kişand ser helwesta HDP’ê û got: “Em wekî kurd bi salan e doza perwerdehiya zimanê dayikê dikin. HDP jî dibêje bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Dibêje bila ji dibistanên seretayî heta zanîngehan perwerdehiya bi zimanê zikmaki bê dayîn. Dersên hilbijartî jî mafekî kurdan e. Divê kurd vî mafê xwe bi destê hikûmetê de bernedin. Divê kurd vê xalê jî vala nehêlin û kurdî hilbijêrin. Dema ku em vî mafê xwe hilnebijêrin, dê pergal bibêje binerin kurd zimanê xwe naxwazin. Dê bêjin kurd kurdî naxwazin. Em tenê hilbijartinê naxwazin. Em dibêjin bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Gelê kurd bi salan bedel dan. Heta zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê têkoşîna me dê bidome. Lê divê iro gelê me jî dersên kurdî hilbijêre. Di 7’ê sibatê ev dîrok bi dawî dibe. Divê dayik û malbatên kurdan ji bo zarokên xwe vî mafê xwe yê dersên kurdî hilbijêrin. Divê vê qadê vala nehêlin. Dagirin. Heta îro navê kurdan, navê tax, gund û bajarên wan tev hatiye guhertin. Mînak piştî qeyûm hatin tayînkirin. Du caran qeyûm tayînî zêdeyî 100 şaredariyan kirin. Tişta qeşûm ewil kir çibû? Berî her tiştî navê tax û kolanan, navê saziyên çand, ziman guhertin. Navendên jin û ciwanan guhertin û kirin tirkî. Mînak li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê navê Navenda Çanda Amara û li Wêranşarê navê Navenda Çanda MED guhertin. Navê kurdî kirin tirkî. Dixwazin hafizayekê tune bikin. Dixwazin kurdbûnê ji holê rakin. Lê bila xwe nexapînin. Ev sed salin bi inkar û qetlîaman nekaribûn bi ser bikevin. Ji niha û şûnde jî dê nikaribin bi ser bikevin.
‘Li parlamentoyê ji bo 2 hevokên kurdî qîyametê radikin’
Surucu, li ser polîtîkayên AKP’ê yên durû jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Li aliyeki qeyuman tayînî şaredariyên kurdan dikin. Hemû navên kurdî dike tirkî. Navê tax, gund, bajar û hemû navendan qedexe dikin. Tabelayên kurdî tevan dadixin û dikin tirkî. Li parlamentoyê ji bo 2 hevokên kurdî qîyametê radikin”
Surucu, bibîr xist ku dema li parlamentoyê du hevokên kurdî diaxivin qiyametê radikin û li parlamentoyê dengê wan qut dikin û wiha got: “Dema em bi kurdî diaxivin û derbasî qeydan dikin jî wekî “XX” bi nav dikin. Zimanê nayê zanîn pênase dikin. Lê li aliyê din dema Serokkomar Erdogan diçe Kurdistanê ango diçe Batmanê li strana “Batmanê batmanê” bi kurdî guhdar dike. Li Amedê jî dibêje “Roj baş.” Di serdan û mîtingên xwe de dixwazin bi çend hevokên kurdî kurdan bixapînin. Divê gelê me li hemberî vê yekê hişyar be. Ji xwe gelê me palîtîkayên wan zane. Dixwazin bi vê polîtîkayê wekî ku “AKP li pişt wan e” û kurd dengê xwe bidin wan. Lê kurd êdî bi xwe hisiyane. Kurd êdî nayên xapandin.”
‘Divê dayik û bav bibin mamosteyên zarokên xwe’
Ayşe Suruçu, li ser çareseriyê jî rewastiya û wiha axivî: “Divê berî her tiştî em kurdî di jiyana xwe ya rojane de zindî bikin. Divê em her kurd malên xwe bikin dibistan. Dayik û bav bi xwe bibin mamosteyên zarokên xwe. Mixabin nifşê nû navê wan kurdî ye, lê bi zimanê dayikê nizanin. Dive berî her tiştî em her yek li malên xwe axaftina kurdî pêş bixin. Hemû têkiliyên rojane bikin bi zimanê zikmakî. Bila her tiştê me bi kurdî be. Ya din ji bo kurdî bibe zimanê fermî divê heta dawî em li pey daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde bin.
Berdevka me di daxuyaniyê xwe de bi kurdî jî di axive. Em hewl didin li meclisê bi kurdî bixaivni. Her çend dengê me bê qutkirin jî. Em di nava gel de em xebat û siyaseta xwe bi kurdî dikin. Wekî HDP politikaya me ya zimanê kurdî jî heye. Em ziman tu carî nadin paş. Heta dawî wekî xebata sereke emê bidin meşandin.”