Ebdullah M. Varlî bi her du cild berhemên xwe yên ku ji weşanên Sîpan di sala 2004’an de derçûne, Dîwan û Jînewarî ya Ahmedê Xanî (476 rûpel) û Dîwan û Gobîdeyê Ahmed ê Xanî Yêd Mayîn (555 rûpel), sînorê zanînên derbarê Xanî fireh kiriye. Nivîskarê wan her du pirtûkan piraniya zanyariyên xwe bi belge û bi şahidiyên kesan derpêş dike. Her wekî bi xwe jî diyar dike, bi salan li pey destxetan ketiye, çûye deverên dûr bo hevdîtin û bidestxistina agahiyan.
Cilda yekem mijarên dîrokî, etnografî û jînenîgarî digire nav xwe. Her çiqas gotina dîwanê di sernavê de derbas bibe jî bi tenê qala dîwanê hatiye kirin lê helbest hiştine ji bo cilda duyem. Di cilda duyem de, Dîwan û Gobîdeyê Ahmed ê Xanî Yêd Mayîn, berhemên Ehmedê Xanî û berhemên bavê wî Ilyas û biraziyê wî Muhemmed hene. Di nav dîwanên Xanî yên çapkirî de hejmara herî zêde ya helbestan (bi tevahî 109 helbest) di vê berhemê de cih digire. Li gor hejmara dîwanên li ber dest, ku derdora 30 helbestî ne, cudatiyeke ewqas zêde rêya hin şik û gumanan jî vedikin. Nivîskar ji bo her yek helbestê, bi şiyaneke xurt û bi belge, hewla ispatê dide. Dîsa jî pêkan nîne ku mirov wan ravekirinan ji bo ispateke xurt qanîker bibîne.
Balkêş e ku di pirtûka yekem de li rûpela 4’an bi sernavê NÎGARA HZ. XANÎ wêneyek cih digire. Di wêneyê de sofîyekî bi eba û kulah tê dîtin. Baş nediyar e bê ka wêneyek çêkirî ye an jî fotograf e, bêtir dişibe fotografê ku li ser hatibe şixulandin. Nivîskar behsa hewldanên xwe yên dûr û dirêj ê ji bo bidestxistina nîgara Xanî dike. Her wisa di pirtûkê de peyvên wek derhinêr (naverok), ferkêr/fekêr (beş), hişyarî (nîşe), dîbace-bestûtenbîh (pêşgotin) ji bo binavkirina beşên pirtûkê hatine bikaranîn ku ji tercîhên îro cudatir in.
Pirtûka yekem ji 7 beşan (ferkêran) pêk tê. Di beşa yekem de lêkolîner zanyariyan derbarê herêma Hekarî dide ku li heyama serweriya Sasaniyan wek rêveberiyeke serbixwe bûye û bac daye Sasaniyan. Di vê beşê de nivîskar encamên lêkolînên xwe yên erdnîgarî jî pêşkêş dike. Di beşa duyem de Varlî qala nav û mexlesên ku E. Xanî di berhemên xwe de bi kar anîne dike û wan wek Xanî, Pepûk (ji bo nîşandana belengazî û peşmûrdeyiya xwe ya li pêş Xwedê), Ahmed û pir kêm be jî Kurdî rêz dike. Di beşa sêyem de em rastî agahiyên bi hûrgilî yên derbarê Xanî tên. Lêkolîner di rûpela 171 de dest nîşan dike ku bavê Xanî Mela Îlyas di berhema xwe ya bi navê Qiset Şemû’n de şecereya malbatê wiha rêz kiriye: Îlyas kurê E’yaz kurê Rostem kurê Şeyx Ebdurehman kurê Mîr Ebdulrezaq e. Di vê beşê de Varlî berhemên ku bê şik yên Xanî ne (li gor xwe) jî diyar dike: Nûbahara Piçûkan (Ferheng), Nehcil Enam (Eqîde), Memozîn (Çîrok), Dîwan (Dîrok- Evîndarî- Bengîtî), Sekerat el mewt (Çekame- şiir), Sîseban (Çîrok), Qewlê Hespêreş (Çîrok).
Di beşa çarem de lêkolîner bala xwe dide ser şêwe û taybetmendiyên nivîsandina Xanî. Her çi beşên pêncem û şeşem in, tê de agahiyên dîrokî yên derbarê herêma Bazîdê derbas dibin. Di beşa heftem de wek agahiyeke balkêş qala avêtina xîmê seraya Bazîdê ya ji aliyê Mîr Muhemmed ve hatiye kirin û tê gotin ku dema xîmê serayê tê avêtin (1676), Xanî tê vexwendin da ku hin dilxwaziyan li ser xîmavêtinê bike. Cilda duyem a pirtûka Ebdullah M. Varlî ji çar beşan pêk tê û tê de bi dorê 109 helbestên Dîwana Xanî, Çîrokên bi navê Sîseban û Qewlê Hespêreş, berhema bavê wî Mela Ilyas ya bi navê Qisa Şemû’n û berhema kurê wî Mela Muhemmed cih digirin.
Her du cild berhemên Ebdullah M. Varlî bi zengîniya zanyariyên ku dabîn dike, bi angaştên xwe yên xurt û israrker, bi berfirehî û tomara zêde ya helbestan (çekameyan) û taybetmendiyên xwe yên metod û lêkolînê yên gumanbar du pirtûkên qerase yên ku hêjayî eleqeyê ne. Ew berhem bi kêmasî û zêdehiyên xwe du helqeyên girîng in ji bo bîblîyoteka Xanî.
Agahiyên dîrokî yên ku di her du berheman de jî cih digirin wisa xuya ye ku piştî lêkolînên berfireh derketine ronahiyê. Dîsa jî divê bê gotin ku nivîskar di ravekirina hin angaştên xwe de ji rêbaza zanistî dûr ketiye û li hember fikrên cuda xwedî helwesteke bêtehemul e. Rexne û tawanbariya lêkolîner a derbarê nivîsîna agahiyên nerast hene lê mînak û belge kêm in, an jî nînin.
Di motîvasyon û armanca nivîsînê ya nivîskar de helwesteke dijber heye ku bi peyamên sergirtî û bi tawanbarkirina berovajîkirina rastiyan diyar dibe. Ev dijberî her çi be û li hember kê be jî, mirov dikare şika reqabeteke herêmî, dîyalektî, eşîrkî û şexsî bibe ser. Peyv û bêjeyên kevn û cuda yên wek çekame, huzwartin, gobîde û gelekên din wek zengîniyeke vegotinê dikare bê nirxandin. Lê ji hêla din ve xeletiyên nivîsandinê gelek in. Di nîvîsandina hin peyvan de standartek tune. Dîsa parvekirina beşan, senifandina mijaran û dubarebûna agahiyan wek hêlên lawaz ên wan kitêban dikarin bên nîşandan.