12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Firar

Di sewta dengbêjan de hema bibêje em kurd tev firar in.
Li ser xaka xwe, li mala xwe firar. Ji ber çar dîwaran, ji ber xetek ku bêyî vîna me, fikr û ramana me hatiye xêzkirin û tew îca tev bûne dîwar, dîwarê dojehê firar… firar…
Qaçax, sewdalî, cezalî û firar, em tev niha “Bavê Fexriya” ne!

Jiyan çawa ye, çima qedera me kurdan wisa ye!

Pirsgirêkek ecêb, jiyanî û sosret; em li mala xwe, li ser xaka xwe timî tim qaçax, fermanlî, mehkûm, cezalî û firar in; way li minê. Bêyî ku sûcê me hebe, hema wisa, hebûna me bes e, ku em hene û kurd in, fermanî- mehkûmî-firarî-cezalî ne dûr e, li bejna me tê, bêje hema kurdên ku ew rewş ne jiyane, nîn in. Çima…!

Bersiv jî sergêjî ye. Derdê min niha ne ev e.

Firarî di jiyana me de her heye, wek her têgiha bindestiyê ew jî qadeke. Di jiyana bindestan de her peyv, têgeh kodek jiyana çandî ye, firarî jî wisa.
Em tev an jî piraniya me teqez ketine girtîgehê û firarî her û her di binhiş û hişê me de ye. Wekî ku tê zanîn ji girtîgehê bêdestûr û bi dizî rev; firarî ye, firarî rewa ye lê ne zagonî ye. Em bibêjin girtiyek bi ser ket û bi awayekî ji nav çar dîwarên zindanê reviya, êdî jiyana wî firarî ye. Îca li malê jî ne rihet e, her û her bi tirs e, tirsa girtinê. Ev tirs mirovan dikuje carnan, lê tirs carnan mirov dike Meleyê Cizîrî yan Yunus Emre, tirs carnan wiha afirînêr e. Belkî ku evîndara Arjen Arî ne binxetî û ew jî timî ne firarê sewdayê bûna dê nebûna şaîrekî gewre, ji qala wî.

Ha me çi digot; girtiyek ji zindanê reviya; li malê firar û her bi tirs e, îca reva derveyî malê, ya derveyî welat jî pirsgirêke; xelkê bêyî te, bêyî vîna te xetek cot li nava welatê te dane, kirine çar parçe, tew bi salan ev xet kirine sedmetroyên tev mayin-tepink û kilamên mayînan, mirin û seqetiyên wan jî zêdehiya ser firariyê. Tev dê wê xetek, herdu alî jî ya te, vî alî xetê qaşo serbest, wî alî xetê qedexe, ne lîstike ha, ne henek e, jiyan ditemirin li ser vê xetê. Jixwe di jiyana bindestan de bi tenê kilam qala rastiya wan dikin, wekî din tune ne, di ferhenga serdestan, a netewan, a Neteweyên Yekbûyî, belkî di ferhanga hemû dînên semawî de jî em tune ne, tune. Hela, hela, tune çawa tên dinyê, nizanim, ên ku dizanin bila pêş de werin! Tune tên kuştin, tune tên darizandin û darvekirin, tune tên hepiskirin, zimanê wan tune, wek gel, milet, netewe tune ne û hebûna wan tune. Bi salan di zindanan de dirizin û leşkeriyê jî dikin ha, lê tune ne. Bila feylesof û siyasetmedarên gewre vê rêwşê zelal bikin. Îca bi mayînan nehatine ser zebaniyên ber deriyê dojehê, lewma firariya te bêare û naqede, hidût, sînor, xet tev kirine dîwarekî bilind, dîwarê cehnimê, Xwedêyo ev çi îşe, me çi sûc kiriye bi hebûna xwe, ya jî te me çima da û naparêzî! Ma wisa dibe! Cihûyan ji dîwarê xwe re gotin “Dîwarê Girî, yê Giriyanê!” Di navbera herdu dewletên almanan ê berê de navê wî dîwarî “Dîwarê Berlîn” bû. Herdu dîwar jî çûn, xerabûn, qaşo mirovahî ber bi azadî, aştî û demokrasiyê ve çû, lê yê me dîwarê me ji nû ve ji mayînan za û şîn bû. Ka em çi navî lêkin! Bila navê dîwarê me çi be, gelî bindestan! Xeta Sûrî tev kirin dîwar ne bes e, îca qala xeta Îranê dikin. De ew dizanin. Tişta dizanim dîwar hê jî bilind dibe. De bila serdest navekî lêkin, ji ber ku ew ditirsin, ditirsin ji firariya me.
Yabo ev çi tirs e, ji qewla Mêrdîniyan! De gidî!

Rewşeke firariyê ya dinê jî heye. Belkî ya esas-eslî. Te bi zorê, yan jî nîv-bi dil dibin leşkeriyê, ma ev rewş e lo. Dojeh e. Tu bi zimanê wan nizanî, lêdan, xeber-carisî naqede, ceza her dem, tu gêjoyî, gêjê jiyanê û fersendekê dibînî, ji vê dojehê, ji vê zindana nedîtî direvî, a va tu dîsa bûyî firarê leşkeriyê. Metelok û meseleyên leşkeriya te naqedin; bila sosyolog-psîkolog yanî civakzan û derûnînas li ser vê teoriyê bixebitin. De cano, bixebitin. Firar… firar… Te li ku bibînin; girtin, lêdan, kuştin jî tê de her tiştî, çi bi te bikin rewa ye. Îca dîsa jiyan-mal-gund-herêm-welat ji te re feq-kemîn û xetere ye. De îca vê jiyana firarî tê çawa bidomînî. zelalî li ba we, çare li cem we.

Îca di wêjeyê de jî tew xweşiyek, dilbijokiyek, henûniyek firariye heye ha; kewên firar, kevokên firar bi tirs tên ser kaniyan. Av-vexwarina wan firarî ye. Nazenîn in. Rewşa xezalan jî wisa. Şaîran, helbestkaran, wêjekaran di helbest, kurteçîrok û romanên xwe de vêna xweş nexişandine, dilê mirov hênik dikin. Lê yê me firariya me ji ber tirsê, ango li ser tirsê zîl daye. Gelo firarî li rewşa henûn lê qelsan tê, te dî hejar û bêtaqet in; kew-kevok-xezal. Ma em jî wisa. Na lo! Firarî li xweşikiyê tê! Belkî firariya me kurdan mêrxasî, zagon-nenasî ye, loma henûn e û hêjayî pesinandin û nexşkirinê.
Ku gotin hate vira, divê ez xewn û xeyala xwe parve bikim; her êvar berî xewê ez dibim Kaptan Feroyê firar, Kaptanê Keştiya Hewayî, Kurdîlius ku qet nayê dîtin (Bi destûra Jules Verne, beramberkirina Kaptan Nemo, Kaptanê Keştiya Bin Avê ya Nautilusê ..) û heta sibehê baregeh, kele û cihûwarê xwînmijan dirûxînim û hey dirûxînim. Ji dema dibistana seretayî ev wisa didome, qut nabe. De ya bi xêr, ev xewn-xeyala zarokîn qet ji hiş-binhişê min naçe.
Me peyv pir dirêj kir û we jî gêj. Bila gêjî bi beşek kilama Bavê Fexriya bidomîne, bi destûra we;
“Min go dora kaniyê, dora min e, way li minêêê, fermanliyooo…
Na,na wele cerê avê li milê min êêê, emrêm bi gorî, cezaliyooo…
Bila cerê avê bixwe serê min û bavê min e, way li minêêê…
Çawa yekî weke Bavê Fexriya, Siwarê Gênco, Torinê Malê, Ferxê Mala Emer li Bolinda xopan li hêvya min e, way li minêêê, emrêm bi gorîîî, fermanliyooo..

Bavê Fexriya, çûme Zivinga Mendaaa xirûxalîîîî way li minêêê, fermanliyooo…
Wele çûme Bolinda xopan ti ne li mal îîî… way li minêêê, cezaliyooo…
Min dipirsî, xelko digo, porkurê ma ne Bavê Fexriya xwe mehqûm û firarê Binya Xetê’r daye alîîîî,,way li minêêê, emrê çûyîîî dîsa nayê, li mi rebenêêê.
Ma ne Bavê Fexriya ti bi sê gulê tematîkê birîndar îîî, way li minêêê…”

Ha yeke dinê jî heye, haa. Firarî êdî azadî ye.
Jixwe milyaketên çiyê firar in,
azad in…