Şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê şeva 20’ê çileyê êrîş birin ser Girtîgeha Xwêran a li Hesekê. Çeteyan hem çekên giran hem jî çekên ferdî bi kar anîn. Beriya ku dest bi êrîşê bikin, çeteyan xwestin wesayiteke bombebarkirî li ber deriyê girtîgehê biteqînin. Ji ber ku ev hewldana çeteyan bi ser neket, vê carê li ber şîrketeke petrolê teqîn kirin. Hat ragihandin ku şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dûyê bi ser qadê ket ji bo êrîşa li ser girtîgehê û xweveşartinê bi kar anîne. Di heman demê de çeteyên li girtîgehê jî hewl dan serî rakin. Pêşî li plana reva komî hat girtin, lê belê hin çeteyên DAIŞ’ê reviyan. Lê çeteyên reviyan jî ji aliyê Hêzên Antî Terorê yê HSD’ê ve li derdora girtîgehê hatin girtin. Piştî vê êrîşê hêzên HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn derdora girtîgehê kontrol kirin. Piştî êrîşa çeteyan hêzên HSD û Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de gelek çete hatin kuştin. Her wiha di êrîşên çeteyan de herî kêm 4 sivîl jî jiyana xwe ji dest dan û nûçegihanê ajansa ANHA’yê Basil Reşîd jî di dema şopandina bûyerê de birîndar bû.
Di 20’ê çileya 2018’an de dewleta tirk û komên girêdayî wê bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê bi 72 balafirên şer li dijî Efrînê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Dewleta tirk ku hesab dikir dê hefteyekê de Efrînê dagir bike, rastî berxwedana gelê Efrînê û şervanên wê hatin. Ji ber vê berxwedana 58 rojan a gele Efrînê wek Berxwedan Serdemê hat binavkirin. Efrîna ku bi zeytûnên xwe dihat nasîn, ev çar sal in di bin dagirkeriyê de ye. Binpêkirinên mafan di Li Efrînê di asta herî jor de ye. 4’ê min salvegera êrîşa destpêkê ya dagirkeriya li ser Efrînê li seranserê Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin. Bi dehhezaran welatî daketin qadan û dagirkeriyê şermezar kirin. Di çalakiyan de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku dagirkerî bi destura wan pêk hat, dawî li dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bînin û peyama dê heta dawiyê li ber xwe bidin dan.
PDK û hikûmeta Iraqê ji bo pêkanîna Peymana Şengalê ku bi hevkariya dewleta tirk, bêyî îradeya gele êzidî di 9’ê cotmeha 2020’î de hat îmzekirin, di nav hewldananê de ne. PDK Iraqê li dijî Şengalê sor dike û dixwaze bi vî awayî dawî li rêveberiya xweser bîne û dest dayne ser hemû destkeftiyan şengaliyan. Êzidî li hemberî van hewldanan diyar dikin ku wan ji bo avakirina rêveberiyta xweser gelek berdelên giran dane, dê tu carî dev jê pergala xwe bernedin. Herî dawî di 18’ê çileye de artêşa Iraqê ji Asayîşa Êzîdxanê xwest ku noqteyên xwe yên Sinûnê radestî wan bikin û gefa ger radestî wan nekin dê êrîşî asayîşê bikin xwarin. Gef tenê ne li ser Şengalê her wiha li ser Mexmûr û Rojava jî hene. Hêzên navdewletî bi rêya dewleta tirk û hêzên herêmî dixwazin di serî de li gelê kurd û gelên azadîxwaz serî bitewînin.
Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan li baroyên Amed û Wanê dane destpêkirin didomin. Malbatên ku her roj diçin cihê çalakiyê diyar dikin ku heta berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku tevî infaza wan qediyane û bi hincetên vala nayên berdan, bên berdan dê çalakiya xwe bidomînin. Ji aliyê din ve Endamên Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re jî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi dirûşmeya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê çalakiya nobedê dan destpêkirin û bertek nîşanî raporên ATK’ê yên ‘dikarin di girtîgehê de bimînîn’ ên ji bo girtiyên nexweş, dan.
Ji belavkarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ku zanayê kurd Apê Mûsa wan weke ‘generalên min ên biçûk’ bi nav kiribû, Yilmaz Yakût (Kalo) ji ber nexweşiya pençeşêrê ku demeke dirêj bû tedawî didît, di 16’ê çileyê de li mala xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kalo piştî wecîbeyên olî, ji aliyê hevalên xwe yên belavkar, xebatkarên çapameniya azad ve li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hat veşartin. Piştî oxirkirina Kalo hevserokê DFG’ê Serdar Altan axaftinek kir û ev tişt got: “Di salên 1990’î de Kalo kedeke mezin da û gelek hevalên wî di van salan de bi awayekî faîlê wan ne diyar hatin kuştin. Tevî hemû zextan jî li her kuçeyên Amedê rojname belav kir. Ji bo gihandina heqîqetê ya civakê Kalo gelek ked da. Kalo tu demê ji rastiyan tawîz neda û heta van rojan hat. Em tev şahidê têkoşîna Kalo ne. em pê serbilind in.”
Di rojên dawî de li Amed û gelek bajarên Kurdistanê berf zêde bariya. Şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatibûn kirin, amadekarî nekiribûn ji ber wî gelek rê ji trafîkê re hatin girtin. Dîsa ji ber DEDAŞ’ê xizmet nekir piştî ceyran qut bû û welatî mexdûr bûn. Li Amed û navçeyên wê ji ber barîna berfê li 571 gund, navçe û wargehan rê li çûn û hatinê re hatin girtin. Ji ber rê hatin girtin welatî mexdûr bûn û dibistan hatin girtin. Welatiyên di rêyan de man û ji karên xwe dereng man, bertek nîşanî qeyûm û xizmeta şaredariya di destê qeyûm de ye dan.Her wiha HDP jî ji ber berfa zêde mîtînga xwe ya ku dê 22’yê çileye de bi dirûşma ‘Em HDP’ê diparêzin’ pêk bianiya, taloq kir.