Di dîrokê de hikumdarek kurd dîl tê girtin û hikûmdarê ku ew dîl girtiye dibêje: “Heke tu ji min re koletiyê bikî ez ê te bibexşînim, heke tu pê neyê ser daxwaza xwe ya paşîn ji min re bêje ez ê pêk bînim û piştre jî ez ê te serjê bikim.” Piştî vê gotinê hikûmdarê kurd dibêje; “Here ji zozanê min şivanekî bîne.” Li ser vê gotinê hikûmdar matmayî dimîne û dibêje ; “Tu yê çi bikî bi şivan?” Yê kurd dibersivîne û dibê; “Guhdarkirina yek serhaweyek ji zozanê axa min, çêtir e ji jiyana sedsalî ya koletiya min.”
Cejn navê sembola nûzayîn û destpêkirinê ye. Sembola yekitiya çanda gelan, aştî û şadiyê ye. Ji bo şadî û aştiyê bedelên gelek giranbuha hatine dayîn. Ji bo nirxên mirovahiyê li hemberî zilm û paşverûtiyê gelek serhildanên bi heybet li Rojhilata Navîn pêk hatine û ev erdnîgarî bûye wargeha cejnên pîroz. Rojên ku bi berxwedanê, bi serfirazî encam bûne ji bo gelên li wê erdnîgariyê bûye cejn û di çanda wan gelan de bi şadî û serfirazî her hatiye pîrozkirin. Cejna Newrozê yek ji van cejnên giranbuha û sereke ye.
Newrozê ruhê xwe ji berxwedan û serkeftinê girtiye. Beriya çar hezar salan gutiyan bi navê Zagmûk cejnek pîroz dikir. Paşê hurrî, qasît, mîtanî, ûrartû û medan jî vê pîrozbahiyê her domand. Ev ruhê pîrozbahiyê B.Z di 612’an de bi gurza Kawa ya ku li serê Dehaq ê zalim ket û bi wê gurzê zilma Dehaq bi dawî bû, bû nîşan û sembola serkeftina berxwedanê ya pîroz û giranbuha. Ji wê rojê û şûn de tenê ne li Rojhilata Navîn li nav tevahiya gelên ku li hemberî zaliman li ber xwe didin bi dilşadî tê pîrozkirin.
Li ser axa me ji bo ku ev cejn were pîrozkirin di dîrokê de gelek rojên dijwar hatine jiyîn. Ji dêlva ku Newroz li gor wateya xwe ya aştî, serfirazî û yekitiyê were pîrozkirin, hin caran bi qedexe û kuştinan, hin caran jî bi qedexekirina al û govendan ev roja pîroz hatiye jiyîn. Dewletê her xwestiye naverok û ruhê Newrozê vala bike û bi merasimên derew xwedî li vê rojê derketiye. Û pîrozbahiyên di wateya cejna Newrozê de jî wekî çalakiyên terorê bi nav kirine û qedexe kirine.
Ta ku ciwanên kurd arê Newrozê bi bedena xwe vêbixin. Yek ji van ciwanan Zekiye Alkan bû. Ez wê demê karmend bûm. Roja 20’ê Adarê (sêşem) ji kar derketim wekî her carê dîsa meşiyam çûm parka Hesen a li ber bircên Amedê, li taxa Derê Çiyê. Zekiye Alkan û hin ciwanên din li wê derê bûn û ez jî çûm wekî her gavê runiştim û em ketin sohbetê. Zekiye ji min strana Eyaz Yûsif (Zaxoyî) ya bi navê Newroz xwest ku ez bêjim. Piştî sohbeta me ez û Zekiye em rabûn meşiyan çûn taxa Ofîsê lokala PTT’ê (li dewsa lokalê îro bûye şubeya PTT’ê) em rûniştin me sohbeta xwe berdewam kir. Di wê navberê de gerînendedeyek (midûr) min (yê bi navê Erdogan Vursavaş) hat li ba me rûnişt û kêfxweşiya xwe ya ku cara yekem jinek diçe wê lokalê anî ziman. Piştî em rabûn Zekiye ji min dîsa strana Eyaz Yûsif ya Newrozê xwest ku ez bistrêm, di meşê de min daxwaza wê bi cih anî, stran got. Ew çû malê ez jî çûm mala xwe. Ji sedema ku pîrozbahiyên Newrozê qedexebûn li her derê dagirker cih girtibûn û tevahiya qad û kûçe di bin qontrola wan de bûn. Roja Newrozê sibehê çûm kar lê di navberê de çûm pirtûkxaneya bi navê Amed Kîtabê. Li wê derê kek Xetîp Dîcle û xwediyê pirtûkxaneyê Meheme tenêbûn û gelek sar û bêkêf bûn. Dema çav li min ketin pirsa wan ya yekem, “Weysî Zekiye îro li ser bircê bi bedena xwe arê Newrozê dadaye.”
Piştî vê gotinê min fêm kir ku ji bo çi strana Eyaz Yûsif dixwest ez bistrêm.
Eyaz dibêje; “Ew Newroza bîka ciwan, Agirî hilkin serê rêkê”
Lê Zekiye pê nehatiye ser ku li serê rêka agir vêxe. Wê bi qasî pîroziya Newrozê bi bedena xwe ya delal wî agirî li ser bircên Amedê dadaye û tîrêjên ew agirên pîroz ji gelan re bûne silava serfiraziyê û ji dijminan re jî bûye arê dojehê. Arê bedena Zekiye bû mînak û Rehşanan, Bêrîvan û Ronahiyan ev agir hêj geştir kir.
Dijmin bi heman rengî ne. Sedam dema ku Eyaz Yûsif da kuştin (hin dibêjin jahrî kir, hin jî dibêjin xeniqand) Eyaz 26 salî bû. Lê bi stranên xwe kelemê çavên neyarên bav û kalên xwe bû. Hûnandina helbestê ya bi rêsiyên muzîkê re dibû tîr û di dilê dijmin de diçû xwar. Ka em yek ji stranên Eyaz a ku heta mirinê di guhê Zekiye de bû, binihêrin.
Peyva min a paşî, ew neyarê guhker, çavkor, mejî genî û xwînxar, bila bibihîzin, bibînin û rind pê bizanibin ku ruhê Newrozê yê azadî û serkeftinê her dijî. Û kesên xwediyê vê mîrateyê dûr an jî nêzîk ew ê bigihîjin azadî û serkeftinê. Newroz berxwedan e. Newroz pîroz be!
Newroz
Newroz hat û bi gul û rîhan,
Cejna me ya li bîst û êkê (yekê),
Ew Newroza bîka ciwan,
Agirî hilkin serê rêkê,
Yadgar e ji bab û bapîran,
Wan şikandî qeyda zincîra,
Derkirin rojhilata min,
Dê rabin hilkin xetîran,
Newroz hat û roja nî ye,
Rengê gula xemilandî ye,
Hemî wara dîlan rabîn,
Tevda aheng û hêvî ye,
Van celala av lê bûşe,
Seyran li van mila xoş e,
Kar û rewiştî me Kurda,
Cejna Newroz mendehoş e,
Newroz hat û roja mêra,
Milet xurî wekî şêra,
Ruxandin duşkî neyara,
Dilêm’ bî ala dilêra,
Newrozê hey lê lê Newroz,
Tu roja mêrêt xudansoz,
E minî beşpijekî geş,
Bû me Kurdan cejneke pîroz,