Mirov li ku dera dinyayê dibe bila bibe, ya ku jiyana civakî bi kelecanekê dinexşîne û watedar dike hêza hunerî ye.
Rêberê gelê kurd; “Huner; çavkaniya xwe ji pêwistiya borandina zor, zehmet û janên ku di têkoşîna polîtîk, aborî û heta îdolojîk de dikşîne û dibîne digre, berhemên ku ji bo van pêwistiyan bi bersivîne tên holê ye.”
Bedrî Şîrvanî; “Ez ji wî/ê kesî re dibêjim hunermend, yên ku berçavkên (hûr nêrîn) pêwîst ên ji bo nihêrtina bi hiş û aqil a li mirovahiyê, ronahiya rojê, heyîna cewherî, neheqî û bindestan di sêwirîn e.”
Di heman berçavkêde mirov dikare bibêje huner berfirehiya estetîk a hest û ramanê ye. Tevahiya bedewî û xweşikî yên ku ruhê mirovan dixemlînin. Ji ber vê jî neteweyên ku ji huner û hunermendan bêparbin di paşerojên wan de jiyaneke saxlem çawa ku tune ye, dê di pêşerojên wan de jî durustî û saxlemî tunebe.
Ji bo hunerê Tostoy dibêje “Huner ji pêdiviya îfadekirina hestên ku mirov berê jiyaye û piştî ku di xwede vejandiye, ji bo kesê din jî hîs bikin bi tevger, xêz, deng, reng an bi peyvan derketiye holê”
Hunermend; ew kesê ku bêyî li hember tiştekî bendewar û bi hêvî be, giringiya hunerê têdigihîje û di hiş û ramana xwe de bi formek estetîk bi teşe dike û li hemberî nakokiyên serdema tê de ye dibe pira navbera paşeroj û pêşerojê. Hunermend bi berhemên xwe dikare bibe rêberê pişketina gel û civata tê de dijî.
Huner di cewhera xwe de muxalîf e. Ji ber vê yekê kesên ku di rastiya xwe de hunermend e divê hunermend afirîner û tucar di bin ferman û xwestekên hêza serdest de nemîne. Ji sedema ku her qadê hunerê pêwistiya wê bi afirin û nêrîneke rexnegirî heye. Hunermend divê afirîner û bi berhemên xwe xwedî nêrîneke rexnegir be. Ji ber ku huner prensîbên bilind ên exlaqî dixwaze. Divê pê zanibin ku yê hunerê di sêwirîne û derdixe holê kesek e. Ji ber wê jî huner bi xwezayiya xwe nabe durû. Heke li welatekî huner bûbe durû divê em zanibin ku sedem hunermend û yê ku li hunermend bandor dike ye. Lazime ku mirov lêpirsîna sekin û ramanên van kesan bike. Di xwezaya xwede pêwistiya hunerê bi afirînerekî heye û ev afirîner jî hunermend e. Ji bo ku hunermend karibe bi hêsane biafirîn e, şertê pêşîn fîkrîna azad e. “Li serayek fîkrînek cuda, li xaniyek fîkrînek cuda tê fikrandin. Ango heke zikê mirov ji sofreya serayê têr dibe teqes ew mirov nikare bi azadî bifikire û biaxive. A herî giring jî ew e ku heke li ser wê sofreyê diaxive û bi axaftina xwe bertîla digre êdî ew kes nikare hunerekê û hunermendiyekê azad bike” Dema ku em li vê gotara Lûdwîg Feûrbach di mêzînin bi hêsanî tê fêm kirin ku di dilê ew kesên zikê wan ji sofreya serayê têr dibe de tiştekî exlaq xwedî bike tune ye. Huner û hunermendiya van kesan jî ruhê xwe ji durûtiyê digire û dide jiyandin.
Durûtî çeka kesên Şelaf (qûnalês) ango ne xwedî îradeyeke azad e. Kesên şelaf ji rastî yê dûr in. Ji ber ku rastî wê di çi demê de were gotin û wexta ku ew dem were ew rastî were gotin ne karê her kesê ye. Ji bo rastî gotinê divê mirov xwedî îredeyek, nêrînek bihêz û ne şelaf be.
Her têgeh bi têgehek dijberî xwe dibe xwedî wate. Ji bona ku seknek rast divê mirov zanibe şelafî çi ye. Ji ber ku zanist ya herî girîng rastî gotin, ji bo niviskar ya herî girîng pênûsek azad û ji bo hunermend jî li hember statûqoyê serî hildan e. Heke ew kesan vê pêk neynin û jê feragat bikin, bila rind pê zanibin ku ne xwedî rastî û seknek durust in. Sekn û ramanên wan şelafî ye. Montesqûe ji bo şelafiyê dibêje “Li welatekî heke fêdeya şelafiyê ji ya rastiyê zêdetir be, ew welat teqes têk diçe yan jî têkçû ye”
Ka ji kerema xwere li derdora xwe binêrin rewşa hunermendên me ji me re çi dibê je.
Huner, hunermend û şelafî
Veysî Varli