12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serbilindî

Li ser berxwedana mezin a egîdiya Cizîra Botanê re 6 sal derbas bû…Lê hîn jî gotinên têkoşerê bajarê Cizîrê weke xencerekê di dilê faşîzmê de çikiliye û hesab ji neyar û hevkarên vê hovîtiyê dipirse… Ji bo têkoşîna berxwedana gelê kurd jî çavkaniya rûmet û tolhidanê ye.

“Me li ber xwe da, me çong nedanî, bi me serbilind bin”… Ev gotinên zêrîn ji kûrahiya dîroka kevnar a Cizîra Botan tên; ên hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê, Mehmet Tunç e ku ji bo zarokên welatê rojê bi serbilindî mîras ma! Berxwedana Mehmet Tunç û hevrêyên wî di 73 rojan de, di kolanên Cizîrê de ji bo ciwanên kurd bûn asoyên hêviyê û tolhildanê, bûn lehî herikîn siberojê û di dilê dewleta faşist de bûn kul û derd…
Di 14’ê kanûna 2015’an de neviyên tûraniyan û osmaniyan, bi çekên giran, bi tang û topên mezin, bi teknolojiya xwe ya pêşketî ku xwe dewleta herî jêhatî dizane, kirasê faşîzma Hîtler li xwe kirin û êrîş birin ser Cizîrê. Di jêrzemînên bajarê Cizîrê de 300 mirov li ber çavên mirovahiyê û hêzên siyasî yên navneteweyî şewitandin. Mal û xaniyên xelkê talan û wêran kirin. Lê li hemberî vê hovîtî û rûreşiya dewleta tirk, kesê dengê xwe dernexist û xwe bêhiş, ker û lal kirin…

Zîhniyeta AKP û MHP’ê li ber çavên dinyayê hovîtî wek qencî û serkeftineke mezin da nîşandin. Bi vê hovîtiyê xwe weke aktorekî herî bihêz û serketî, xiste çavên dewletên şirîk û hevkarên xwe…Lê mixabin ji aliyê hiqûqa mafên mirovan û hêzên siyasî yên navneteweyî ve hîn jî hesabê vê hovîtiyê ji dewleta tirk nehatiye xwestin û dadgeh kirin.
Ger ku ev bajar, bajarê Ewropayê bûna, wê kevir li ser kevir nemana. Wê teqez ji dewleta tirk, bi navê kirasê hiqûqa mafên mirovan li xwe bipêça û wê bi pereyeke pir mezin bihata ceza kirin…Lê ji ber ew bajarê Kurdistanê bû, mirovên bi hovîtî hatin şewitandin kurd bûn hovîtiya dewletê ji nedîtî ve hat. Hêzên navneteweyî heta niha jî li hemberî vê hovîtiyê bêdengiya xwe diparêz in…

Di 73 rojên berxwedana Cizîrê de, faşîzma dewleta tirk ku rûyê xwe bi xwîna lehengên kurdan şûştibû hesab dikir ku wê bi vê hovîtiyê bikaribe kurdan bitirsine û bêdeng bike… Lê berxwedan 73 rojan a serhildêrên li Cizîra Botan, mezin bû… Kurdan di şexsê Mehmet Tunç û lehengên serhildanê de li dijî faşîzma qirker a sedan salan ku dijminahiyê bi gelê kurd re dike, çong dananîn û bi têkoşîneke bêhempa li ber xwe dan!..
Çawa ku nasnameya mirovan heye, nasname û kesayetiyên bajarên qedîm jî hene. Dema ku di dîroka bajarekî de berxwedan mezin û bêhempa be, leheng û pêşengên bajêr jî weke ax, bajêr û welatê xwe berxwedêr in… Ango weke erdnîgariya bajarê welatê xwe ne…Heke ji bo xwe dîrokeke ji berxwedanê û serhildanê hûnandibin, wê nirxên wan yên dîrokî jî mezin bin…

Rastiya vê axê naşibe tu axên dîtir. Mirov û egîdiya vê axê, dişibe erdnîgariya xwe. Mirovên vê axê weke axa xwe paqij û dilpak in. Ma ne pêşiyên me gotine: “Armancên baş ên weke qenciyê û bedewiyê, li ser van axên paqij tên jiyîn”. Hevserokê Meclisa Gelê Cizîra Botanê Mehmet Tunç û hevalên xwe jî xwediyê van xislet, serborî û kokeke wisa bûn. Lewma wan ji bo siberoja bajarê Cizîra Botanê, doz û azadiya gelê kurd pir mezin li ber xwe dan. Mîras û berxwedana wan, weke tovên kulîlkan li ser axa Kurdistanê şîn bûn û di heyama roja me de jî li qadên berxwedanê bêhna xwe li ser rûyê kurdistaniyan difirînin. A dikeve ser milê me bêhna van kulîlkên spehî kişandina dil û hinavên xwe û xwedî li mîrasa wan derketine.