Çalakiya rûniştinê ya malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5’ê Çileya 2020’î ve li Dersimê winda bû û agahî jê nayên girtin, li pêş Edliyeya Dersimê 11 roj in didome. Dayik Bedriye û bav Halît Dokû yên hatin pêş avahiya edliyeyê, wêneyên keça xwe hilgirtin û aqûbeta wê pirsîn.
Platforma Jinan a Dêrsimê bi serdanê piştgiriya malbatê kir.