Di çend rojên borî de rejima Îranê cezayê 5 sal girtîgehê li mamostaya zimanê kurdî Zara Mihemed birî. Li bakurê Kurdistanê jî welatiyên kurd ji ber bikaranîna zimanê kurdî tên cezakirin. Sala borî 28 mela ji ber bi kurdî xutbe xwendibûn, hatin cezakirin.
Li başûrê Kurdistanê ku hikûmraniyeke kurdî heye, lê pisporên ziman ji wê yekê bi fikarin ku bi qasî pêwîst giringî bi zimanê kurdî nayê dayîn û bandora zimanên biyanî li ser zimanê kurdî çêbûye. Der barê mijarê de mamostayên zanîngeha Soran ji Rojnews re axivîn.
Serokê Beşa Kurdî li Kolêja Adab a Zanîngeha Soran Dr. Hejar Rehîm da zanîn tevî ku gelek guhertin çêbûne lê hîna jî pirsgirêka nasnameyê ya kurdan heye û wiha got: “Yek ji rehendên nasnameyê zimane. Zanîngeha Soran ji ber wê yekê balê dikşîne ser ziman, ji ber ku ziman beşeke ji çand, ferheng û hemû tiştekî netewekê ye.”
Der barê bandora zimanên din li ser zimanê kurdî, Dr.Hejar Rehîm got, “Nabe em dijbertiya zimanên biyanî bikin, ji ber ku li cîhana zanist û fikir de nikarîn li ser zimanên hevdû bê agahî bin. Divê em hemû zimanên hev bizanin. Lê em wek netewa kurd me metirsiyek mezin li ser zimanê xwe çêkiriye, ew jî bê nirxkirina zimanê şirîn ê kurdî ye.”
Di dewamê de Dr.Hejar destnîşan kir ya ku bûye cihê metirsiyê û divê mirov li berçav bigre, ew e ku zimanê kurdî tê paşxistine. Dr.Hejar diyar kir, “Di aliyê aborî, civakî, çandî û hizrî de kurdî di pişt de hatiye hiştin, yên ku bûne sedema vê yekê jî sazî û dezgeh, akademîsyen, bazirgan, siyasetmedar û welatiyên asayî ne. Wisan lêhatiye ku paşguhxistina zimanê kurdî bûye beşek ji ferheng û çanda me.”
Mamostayê Beşa Dîrok li Zanîngeha Soran Mihemed Gelalî jî îşaret bi bandora zimanê tirkî-osmanî ya li ser zimanê kurdî kir û wiha pêde çû: “Ji serdema Osmanî ta niha zimanê tirkî hatiye ferzkirin. Di serdema osmaniyan de zimanê tirkî zimanê bazar, dewlet, komkirina bac û dahatê bû. Her wiha bi rêya leşkerî li Kurdistanê zimanê tirkî hat ferzkirin. Yanî bandora zimanê tirkî li ser aliyê dewlet, leşkerî û bacê de hebû.”
Gelalî da zanîn di serdema osmaniyan de zimanê tirkî li bazaran zimanek bi bandor bû û ev tişt got: “Di belgeyên dewleta osmanî de derdikevin ku tenê Hewlêr û Kerkûk wek bajar dihatin hesibandin, ji ber ku tenê li van du bajaran li nava bazarê de bi zimanê tirkî dihat axaftin. Di heman belgeyan de Silêmanî wek bajar nehatiye hesibandin, sedema wê jî ew e ku wê demê li nava bazarên Silêmaniyê de bi zimanê tirkî nedihat axaftin.”
Mamosta Mihemed Gelalî destnîşan kir bandora çand û zimanê tirkî heta niha jî li ser hin netewên herêmî maye û wiha domand, “Bi taybet giringî dan xwendina tirkî û xwesteka li ser wî zimanî, hiştiye ku bandora wê hîna jî bidome. Lê zimanê tirkî nekariye bandorê li ser wêjeya kurdî çêke. Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Şêx Reza Talebanî, Nalî û Salim zimanê tirkî red kirine û wana bi kurdî helbestên xwe nivîsandine.”
Di dawiyê de jî Mihemed Gelalî da zanîn niha jî zimanên farisî, tirkî, erebî, inglîzî û fransî bandora xwe li ser lewazkirina ziman, çand û hunera kurdî berdewam dikin.
Çavkanî: ROJNEWS