13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê: 746 rojnameger tên darizandin

Li gor rapora DFG’ê ya sala 2021’an, di nav salekê de hezar 460 nûçe hatine astengkirin, êriş li 55 rojnamegeran hatiye kirin, 2 rojnamegeran jiyana xwe ji dest daye, doz li 52 rojnamegeran hatiye vekirin, li 47 rojnamegeran bi giştî 133 sal ceza hatiye kirin û 62 rojnameger girtî ne.

Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) li avahiya xwe ‘Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Sala 2021’an’ bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Di civînê de destpêkê hevseroka komeleyê Dîcle Muftuoglû axivî û  di axaftina xwe de diyar kir ku îro 4 çîleyê duyemîn salvegera damezrandina komeleya wan e û qala zextên li ser rojnamegeran kir.

Piştî Muftuoglû hevserokê komeleyê Serdar Altan axivî û rapora salê ya ku amade kiribûn aşkera kir. Altan da zanîn ku di nava salekê de êrîş li 55 rojnamegeran hatiye kirin û 2 rojnameger hatine kuştin. Polîsan avêt ser malên 9 rojnamegeran, 61 rojnameger hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin û îşkence li 23 rojnamegeran hat kirin. Altan destnîşan kir ku gef û zexta sîxuriyê li 11 rojnamegeran hatiye kirin, 102 rojnameger di dema şopandina nûçeyê de hatine astengkirin û li girtîgehan 17 caran mafên rojnamegeran hatine binpêkirin.

Di beşa ‘binpêkirina azadiya îfade û ramanê ya li dijî rojnamegeran’ raporê de hat ragihandin ku 54 rojnameger ketine ber lêpirsînê, doz li 51 rojnamegeran hatiye vekirin li 47 rojnamegeran bi giştî 133 sal û 8 meh û 21 roj cezayê girtîgehê û 72.206 hezar TL jî cezayê pere hatiye birîn. 746 rojnameger tên darizandin û 62 rojnameger girtî ne.