Hefteya çûyî Mîhrîcana Fîlman a Silêmaniyê hebû. Fîlmê “Ji bo Azadiyê” jî beşdarî vê mîhrîcanê bibû. Lê mixabin bêyî sedemek bê nîşandan film ji bernameya mîhrîcanê hate derxistin. Bêguman ev yek cihê şermezariyê ye lê mijara me ne ev e. Bi vê boneyê em dikarin li rewşa çand û hunerê ya Başûrê welat binêrin.
Çand daneheva hemû pratîkên mirovan e. Tevahiya jiyana mirovan eleqedar dike, diafirîne û di heman demê de teşeyê didê. Asta pêşketina çanda civakekê di heman demê de asta nûjenî, pêşketin û aramiya civakê ye. Civakek çanda wê di mecraya xwe de pêşketî, kesên bi xwe bawer, zana, têgiheştî, nûjen, afirîner û pêşketî digihîne. Civakê di aliyê hişmendî, zanyarî, felsefî, wejeyî, fikr û ramanî de derdixe asta jor. Di encama van de civak hemû alavên xwe parastinê bi rihetî diafirîne. Encama van jî jiyanek bi ewle, azad û aramî ya misogerkirî ye. Bi vê boneyê divê gelek, civakek û rêveberiya wê berî her tiştî girîngiyê bide vê qadê.
Pêwist e sazûmaniya xwe ya perwerdehiyê, teşedariya malbatî û cavakî li gorî afirandina çandek baş saz bike. Civakek, gelek, rêxistinek û rêveberiyek vê yekê neke, di dawiya dawiyê de winda dike. Neçar û mihtacî civakên di aliyê çandî de pêşketî dibin. Mixabin ji ber ku Kurdistana me bi sedan salan e di bin nîrê dagirkeriyê de ye, ji gelek derfetan bêpar ma ye. Li aliyekê dagirkeran êrîşî çanda heyî kirine û hewildane ku bi tevahî dejenere bikin û ji holê rakin; li aliyê din jî civaka me anîne wê astê ku nikare çanda heyî biparêze û li gorî şert û mercên demê nûjen bike û pêşve bibe. Vê rewşê li ser hişmendiya civaka me tahrîbatên mezin kirine.
Civakek çanda wê ev qas di bin êrîşê de be û derfetên afirandina çanda xwe ew qas winda kiribe, dema firset ket dest divê demildest dest bi qenckirina çanda xwe bike. Bi vê boneyê rewşa çand û hunerê ya li Başûr çarçoveyek berfireh ku em binirxînin û dersan jê derbixin pêşkêşî me dike. Ev zêdeyî 30 salî ye li Başûr hikûmetek heye. Di qada navneteweyî de jî xwedî statûyekê ye. Ji ber axa dewlemend a Kurdistanê gelek derfetên aborî hene. Her wiha derfetên siyasî, dîplomatîk jî hene. Em teva dizanin ku her çiqas bi boneyê polîtîkayên dagirkeriya Baasê zeîf bibe jî mîrateyek qedîm a çandî jî heye. Ji bo afirandin û pêşxistina çand û hunera kurdî derfetên baş derketine holê.
Diviya di van 30 salan de Başûr xwe gihandiba asta pêşengtiya çanda kurdî. Di aliyê sînema, şano, wêje, mûzîk û hemû qadên din ên çandê de berhemên di asta navneteweyî de afirandina. Diviya hem di asta neteweyî de çand û hunera gelê me ya li perçeyên din pêş bixista, alîkarî bikira, rê û rêbaz nîşandana û araste bikira; hem jî teva hevpar bikira û pêşkêşî qada navneteweyî û mirovahiyê bikira. Gelê kurd û Kurdistan bi cîhanê û mirovahiyê bida nasîn. Yekîtiya çand û hunerî dê bandoreke mezin li ser yekitiya neteweyî bikira.
Lê dema em îro li pratîka Başûr dinêrin mixabin derfetên 30 salê dawî baş nehatine bikaranîn. Heta nebaş kêm dimîne. Hîç nehatine bikaranîn. Fîlmek ku di aliyê hest û ramanên neteweyî de bandorê li civaka kurd bike yan jî gelê kurd bi cîhanê bide nasîn nehatiye kişandin. Ne tenê fîlm şanoyek, peykerek, muzîkek an jî berhemek çandî, wêjeyî û hunerî derneketiye holê. Li şûna van rêzefilmên tirkan û welatên rojhilatî hatine wergerkirin û pêşkêşî gelê kurd hatine kirin. Çanda ji ber dagirkeriya mayî jî bi vî awayî hatiye dejenerekirin û pişavtin. Li şûna pêşengiya çanda resen a kurdî, pêşengiya çanda dagirkeran û çandên biyanî hatiye kirin. Darbeyên herî mezin di vê demê de li çanda kurdan û taybetî li çanda gelê me yê Başûr hatiye xistin.
Di tu beşên çand û hunerê de mînakek serkeftî ku kurd pê serfiraz bibin derneketiye holê. Gelê me yê Başûr rastî komkujiyeke wekî ya Helepçeyê û pêvajoyeke tevkujiyê ya wekî Enfalê hatiye. Bi sedan sal e li berxwe dide û xwedî leheng û lehengiyên bêhempa ne. Bi xwîna hezaran şehîdan berxwedanek mezin nîşan daye. Her netewe bi vegotina dîroka xwe ya bi rêya hunerê çandekê ava dike. Di vî warî de cihû mînakek gelek başkêş in. Divê bi taybetî kurd gelek dersan ji wan bigirin. Bi dehan fılmên li ser tevkujiya li hemberî cihûyan hatine çêkirin. Pirtûk hatine nivîsandin, helbest û şano hatine çêkirin. Bi vî awayî danasînek mezin a cihûtiyê hatiye meşandin.
Dîroka berxwedanê ya her gelekî bûye mijara bi dehan film, şano, roman, helbest, sûret û lêkolînan. Bi vî awayî civakan ders ji dîroka xwe girtine û çandeke ku cardin destûr nede heman kêmasiyan afirandine. Civaka vê yekê neke, cardin heman kêmasiyên bûne sedema komkujî û tevkujiya wan dubare jiyane. Mixabin îro jî piraniya civaka kurd ji dîroka kurdan bêxeber e. Heta di aliyê dîrokê de civakek nebe yek, nebe xwediyê hest, raman û refleksek hevpar, nikare pêşerojek li ser esasên hevpar jî ava bike. Çand û huner jî alavek herî girîng a vê yekê ye. Dahûrandina paşerojê û teşekirina pêşerojê ye.
Mixabin Başûr derfetên derketine holê bikar neanîne. Ev derfet nexistine xizmeta çand û hunera kurdî. Bêguman em dikarin gelek sedemên çênebûna vê yekê nîşan bidin lê berpirsyar heman e. Hêzên ev 30 sal e Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibin e. Ji ber ku polîtîka, vîzyon û hişmendiyeke wan a hevpar tune ye. Ji girîngiya çand û hunerê bêxeber in. Ji bo wan hebe nebe, kar û barên madiyatê ne. Li şûna çêkirina film, belgefilm, şano, sûret, peykar û mûzîkê zêdetir, çêkirina avahî, qesr û balendeyan ji bo wan girîngtir e. Li şûna vegotina komkujiya Helepçeyê û Tevgera Enfalê rêzefîlmên tirkan bi gel didin temaşekirin.
Dema pêşengtî û rêveberiya siyasî xwedî îdeolojî, hişmendiyek nûjen û pêverû nebe, nikare dîroka xwe jî baş dahurîne û li ser vê yekê polîtîkayên pêwist jî biafirîne. Kêmasiya rêveberiya Başûr jî bêîdeolojîbûn, bêstratejîbûn û bêvîzyonî ye. Ev di heman demê de tê wateya asta netewîbûnê jî. Bi qesrek, şirketek an jî milkek rêveberên Başûr li welatên biyanî dikirin, têra fînansekirina bi dehan film, belgefilm, şano û berhemên din ên dîrokî dike. Li şûna ev qas serweta li welatên biyanî, berhemek çand, dîrok, welat û hebûna kurdan vedibêje dikarî bihata çêkirin. Dema pêşengtiya siyasî xwedî vê polîtîka, stratejî û vîzyonê nebe, pêşketina çand û wêjeya civakê jî li ser milê hunermendan dimîne. Derfetên wan jî ancax têra asta niha ya çanda Başûr dike.
Em niha bifikirin gelo li Başûr di van 30 salan de berhemek çandî û hunerî ya di bîra me û civaka me de mayî heye? Mixabin tune ye. Hindî rêveberiya Başûr xwedî vê hişmendî, polîtîka û vîzyonê be jî, çêna be. Ligel vê yekê ji kerema xwe re bala xwe bidin ser Rojavayê welat. Neh sal berî niha kêmek derfet ketin destê gelê me. Ji wê rojê heta niha di nav şerek dijwar deye. Derfetên aborî, dîplomasî û siyasî gelek kêm in. Di bin ambargoya dewletên dagirker de ye. Heta ambargoya herî dilê kurdan diêşîne jî ji hêla KDP’ê ve tê meşandin. Ligel vê yekê jî çand û hunerek berxwedan, lehengî, dîrok, civak û hebûna kurdan vedibêje diafirîne.
Film û belgefilman dikişîne, şanoyê pêş dixe, muzîkê çêdike û wêjeyê diafirîne. Dibe gelek kêmasiyên van berheman hebin. Çand û huner bi mîras û tecrûbeyê tê pêşxistin. Ligel hemû kêmasiyan jî qasî pêwistiyên jiyanî, girîngiyê didin kar û xebatên çand û hunerî jî. Komînên sînema, muzîk, peyker, şano, sûretvanî û reqsê hatine avakirin. Berhemên bandorê li hemû kurdan dikin û heta bandorê li gelên biyanî jî dikin, diafirînin. Film, belgefilm, stranên wan ji hêla bi dehan milyonan kesan ve tên temaşe û guhdarkirin. Berhemên wan li gel hemû kurdên guhdar û temaşe dikin, heman hest û ramanê pêş dixin. Ji ber ku pêşengtî û rêveberiya Rojavayê welat xwediyê îdeolojî û hişmendiyeke neteweyî ne. Derdê wan heye. Ders jî yekitiya gelê kurd, rizgarkirina Kurdistanê û parastina gelê kurd e. Ji bo vê yekê ji bêderfetiyê derfetan diafirînin. Çand û hunerê bi qasî nan û avê girîng dibînin.
Filmê “Ji Bo Azadiyê” jî yek ji van berheman bû. Bi derfetên kêm, bi armanca danasîna kurd û Kurdistanê hatiye kişandin. Lê mixabin ên girîngiya çand û hunerê nizanin, ev film qedexe kirin. Qasî li şûna pêşxistina çand û hunera kurd, berhemên heyîn qedexe bikin jî dê her tim winda bikin. Nikarin xwe biafirînin û ji hêzên xwe biafirînin jî dê her tim bitirsin.