13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ekîba filmê ‘Dema Dirîreşkan’ xelatê red kirin

Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî di 17’ kanûnê de destpêkir. Organizatorên festîvalê,  filmê ‘Ji bo Azadiyê’ asteng kirin. Piştî ragirtina filmê Komîna Film a Rojava daxuyaniyek weşand. Komînê ragihand ku ji ber festîval ne platformek azad e, wan filmê xwe yê dûyem ‘Dema Dirîreşkan’ jî ji festîvalê vekişandiye.

Piştî ku xelat diyar bûn derket holê ku Festîvala Silêmaniyê ya Filman a Navneteweyî xelata baştirîn ya sînematografî daye filmê ‘Dema Dirîreşkan’. Lê ekîba film bi daxuyaniyeke diyar kir ku ew ê xelatê red bikin.

Daxuyaniya ekîba fîlmê Dema Dirîreşkan wiha ye

“Wekî ku tê zanîn, Komîna Film a Rojava beriya 4 rojan dabû xuyakirin ku Filmê ‘Dema Dirîreşkan’ ji Festîvala Silêmaniyê ya Filman a Navneteweyî paş ve kişandiye. Ji bo ku fîlmê Ji bo Azadiyê ji hêla rêveberiya festîvalê ve hatiye astengkirin ev helwest hatiye nîşandan.

Îro me bihîst ku di merasîma xelatdayînê ya Festîvala Silêmaniyê de, filmê me ‘Dema Dirîreşkan’ xelata baştirîn sînematografî bi dest xistiye! Tevî ku rêveberiya festîvalê dizanî ku fîlm ji festîvalê hatiye kişandin jî,  dîsa rewşeke wisa derket. Em ekîpa film, vê xelatê qebûl nakin.

Neqebûlkirina vê xelatê jî ji ber ku ji devereke filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ asteng kiriye, hatiye. Em vê yekê wekî helwesta xwe ya hunerî bi raya giştî re parve dikin. Em naxwazin tu festîvalên kurdî tawanbar bibin lê tu filmên kurdî jî hewceye ku li tu festîvalên kurdî neyên asteng û qedexe kirin! Ev rexne û helwesta me ya hunerî ye.”