Li Amedê, li pirtûkxaneya Payîzê bi merasîmekê xelatên kovara Vateyê hatin belavkirin. Di destpêkê de behsa dîroka xebatên koma Vateyê, xizmetên koma xebata Vateyê yên ji bo zimanê kurdî zaravayê kirmanckî û amadekirina rastnivîsa kirmanckî, hate kirin. Mamoste J. Îhsan Esparî bi kurtayî behsa xebatên koma xebatê ya Vateyê kir. Esparî, ji dema damezrandina wê di sala 1996’an de û heta roja îro xebatên ku hatine kirin bi beşdaran re parve kir.
Di vê merasîmê de 4 xelat hatin dayîn. Di warê helbestê de helbesta Îrfan Sîmserkîsij û ya Îdrîs Yazar hêjayî xelatê hatin dîtin. Di beşa çîrokê de jî çîrokên Îrfan Akdag û Cuma Pîa hêjayî xelatê hatin dîtin.
Di bernameya merasîmê de mûzîk jî hebû hunermend Sasa Serap, Celo Boluz û Baran Ertaş bi stran û mûzîka xwe ev şev xemilandin û coşa beşdaran zêde kir.
Di nava wan de mamoste Heyder Diljen, Mehmed Malmîsanj, Deniz Gunduz, Ugur Sermiyan, Gulgeş Deriyaspî û gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd tevli vê şevê bûn.