12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mecbûr in rewşa Ocalan binirxînin

Der heqê Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê”, me çend pirs ji Zanista Siyasetê, Pispora Rojhilata Navîn û Berpirsiyara Karên Derve ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç kirin.

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Der barê çalakiyên li Ewropayê tên li darxistin tu dikarî agahî bidî?

Ev 22 sal in kurd hem li derveyî welat û hem jî li welat di nava çalakiyan de ne. Kurd ji bo pêşerojeke azad, garantiya xwe di azadiya Rêberê xwe de dibînin. Ji bo wê hem li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava û hem jî li derveyî welat çalakiyên xwe bênavber domandin û didomînin. Bêguman hemû hewldanên têkoşîna gerîla jî ji bo rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan in. Mirov dikare bibêje ev du salên borî bi taybetî li Ewropayê, îsal di asta navendî de bênavber li Strasbourgê ku cihê Konseya Ewropayê ye, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û cihê Komîteya Pêşîgirtina Êşkencê CPT ye, qet xalî nema. Wekî tê zanîn li Başûr, Bakur û Rojava gelê me di bin şertên şer de jî ji bo azadiya Rêberê xwe li kolanan bû. Ji bo azadiya Rêberê xwe di nava hewldanan de bû. Her wiha xelkê me yî Rojhilat jî li Ewropayê di nava liv û tevgerê de bû. Van çalakiyan kir ku tecrîda li Îmraliyê (ji ber ku ev tecrîd mijareke siyasî ye) bikeve rojeva saziyeke siyasî, weke CPT û dadgeha Mafê Mirovan. Ji bo ev rewş rasterast bikeve rojeva organên biryardayînê yên Konseya Ewropayê têkoşîn bi awayekî sîstematîk dewam kir. Ji ber ku ew eleqedarî mijara li Îmraliyê ne, ji ber ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û mecbûr e peymanên mohrkirî pêk bîne. Jixwe têkoşîna gelê kurd jî li hember vê bû, ji ber ku Tirkiye ev peyman jî pêk neanî.
Bêguman berxwedana herî mezin a Rêber Apo ye. Diyar e dewletê ji bo vê yekê zext li Îmraliyê zêde kiriye. Ji bo wê jî cezayên dîsiplînê didin û nahêlin parêzer û malbat hevdîtinan pêk bînin. Ev jî xuya ye ku dixwazin hêza îradeya Rêber Apo bişkînin, lê di vir de jî serneketine. Heke li cihekî ceza hebe, li wir seknek û berxwedaneke mezin jî heye.

Tu dikarî hinekî behsa kar û xebatên di qada dîplomasiyê û xebatên li dijî tecrîdê bikî?
Îsal bi giranî çalakiyên civakî li qadan û hewldanên dîplomasiyê bi hev re meşiyan. Ev jî tê wê wateyê ku xebatên dîplomasiyê û hêza civakê bi hev re bimeşe, mirov dikare encameke erênî bi dest bixe. Ev jî min îsal dît. Kesên çalakvan gelek dosya dan saziyên peywendîdar ango wekî CPT û Konseya Ewropayê. Saziyên kurdan ên ku di Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê de karên lobiyan dimeşînin jî hiştin ku Tirkiye ji rojeva Ewropayê dernekeve. Di nava van daxwazan de hertim Azadiya Rêber Apo hat destnîşankirin. Ji ber vê jî mijar bi giranî ket rojeva Ewropayê. Nivîs û dosya hatin amade kirin, malper hatin vekirin. Di asta navneteweyî de hemû saziyên kurdan di bin sîwanekê de bi hev re xebat meşandin. Li Şengalê di bin zilmê de jî êzidî li azadiya Rêber Apo xwedî derketin. Ne tenê li Ewropayê û ji bo Konseya Ewropayê, li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî jî çalakî pêk hatin û dosya hatin şandin. Heta niha gelek rêxistinên Ewropî, li gel nûnerê Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, li gel 7 rexistinên navdewletî çend civîn pêk hatin. Ev civîn tev jî li ser rewşa êşkenceya li Îmraliyê bû. Bi vê yekê armanc ew bû ku statûya Îmraliyê zelal bibe. Ji ber ku Îmralî cihekî bêstatû ye. Çawa kurd bêstatû ne, Îmralî jî bêstatû ye. Ku Rêber Apo li gora konvensiyona Cenevreyê tê cezakirin an jî tişteke din, li gora çi tê cezakirin nediyar e ji aliyê zagonî ve. Ji bo wê jî ew jî nikarin biryareke siyasî ya bi zagonan bigrin. Ji ber ku biryar siyasî bû, komploya navneteweyî jî siyasî bû û berdewama komployê jî siyasî ye. Tirkiyeyê xwest bi xalên zagonî ser bigre, bes ev têk çû û nemeşiya. Ji ber wê jî ev têkoşîna me li hember Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Yekitiya Ewropayê meşand, ev rastî derxist holê. Mirov dikare bibêje, kirasê derewîn yê zagonan hilweşiya û rastiya siyasî derket holê. Ji ber wê îsal encameke siyasî derket pêşberî me. Ji ber ku me îsal bênavber kar meşand, ne tenê li Strasbourgê her wiha li Cenevreyê jî.

Tişta balkêş vê carê jî karên ku bi NY’ê re hatine meşandin bi taybetî li gel 7 saziyên girîng yên ewropî ku di bin sîwana NY’ê de dixebitin re hatin meşandin. Her wiha rêxistinên ereban jî beşdarî çalakiyan bûn, mînak li Misrê peyamên bi video hatin weşandin. Ev jî bû qonaxeke nû di tekoşîna azadiya ji bo Rêber Apo. Ji ber vê yekê jî saleke tije têkoşîn giraniyeke mezin li ser siyasetê çêkir.

Li Ewropayê nûnerên gelek dewletan, siyasetmedar, rewşenbîr û rêxistinên siyasî bi xwe tev li vê kampanyaya azadî ji bo Ocalan bûn. Ev guhertina di nava civaka ewropî de girêdayî çi ye?

Yanî têkoşîna gelê kurd li çar parçeyan û li derveyî welat ji bo azadiya xwe dimeşîne, çareseriya azadiya xwe di paradîgmaya Rêber Apo de dibîne. Rêbaza çareseriyê, di pirtûkên Rêber Apo de dibîne. Vêya jî hişt ku gelek kes û derdor bibînin ku têkoşîna gelê kurd ne têkoşîneke klasîk ya rizgariya neteweyî ye. Di azadiya kurdan de, azadiya Jinan xaleke esas e. Di azadiya Kurdistanê de jiyana hevbeş a gelan xaleke esasî ye. Baweriyên cuda, neteweyê cuda, hevsengiya jiyanê ya di navbera mirov û xwezayê de pîvaneke esasî ye. Di vir de jî navnîşan Abdullah Ocalan e. Fikrên Rêber Apo bi têkoşîna li hember DAÎŞ’ê û bi modela Rojava berfireh bû. Niha bi hezaran kes, bi sed hezaran kes ne tenê li Ewropayê, di heman demê de li Amerîkaya Latîn, Asya û Afrîkayê hene. Di gelek zanîngehan de niha xwendekarên ku doktorayên xwe çêdikin, li ser fikrên Rêber Apo yên Konfederalîzma Demokratîk û Azadiya Jinan di Demokrasiyê de, her wiha pirsgrêkên ku em niha dijîn ê xwezayî û hawirdorê radiwestin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo van pirsgrêkan çareseriyeke radîkal pêşniyaz kiriye.
Bi kurtasî mirov dikare bibêje paradîgmaya Rêber Apo û têkoşîna kurdan ji bo pêkanîna vê paradîgmayê û bûyerên li cîhanê diqewimin ev hişmendî guhert.
Bi taybetî zanista ku Rêber Apo di 2006’an de ji bo jinan gotibû “Jinelojî” di nava jinan de li cîhanê kelecaneke mezin çêkir.

Ji ber van bûyeran mirov dikare bibêje guhertineke radîkal heye di lêgerînên wan kesên ku dixwazin pirsgrêkên cîhanê yên sedsalê çareser bikin.
Dixwazim tiştekî lê zêde bikim ku hêjayî gotinê ye li dewletên wek Swêd û Îtalyayê tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hin zanîngehan wekî naverokên dersan û li hin zanîngehan jî wekî çavkanî ji bo tezên doktorayê û profesoran tên bikar anîn.

Ji bo CPT erka xwe pêk bîne, kurdistanî û bi taybetî ‘Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan’ dikarin çi bikin?

CPT îsal di meha yekê de çûbû Tirkiyeyê, lê mixabin neçûbû Îmraliyê. Tenê ji rayedarên tirk agahiya der barê rewşa Îmraliyê de hîn bûbûn, di malpera CPT’yê de wiha nivîsîbû. Em dizanin ku helwesta CPT helwesteke siyasî ye. Çawa di asta Konseya Ewropayê de guhertin pêkan bû û me çêkir, em dikarin hêza xwe zêdetir bi rêxistinî ji aliyê çalakî û ji aliyê dîplomasiyê ve bi hev re bimeşînin. Em dikarin CPT mecbûr bikin ku helwesta xwe ya siyasî biguherîne.

Hêjayî gotinê ye ku di çalakiyên mehên dawî de hemû komên çalakvan dosyayên xwe pêşkêşî CPT’yê kirin. Di vir de em vebûna hin deriyan dibînin. Ev jî bêguman girêdayî biryardayîna siyasî û rojeva cîhanê ye û şikestina rejîma faşist ya tirk, bi berxwedana kurdan ne.

Bi kurtasî meseleya kurd û mijara Îmraliyê herdu jî meseleyên siyasî ne û dikarin bi rêyên siyasî werin çareserkirin.
Me dît ku Yekitiya Ewropayê dixwaze di meseleya kurd de derveyî xeta Rêber Apo û milyonan kurd çareser bike. Lê dîtin ku nameşe û nikarin vê îradeyê bişkînin. Wek mînak bi rêya Erdogan gelek caran çavên xwe girtin, li hember faşîzma dewleta tirk li ser kurdan û derdorên mûxalefetê. Her wiha li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî çavên xwe girtin. Bi balafirên bêmirov kurdan dikûje, sivîlan dikûje, wekî mînak berî çend rojan li Şengal û Xanesorê. Her wiha beriya wê qetilkirina siyasetmedarên kurd û ereb li Başûr û Rojava. Ewropayê li hember van bûyeran bêdeng ma û vê bêdengiyê jî rê li ber hikûmeta tirk vekir. Lê bes berxwedana gerîla û têkoşîna gelê kurd ev siyaseta hevbeş şikand û krîza dewletê kûrtir kir. Ber bi dawiya salê mirov vê rastiyê zelaltir dibîne. Ji ber wê jî neçar dimînin ku hêza kurdan bibînin. Ji bo çareseriya meseleya kurd jî Azadiya Rêber Apo garantî ye. Êdî ev fêm kirin. Em dikarin bibêjin ev serkeftineke ji bo me. Pêwîst e em bênavber bibêjin: Rêya çareseriya pirsgrêka kurd Rêber Ocalan e û derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” ye. Sala 2022’yan perspektîfa kurdan divê ev be! Ji ber ku şert û mercên van daxwazan îro ji bo siyaseta cîhanê guncav in.

Di sala pêşiya me de li Ewropayê dê nêzîktiyeke çawa pêk were? Kesên di hikûmeta nû ya Almanyayê de bi nêzîktiya xwe ya bi kurdan re tên nasîn, dê bandoreke çawa li ser derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û çareseriya meseleya kurd bike?

Ez wisa difikirim ku herî kêm argûmana ku PKK’ê di “lîsteya terorê” de bigirin ji holê radibe. Ku em li dîroka qedexeya PKK’ê binêrin, destpêkê Almanyayê di 1993’yan de û pişt re Amerîkayê di 1997’an de, paşê Yekitiya Ewropayê di 2002’yan de PKK xistibû “lîsteya terorê”. Ji 93’yan heta niha ne yek, bi sedan kampanya û çalakî hatin meşandin ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin. Dema em li profîla kesên li kêleka kurdan beşdarî van kampanyayan dibin, dinêrin mirov guhertineke radîkal dibîne. Êdî tenê kesên çepgir na, kesên lîberal, kesên xwe wekî bêalî, kesên ku Yekitiya Ewropa weke felsefeyekê diparêzin, mînak DIEM25, Progressive International û rêxistinên din ew jî êdî beşdarî kampanyayan dibin. Herî dawî Însiyatîfa “Edelat ji bo Kurdan” ku wan destpêkirine û di nava wan de jî kesên gelek bi nav û deng henin, kesên ku xelata Nobelê girtine, wek Elfriede Jelinek, fîlozof Slovaj Zizek an jî David Adler an jî Screcko Horvat. Kesên ku li Ewropayê tên nasîn wekî derhênerê sînemayê Ken Loach, wezîrê maliyê yê berê yê Yewnanîstanê bi sedan kesên din ev kampanya îmze kirine. Pir balkêşe 2 berendamên hilbijartinên serokkomariya Fransayê ji bo sala 2022’yan jî beşdarî vê kampanyayê bûn. Berê gelek derdor ji ber qedexeya PKK’ê ditirsiyan. Digotin em piştgirî bidin, em dê karê xwe winda bikin an jî bikevin bin zextên polîsan. Lê îro ev tirs nemaye. Her yek ji wan kesan nûnertiya rastiya beşek ji civakan dikin. Em dibînin ku profîla kesên beşdarvan hatiye guhertin û ev kes hemû dixwazin PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin. Ev jî tişteke pir balkêş e.

Ji ber ku êdî ew jî PKK’ê û dewleta tirk miqayese dikin; Dibînin ku yê cîhanê bêîstiqrar dike dewleta tirk e, diçe Lîbyayê, Sûriyeyê û Iraqê. Mudaxaleyî Behra Spî kir, piştgirî da Azerbeycan li hember Ermenîstanê. Destê xwe diavêje Sûdan û Somaliyê, ji aliyê din li Stenbolê konferensa li dijî yahûdiyan çêdike. Her wiha li Ewropayê jî her carê bi rêya sîxûrên xwe dixwazin komkujiyan pêk bînin. Ev hemû dihêlin ku xelk bibêje: Heger yek bikeve lîsteya terorê divê ev dewleta tirk be.

Nilufer Koç kî ye?

Nilufer Koç a ku ji bakurê Kurdistanê Erdexanê ye, wek zarokeke penaber di sala 1976’an de bi malbata xwe re koçî Almanyayê dike. Li Zanîngeha Bremenê beşa Bîolojî û Zanistên Siyasetê dixwîne. Zêdetirî 30 salên temenê xwe daye têkoşîna gelê xwe. Di navbera salên 2013 û 2019’an de Hevserokatiya KNK’ê kiriye. Di van salan de ji bo xebatên Yekitiya Netewî li Başûr û rojavayê Kurdistanê ma ye. Niha jî berpirsiyara Komxebata Têkiliyên Derve ya KNK ê ye.