Di serî de ez ê dê hinekî li ser navê vê sendromê çend gotinan bibêjim. Di zimanê îngilîzî de navê vê sendromê “burnout syndrom” e. Burn; şewat, out; ji derve ye. Bi tirkî jî “tükenmişlik sendromu” ye. Min di ferhengekê de li wergera wê ya tirkî nêrî. Di wergera îngilîzî de jî weke “sendroma şewitandinê” hatiye binavkirin. Lê hema şewat ne li gorî mantiqê ye. Wisa difikirim ku mîna lîstikekê be,“tu şewitî derkeve!” Ew şewat jî bi xwe re nemabûyînê tîne û mirov vêca li ser jiyana rasteqîn bifikire… Ev têkilî tenê hat bîra min li ser navê wê yî îngilîzî. Lê li gorî min pênaseya sendromê ya bi tirkî baştir e.
Îca ez bêm ser mijara sernivîsa xwe. Navê vê sendromê pêşniyaza mamoste Sîdar Jîr û Zana Farqînî ye. Bila ev diyar be. Ji ber ku ew ji hêla ziman, wêje û gotinan ve têra xwe hene, min pêşniyaza wan kir sernivîsa nivîsa xwe. Mamoste Sîdar ji hevalekî xwe yên Xorasanî jî pirsîye, wî jî gotiye em jê vê sendromê re dibêjin ‘fersûdige’. Ev pêyv tê wateya riziyayîbûyînê. Navê vê sendromê ji wergera îngilîzî nestandine, wan bixwe ev nav lê kirine. Li gorî min ev nav gelekî lê hatiye. Zimanê me ji ber ku bi bişaftin û tundiyê re rû bi rû maye û hîn ne bi pergal e, ez dibêjim navên hin tiştan jî ji ber vê yekê nediyar in. Ev sendrom di sala 1970’yan de ji aliyê Herbert Freudenbergerê psîkoterapîst ve derketiye holê. Freudenberger vê sendromê weke mînaka westiyayîbûn, zêde dijwarî, bêxwestekî( ji hêla hemû tiştî) û gilîyên ku mirov ji bo laşê xwe dike(weke êşê) pênase dike. Ev sendrom di serê ewil de ji bo karên civakî yan jî kesên ku di karên dikin de xwe zêde diêşînin/dixebitin re dihat gotin. Belê niha komên karmendan an jî ji bilî van mînakan, weke mirov li kesekî/ê ketî û ji malbatê ye binere (weke pîreke ketî) her wiha dayika ku karê malê û zaroka herî zêde li ser pişta wan e jî di bin xetereyê de ne. Ji wexta ku pênaseya vê nexweşiyê hatiye kirin û heta niha, gelek lêkolîn û ji bo teşhîskirina sendromê gelek test hatine kirin. Christina Maslach yek ji wan e ku ev test bi pêşxistiye û paşnavê xwe lê kiriye. Bi vî awayî sendrom hatiye tespît kirin. Pênaseya Maslachê jî li ser vê nexweşiyê ev e; bi kesên ku li gorî jiyana kar hêvîyên xwestekên hestî tê xwestin( lîstikvanî) û her car bi mirovan re rû bi rû mayîn van kesan bi awayek fizîkî diwestîne bê taqet û bê hêvî dihêle. Ev jî kesên ku bi vê nexweşiyê re rû bi rû dimînin, li hember derdorê yan jî karê xwe dike karê kesekî/e neyênî.
Sendroma neşiyanî ji hêla WHO(Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê) ve di navnîşa Tesnîfkirina Nexweşiyên Navneteweyî de cih girtiye.
Bi taybetî di mirovên ku bi lez û bez ji barê xebatê ku bes bikaribe rabe tê dîtin û di kesên di bin streseke giran de ne, di encama ku ferd xwe mecbûr dike ku di van şert û mercan de bixebite, hilweşîn piştî qonaxek diyar dest pê dike û nexweşî bi xwe dest pê dike. Kesên bi vê nexweşiyê ketine dibin weke kesekî/e ku nasnameya xwe winda kiriye. Bandora wê ne tenê li derûnîyê, li laşê mirov jî dixe. Çimkî nexweş xwe bêhêz û bêenerjî hîs dike. Ji ber vê kesên bi vê sendromê ketine bes dikarin karekî bikin û carna jî nikarin ji nav nivînên xwe derkevin. Xwe li hember cîhanê weke tiştekî teknolojîk ku bê girtin digirin. Fikara “êdî ez bi kêrî tiştekî û kesekî nayêm” bi wan re çê dibe. Li hember pêşerojê bêhêvî dibin ji bo jiyana xwe nikarin ti planan bikin.
Nîşaneyên Sendroma Neşiyanî
Ji ber ku ev nexweşî hêdî û bi awayekî dizî bi pêş dikeve haya mirov ji vê nexweşiyê çênabe û pêdiviya serîlêdana saziyek tenduristiyê nabîne. Li tevahiya cîhanê xelk li hember şert û mercên jiyanê yên dijwar li ber xwe dide û van hestê xwe weke tiştek hêsan dibînin. Ev jî dibe dijwariyeke din ji bo ferqkirina vê nexweşîyê. Wexta nexweşî tedawî nebe û bi ser de stres û zordariya jiyanê hîn zêdetir bibe, tundîya nexweşîyê jî zêdetir dibe û semptom jî êdî derdikevin holê. Em dikarin nîşaneyên herî xuya bi vî awayî rêz bikin:
• Hesta westandina beden • Westandina hestyarî • Êsîrgirtina fikrên neyênî• Dudilîbûn • Di xebitandina karên hêsan de dijwarî• Ji kar dûr ketin• Bê hêvîbûn • Xwe bêqîmet hîskirin• Di kar de kêmbûna bi xwe nebawerî • Her car xwe bêtaqet û westiyayî hîskirin • Ponijinî û jibîrkirin • Problemên xewê • Lêdana dil û zehmetkişana nefesê • Qebizbûyîn û zikçûyîn • Di serî, pişt û lingan de êş.
Ji bilî van semptomên, li gorî kesan jî bandorên cuda tên dîtin. Ji ber vê heke bi we re bandora vê nexweşiyê hebe teqez biçin testê bikin! Ne ez, pispor dibêjin. Bi piranî ev nexweşî di sê kategoriyan de tê nirxandin
Neşiyaniya Hestiyari
Ez dibêjim qey ev nav li vê faktorê nehat, lê heta tiştin di ziman de rûnin navê me dît ev e. Em dikarin bibêjin qelsbûna hestan, nemayîna hestan û hwd.(heke lê bê). Heke hûn xwedî neşiyaniya hestiyarî hewce nake hûn xwedî karekî jî bin yanî ji ber ku dibêjin bi piranî yê xwedî kar bêtir di bin xetereyê de ye. Pispor dibêjin heke hûn tenê sibehê zû biçin kar jî hûn dikarin xwe ji hêla hesta neşiyan/bêhest hîsbikin. Di rewşên hêsan de tişta ku hûnê bi kirina wê baş hîsbikin(ger, betlane, bi hevalan re têkilî) wexta hûn bi neşiyaniya hestiyarî bin wê bi we ne xweş bê. Weke hestên hêrsî, bêhêvîbûyîn û heta bi hinekan re somatîzasyon( ji bo ku nexweşek di vê pênaseyê de cih bigire, divê were destnîşankirin ku di kar, malbat, dibistan an jî jiyana xwe ya civakî de bi nexweşiyên cûr be cûr bandor bû ye.) jî çêdibe.
Depersonalization
Kesên xwe neşiyan hîsdikin bi xelkên der dora xwe re (nexweş, mişterî, heval û hwd.) di têkiliyên xwe de hestên wan kêm dibin. Ew bêwate dibînin ku dema xwe vala derbas bikin û têkiliyan biparêzin. Hêdî hêdî rûmeta xwe(bi hîs) têkiliyên hevaltiyê û kar kêm dibe. Fikrên neyênî û pê re ji ber vê xwe sûcdar dîtin dest pê dike. Xwe biyanî û guhertî hîsdikin.
Adaniya kêm û hesta bêkêmasiyê
Adanî kêm dibe. Ên neşiyaniyê hîs dikin xwe dibînin û dikevin metirsiya dudiliyê ya rakirina barê kar an jî karê rojane. Wexta dikevin vê tirsê bêtir dixebitin û dixwazin wê adaniyê bi derman, alkol, an bi dermanê hişçûyînê bilind bikin. Bandora vê nexweşiyê hem li gorî faktorên derholê hem jî li gorî kesan tê guhartin. Belê tişta herî xwerû jî ev e; tim bêhntengî, bi stresa kronîk keda dikşîne vê sendromê. Li kar jî tişta ku bandor dike jî ev e; kar di bin kîjan şertan de didome.
Şexs di pêşiyê de sînyala vê nexweşiyê digire. Sînyalên pêşiyê wek mînak; nikarin di xew re biçin û pê re sibeha zû şiyar nabin. Wekî din li gorî xalên wan ê qels bandor dike. Li hin kesan pirsgirêkên mîdê, li hin kesan êşa serî û piştê derdikeve. Mirov çawa dikare bibe bergirê vê sendromê.
Kesên ku di bin xetereya neşiyaniyê de ne li şûna ku barê xwe li hemberî îşaretên hişyariyê sivik bikin, hewl didin ku bi rewşên ku nayên bi rê ve birin re rû bi rû bimînin bi baldarî û kêmkirina dema ku ji xwe re vediqetînin. Ev dê pergaleke xelet be, heke mirov jê fahm bike ku tiştek xelet e, divê ew rawest e û guh bide xwe. Paşê piştgiriyekê ji pispor bigire, ji bo ku stres bi ser nekeve. Ji ber ku sendroma neşiyaniyê bi nîşaneyên depresyonê re têkîldar in, dermankirina wê bi piranî dişibin dermankirina nexweşiyên depresyonê. Li gorî vê yekê, hem psîkoterapî û hem jî tedawîya narkotîkê dikare wekî rêbazên dermankirinê yên bandorker di tedawîya derveyî û hundirîn a sendroma neşiyanî de were dîtin