13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gundên Tiltemirê tên topebarankirin

Çend seat piştî ku dewriyeya hevbeş a Amerîka û HSD’ê ji herêmê derketin, artêşa tirk ew gund topebaran kir. Li gorî rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di 15’ê kanûnê de dewriyeya hevbeş a amerîkî û Hêzên Sûriya Demokratîk li Tiltemira Hesekê çûn serdana gundê Derdare. Piştî ku ew dewriyeya hevbeş a ku ji 6 wesayitan pêk dihat ji gund derket, artêşa tirk bi topan êrîşî wî gundî kir.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara pêşî ye leşkerên Amerîkayê tevgereke wiha li wê herêmê dikin, ew gund dikeve herêma di navbera serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk û çekdarên ku artêşa tirk piştgiriya wan dike.

Li gorî agahiyên heman çavkaniyê ev dewriyeya hevbeş nêzî seatekê li gundê Derdare maye.  Piştî ku dwriye ji gund derketiye artêşa tirk dîsa ew gund topebaran kiriye.