Rojekê çend zilam ji deşta Mûşê bi rê dikevin û berê xwe didin beriya Mêrdînê Qoserê, diçin palehiya nîsk, ceh û genim.
Çend rojan dixebitin, rojekê yekî gundî bangî wan dike û dibêje:
– Hevalên hêja, sê rojan karê min heye, hûn ê nîskê min biçinin, lê dê nanê we ji kîsê we be. Mixabin hevjîna min nexweşe, nikare ji we re şîv û xwarinê çêbike.
Pale qebûl dikin û di nava xwe de diaxivin û li hev dikin. Ê ser pale dibêje:
– Hevalno, em ê rojê ji xwe re çend nanan bikirin, de hema em ê sê-çar rojan îdare bikin. Du roj derbas dibin, roja sisêyan dixebitin heta nîvro, li ser avê radiwestin, dest û serçavên xwe dişon.Tûrikê nanê xwe datînin ber xwe, kulma xwe di avê de dikin û di ser pariyê nanê tisî de vedixwin.
Serpale bi emirê xwe ji hevalên xwe mazintir e.
Bêtir di nava tecrûbeyên jiyanê de pijiyaye. Li hevalên xwe dizîvire û wiha ji wan re dibêje.
– Hevalno, Weleh em çend roj in ji nêza mirin. Xwedê poşmaniyê nede lê ez poşman bûm ku min ev kar qebûl kir!
Hîn gotina wî di devê wî debû, bala xwe didê ciwanek sêzdeh -çardeh salî ku şivanê kulekaye tîne ser avê. Dema digihîje nêzîkî wan silavê dide wan û dibêje.
-Xaloo ma hûn nanê tisî dixwin?
– Erê weleh xwarzê, xwediyê erdê nanê me kiriye ji kîsê me, em xerîbin, ne ji van dera ne, de way xwedê qedand!
-Xalo ez herim ji we re dimsê bînim.
Pale li çavê hev dinêrin û tev bi hev re dibêjin:
-Weleh ku tu bînî em ê bixwin.
-De bila çavê we li kulekên min be, ez ê aniha bînim.
Pale nanê xwe datînin û bi çar çavan li rêya xorto dinêrin.
Bala xwe didinê ku kundirekî bi boçik tije dims, di ber hemêza xorto deye û ber bi wan ve tê!
Pale bi hevre bazdidin pêşiya wî û çavên wî maç dikin, kêfxweşiya xwe nîşan wî didin, wekî ku ji xelayê derketibin, kundir didin destê hev, qurto qurto li hev parve dikin. Zikê xwe têr dikin û şukuriya xwe bi xwedê tînin, ava sar bi ser de vedixwin, yek ji wan li xorto dizîvire û dibêje:
-Xwarzê qey dimsa we geleke?
-Na Weleh Xalo, du kûpê me yê dimsê hebûn lê mişk ketibû vî kûpê me..!
-Te got çi?
-Min got mişk ketibû vî kûpê me.
-Niha ev dimsa ku me xwar mişk ketibû navê?
-Erê weleh!
Ji kerba çavê wan sor dibin, yek ji nav wan radibe ser xwe, bi boçika kundir digire û li nav guhê erdê dixe û kundir dibe pazdeh parçe.
Dema xorto çav li kundirê şikestî dikeve pişta xwe dide darê, digirî û dibêje:
-Ay li min bavooo!
Ez ê çawa herim malê ? Wê dapîra min, min bikuje! Ew kundir ê mîza wê bû! Ka ew ê êdî mîza Xwe di çi de bike?
Pale tev matmayî dimînin, di cihê xwe de disekinin û li çavên hev dinêrin.
Xorto jî bi çavê şil, kulekên xwe dide pêşiya xwe, rêya malê digre û dimeşe.
Carna di nav giriyê xwe de jî ji wan re xeberan dide.