Dİ 7’ê Kanûnê de Rojnamegerê amerîkî Zack Kopplin ku li navendeke lêkolîn û fikrî ya Amerîkayê kar dike, lêkolîneke xwe ya der barê sermayeya Barzaniyan ya li Amerîkayê de di rojnameya The Amarican Prospect û malpera www.prospect.org de parve kiribû. Piştî belavkirina belge û zanyariyên ku Kopplîn parve kirî, gendeliyên li herêma Başûr cihekî xwe yê germ di rojevê de girtiye.
Li ser mijarê Parlamenterê Tevgera Goran yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Daban Mihemed ji Rojnews re axivî û diyarkir bi sedan dosyayên din ên gendeliyê hene.
Daban Mihemed der barê gendeliyên rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê de wiha got: “Beriya vê mijarê jî me di gelek aliyan de li ser gendeliyên Herêma Kurdistanê lêkolîn kirin. Bi sedan dosyayên mîna ya Barzanî hene ku dahata giştî dizîne û dest bi ser de girtine. Her wiha daxuyaniya ku ofîsa Mesrûr Barzanî der barê belgeyan de dayî, qet giringiyek xwe nebû. Ji ber ku diviyabû bi belgeyan hatiba piştrastkirin ku belgeyên mijara gotinê ne, sixte ne. Herî kêm divê dahata Mesrûr Barzanî bihata eşkere kirin.”
Daban Mihemed da zanîn di rêza yekem de Komisyona Destpakî û Çavdêriya Darayî ji vê mijarê berpirsin û wiha domand: “Lê rolekî van saziyan a lewaz heye, nikarin lêkolîn û lêpirsînê li ser mijarê bikin. Wan bi xwe jî vê yekê îtiraf kirine. Her wiha divê parlemento jî li ser mijarê xwedî helwest bûya. Lê xebatên parlementoyê hatine sinordarkirin, tenê dikare heta lêpirsînê here. Ji wê û şûn de pêvajoya dadgehkirin û cezakirina gendelkaran di qeyranek mezin de ye û nikare tiştek bike. Bi sedan dosyayên bi vî rengî hene. Bi sedan berpirsên gendelkar ên bi belge û dîmen hene, lê heta niha jî yek kes ji wan nehatine cezakirin. Ew îrade jî nîne ku wan kesên berpirsyar ceza bike.”