12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşên DAIŞ’ê û palpiştên wê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di van demê dawî de li Iraq û başûrê Kurdistanê li ser hev êrîşên DAIŞ’ê çêbûn. Ev êrîş bi giranî li dijî noqteyên pêşmergeyan çêbûn. Li ser van êrîşan ne hikûmata herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta navendî ya Bexdayê daxuyaniyên fermî nedan.
Gelek kes van êrîşan bi hilbijartinên 10’ê cotmehê yên parlamentoya Iraqê ve girêdidin. Lê rastî ne wisa ye. Ger di bingeha van êrîşan de nerazîbûnên li dijî hilbijartinê hebûya wê ji aliyên peywendîdar daxuyaniyek ango nerazûbûnek hatibûya nîşandin. Lê heta niha ji van aliyan deng derneketiye.
Wê demê divê em vê pirsê bikin. Zêdebûna van êrîşan tê çi wateyê? Bêguman li gor kesan bersiva vê pirsê jî tê guhertin. Lê di rastiya xwe de bersiveke vê pirsê heye ew jî guhertina rojevê ye.

Ji gelek aliyan, bi belgeyan hevkariya PDK’ê û dewleta tirk ya bi DAIŞ’ê re hatiye eşkere kirin. Dîsa di gelek belgeyan de hatiye gotin ku serçeteyên DAIŞ’ê li Hewler û Tirkiyeyê bi cih bûne. Ev komên çateyan ên ku li hember şervanên azadiyê têkçûyîneke dîrokî jiyîne, êdî di destê van aliyan de ye û li gorî berjewendiyên wan tevdigerin.
Ev alî jî bi êrîşên tolhildanê yên bi DAIŞ’ê hewl didin dilê çeteyan xweş bikin. Ev êrîş li dijî kê pêk tên? Li dijî şervanên ku darbeya herî giran li çeteyên DAIŞ’ê xist pêk tên. Êrîşên dewleta tirk ên bi balafirên bêmirov û bi çek yên li Rojava, Mexmûr û Şengalê bi vê konseptê ve girêdayî ne.

Çeteyên DAIŞ’ê di demek pir kurt de gelek dever dagir kirin û qadeke pir berfireh xistin bin kontrola xwe. Di pêkanîna vê de bi deh hezaran sivîl qetil kirin û bi sed hezaran kes jî ji warên xwe hatin koçberkirin. Li hemberî vê hovîtiya DAIŞ’ê dewletên ku ji xwe re digotin “hêza super” jî neçar mabûn. Teknîka ku di her kêliyê de pesnê wê dihat dayîn jî bêbandor û vala hatibû derxistin. Di demekê de ku êdî her kesî pirsa; “Gelo wê DAIŞ çawa bê sekinandin” dikir, şervanên azadiyê derketin holê. Di serî de li Kobanê bi berxwedanek destanwarî DAIŞ’ê têk birin. Piştî serkeftina Şengalê, Mexmûr, Kerkûk û Reqa jî hatin rizgarkirin. Bi qasî serkeftina li Kobanê, azadkirina Şengalê jî di cîhanê de deng veda. Bi têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê cara yekem keç û xortên civaka Êzidî ji bo parastina axa xwe çek hildan û ketin nav têkoşînê.

Bi hezaran ciwanên Êzidî di bin fermandariya Zekî Şengalî, Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî û Merwan Bedel Xwedêda li dijî dagirkerî, qetilkirin û talana DAIŞ’ê serî rakirin. Bi têkçûyîna çeteyan, ev cara ewilbû ku civaka Êzidî li ser nirxên demokratîk pergala xwerêvebirinê avakir û xwe bi xwe rêve bir.
Lê çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê yên li herêmê têk çûn, bi awayekî nemerdane li dijî pêşengên vê şoreşê êrîş pêk anîn. Zekî Şengalî, Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî û Merwan Bedel Xwedêda di encama îstixbarata ku PDK’ê da MÎT’a tirk bûn hedefa êrîşan. Ev êrîşên ku di bingeha wê de tolhildana DAIŞ’ê heye, di heman demê de li dijî azadiya gelekî tên kirin. Hedefgirtina pêşengên civaka Êzidî ne bûyereke ji rêzê ye, ku mirov weke êrîşeke biçûk û normal bibîne. Lê mixabin hêzên navnetewî yên di her firsetê de spasiya xwe ji şervanên YBŞ û YJŞ’ê re dikin ku wan li dijî DAIŞ’ê serkeftineke mezin bi dest xistiye, li dijî van êrîşên dewleta tirk bêdeng dimînin.

Ev durûtiya hêzên navnetewî siyaseta qirêj ya li ser civaka Kurd tê meşandin radixe ber çavan. Em ji bîr nekin ku 9’ê cotmeha 2020’î de di navbera PDK’ê, hikûmeta Bexdayê û Dewleta tirk de li ser Şengalê peymanek hatibû îmzekirin. Ev peymana ku di bin çavdêriya Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî a li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert hatibû îmzekirin berfirehiya planên li ser Şengalê tên kirin eşkere dikir. Gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî vê peymana bêyom serî hildan û dan diyarkirin ku wê bi tu awayî vê peymanê qebûl nekin.
Li ser vê helwesta xelkê Şengalê êrîşên li ser herêmê jî zêdetir bûn. Li dijî van êrîşên bi destê dewleta tirk a dagirker de pêş dikevin him hikûmeta navendî ya Bexdayê him jî ya herêma Kurdistanê bêdeng ma. Sedama bêdengiya wan jî hevkariya wan ya di van êrîşan de ye.

Hikûmeta Iraqê têkildarî êrîşa Şengalê daxuyaniyek da û Tirkiye şermezar kir. Bexdadê hewl da bi vê daxuyaniyê xwe ji bûyerê bişo. Hemû kes baş dizanin ku ger Bexda destûr nede dewleta tirk nikare êrîşeke bi vî rengî pêk bîne. Lewma ger Bexda di vê helwesta xwe de ji dil be, divê ji şermezarkirinê zêdetir gavên pratîk bavêje û qada hewayî ji balafirên dewleta tirk re bigire. Nexwe baweriya kesî ji van gotinên xemilandî û ne ji dil re nayê.
Dewleta tirk bi vê êrîşê hewl dide ku rojevê biguherîne. Guhertina rojevê ne tenê ji bo dewleta tirk ji bo hevkarên wê yê li herêmê jî girîng e. Di demeke wisa de herkes behsa gendeliyên Mesrûr Berzanî û krîza aborî ya li Tirkiyeyê dike, di qada navnetewî de daxwaza azadiya Rêber Apo zêde dibe û rakirina qedexeya li ser PKK tê nîqaş kirin, êrîşeke bi vî rengî ne tesadufe.

Lewma em dikarin bibêjin aliyên bi DAIŞ’ê re di nav hevkariyê dene hem ji bo xwe hem jî ji bo hevkarên xwe li pêy tolê ne. Êrîşên li Şengal û Rojava li dijî pêşengê civakê pêşdikevin di çarçoveya tolhildana çeteyên DAIŞ’ê de pêş dikevin. Bi van êrîşan ve girîdayî DAIŞ jî li herêmê li gorî berjewendêyên van aliyan êrîşan pêk tîne. Êrîşên li ser pêşmergeyan pêşdikevin mirov dikare di vê çarçoveyê de bigre dest.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê