Di nav çend mehên dawî de bandora qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê kurtir bû. Li gor bûyerên heyî mixabin dê ev qeyran aboriyê kurtir bibe jî. Me di çend bernameyên din de behsa bandora qeyrana aborî ya li ser jiyanê kir. Îro jî em ê di bernameya piyase de cih bidin zehmetiyên ku nanpêj û xwediyê lokantayan dikişînin. Wek tê zanîn di pirtûkên ku wezareta perwerdeyê amade dike de tim tê gotin ku Tirkiye ji aliyê hilberîna genim de xwediyê cihekî girîng e. Lê di rastiyê de Tirkiye ji Çînê yanî ji welatê herî qelabelix jî bêhtir îthalata genim dike. Li gor daneyên heyî ji destpêka desthilatdariya AKP heta niha ji ber polîtîkayên aboriyê bi tevahî 6 sed û 54 hezar cotkar dev ji karê xwe berdane. Yanî AKP li welatê nan gel bê nan hiştiye.
Nanpêjên ku em bi wan re axivîn ji ber zamên ku li ser arvan tên kirin, bêzar in.Di nav 2-3 mehên dawî de tenê li Amedê 30 firinên ku nikarin ji ber zeman kar bikin, hatine girtin. Ew nanpêjên ku karê xwe didomînin jî diyar dikin ku kar û zirara wan êdî hev dernaxe. Bihayên arvan, hevîrtirş û êzingan di nav demeke kin de 2 qat zêde bûne. Di demên berê tenê di meha 9’emîn ango di maha îlonê de arvan biha dibû. Lê di roja me de carna rojê 2 caran zem tê ser arvan. Ev qeyrana aborî ya ku ji ber polîtîkayên hikûmetê yê şaş her diçe kurtir dibe baweriya di navbera esnafan de jî kêm dibe. Ji ber ku tu kes nikare zemên roja pêş xwe texmîn bike melzemeyan deyn nadin hev. Ev rewşa ku dertê holê çerxa hilberînê dike nav kaosê.