12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştgiriya Nobeda Edaletê mezin dibe

Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin a li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 15’an de berdewam kir. Keça Abdulhalîm Kirtay ku li Girtîgeya Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê 30 sal in girtî ye Herdem Merwanî 3 roj bûn ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de bû. Merwanî, greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir û tevlî Nobeta Edaletê bû.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Komeleya Wêjekarên Kurd serdana malbatê di nobetê de kirin.

Ozturk, Aydenîz û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltay Yaray, di serdane de axaftin kirin û piştgiriya xwe ya ji bo malbatan anîn ziman û gotin ku heta daxwazin malbatan bên qebûlkirin dê li cem malbata bin.

Berxwedana malbata Şenyaşar 267 roj li pey xwe hişt

Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeyê Rihayê ku di 9’ê adarê de dest pe kiriye di roja 267’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ku hevjinê wê û 2 kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin, ji ber ku Miduriyeta Polisan a Pirsûsê wê vexwendibû îfadeyê, îro nehat ber edliyeyê. Kurê Şenyaşar Ferît Şenyaşar, hat ber edliyeyê û bi vekirina dovîza “Em edaletê dixwazin” li “Goşeya Edaletê ya Malbata Şenyaşar” dest bi nobedê kir.

Polisan, beriya niha jî 8 caran bi heman hincetî Emîne Şenyaşar ji bo îfadeyê vexwendibûn qereqolê. Piştî van îfadeyan bi angaşta ku “heqaret” li Wezîrê Karên Hundir Suleyam Soylû û Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye doz li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin.

Nobeda li Sêmalka 57 roj in didome

Meclîsa Malbatên Şehîdan li deriyê sînor ê Sêmalka di roja xwe ya 57’emîn de çalakiya nobedê berdewam dike. Hêzên PDK’ê yên ku cenazeyên endamên HPG’ê desteser kirin, 94 roj in cenaze nadin malbatên wan. Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG’iyan li deriyê sînor ê Sêmalka 57 roj in kon vedan û dest bi nobedê kirine. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 57 roj in li deriyê sînor ê Sêmalka nobedê digirin. Di nava rojêde gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin û nobedê digirin. Dayikan diyar kirin ku heta cenaze neyên wergirtin dê çalakiya xwe bidomînin.