Malbatên girtiyan, bi armanca ku girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin bêne berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibe li Baroya Amedê çalakiya Nobeda Edaletê berdewam dikin. Nobeda malbatan 11 roj in didome. Endamên Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê ku di bin banê Platforma Lêkolînên Koçê de ye û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) serdana malbatan kir. Rêvebera Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê Eyşan Kanûş Zengîn, qala girîngiya nobetê kir û wiha got: “Ez bi xwe jî 3 mehan di girtîgehê de mam. Rewşa girtiyan û girtîgehan qet nebaş e. Zext li ser girtiyan hene. Heke em îro dengê xwe dernexînin em ê kengî derxînin? Em bibin hezar û dengê xwe bilind bikin.