Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatiye betalkirin li Baroya Amedê bi dirûşma ‘Ji bo girtiyên nexweş edalet’ dest bi nobetê kirin. Nobeta dayikan 11 roj in didome.
Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji bo dayikên ku li Buroya Amedê di nobetê de ne bi riya parêzerên xwe nameyeke şand û banga xwedîderketina çalakiyê kir.
Peyama FîgenYuksekdag wiha ye:
“Ez dayikên ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan ketine nobetê silav dikim û destên wan maç dikim. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan û saziyan dikim ku li dijî polîtîkayên kuştin û zilmê yên li girtîgehê bên bidawîkirin xwedî li çalakiya dayikên me derkevin.”