12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 9’an de didome

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku bi armanca girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya serbest bêne berdan, li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 9’emîn de berdewam dike. Nobeda ku di nava rojê de gelek kes, sazî û komele serdana wê dikin îro jî nûberên Komeleya 78’an çû serdana wê.

Di nobetê de Fevziye Kulakan a ku hevjinê wê û lawê wê di girtigehê de ne axivî û destnîşan kir ku divê êdî girtî bên tehlîyekirin û ew zilm biqede.

Her wiha, Hasîne Guler a ku hevjînê wê 29 sal in di girtigehê de ye û Yesure Tufan a ku 5 sal in lawê wê girtiye ye jî banga hestiyariya ji bo nobeta edaletê kirin.

Di serdanê de Hevserokê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş avivî. Huseyîn bal kişand  ser tecrîdÊ û wiha got: “Ev têkoşîn, têkoşîna me hemûyan e. Îro li girtîgehan muameleyên kêfî li hember girtiyan berdema dikin tê kirin û îşkenceyek mezin li girtiyan tê kirin. Girtî di bin tecrîdek mezin de ne û ew tecrîd xwe li ser hemû qadên civakê nîşan dide. Divê girtiyên nexweş bên dermankirin û werin tehliyekirin.”