12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunera civaka hiyerarşîk û wek antîtez hunera civaka demokratîk 2

Li gor bindestan, yên ku keda wan tê xwarin, yên ku tên birêvebirin, yên ku dixwazin cîhaneke heqane, wekhev, bêçîn, bêkedxwarî û adil ava bikin. Divê huner wek du beşan hunera civakbûnê û hunera bûrjûwaziyê bê şîrovekirin; berhemên ku tên afirandin vegotina hunerî ya ku hatiye pêkanîn, ka yên pergala bûrjûwaziyê ne yan jî xizmeta gel dikin divê li gor pîvanekê bên destnîşankirin û li gor alîgirbûnê mijar bên nirxandin. Ev ne helwesteke talî ya ku li gor ekoleke hunerî yan jî têgihîştineke hunerî bê diyarkirin e. Ev rewşeke bingehîn a li gor ka kîjan xeta şaristaniyê tê tercîhkirin e. Hilberîna hunerî yan dê ji xeta şaristaniya demokratîk re xizmetê bike, yan jî dê bibe payandeyeke şaristaniya bûrjûwaziyê. Ango gava ku hunermend ji destpêka hilberîna xwe ya hunerî ve li hilberîna xwe ya hunerî difikire, ji bo hilberînê daneheva pêwist pêk bîne, çavkaniyên xwe diyar bike, alav û amûrên ku dê bi kar bîne, cihê hilberînê, qada parvekirina hilberînê, cih û rêbazên parvekirinê diyar dike, vana hemûyan li gor xeteke tercîhan pêk tîne. Tu asteke hilberîn û parvekirinê ji vê xeta tercîhan serbixwe bi pêş nakeve, nikare bi pêş bikeve. Divê di çarçoveyeke çînî û birdozî de huner bê nirxandin. Nêrîna ku dibêje huner di ser birdozî û çînan re ye û divê di ser wan re be, hunera ku birdozî pê digere vediguhere navgîneke propagandayê ya req a bêgiyan, divê hunermend serbixwe be û xwe bi tu birdoziyê ve girênede. Argûmanên ku îro herî zêde li derdorên hunerî tên bilêvkirin û yek ji rêyên têgihîştina hunerê ne. Bêguman ên ku herî zêde van gotinan dikin, derdorên hunerê yên bûrjûwayê, hunermendên bûrjûwayî û rexnegirên hunerê yên bûrjûwayî ne. Gava ku vê yekê dikin, hunermendên şoreşger ên ku ji aliyekî ve di şert û mercên pir giran de hewl didin ku pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. Dema xwe ya ji derveyî vê hewldanê li gor rastiya hêzên civakî û gel ji bo hilberandina hunerî bi kar bînin, derdixin derveyî vê qada hilberînê ya li dijî pergala kapîtalîst. Naveroka birdoziya hunera wî/ê vala dikin, wî/ê dikin parçeyek ji koma hunermendên bûrjûwayî. Ji aliyê din ve jî hewl didin ku tevahiya derfetên madî û manewî yên hilberîna hunerî ya çînên jêrîn ji holê rakin.

Gava ku mirov ji vî aliyê ve lê dinêre, ligel ku hunermendê/a şoreşger ne xwediyê derfet û mercên hilberînê yên hunermendên bûrjûwayê ye jî ya rast gava ku hunermendê/a şoreşger ji nebûna derfetên hilberînê gazinan dike, ya rast dibêje şert û mercên wî/ê yên hilberînê tune ne. Ew dixwaze li gor pîvan, rêbaz û şert û mercên hilberînê yên hunera bûrjûwayê tevbigere. Ango ligel ku lingên wî di nav rastiya wî/ê ya civakî de ne jî, laş û seriyê wî/ê di nav qada hunerê ya bûrjûwaziyê de digere. Ku rewş ev be, bûrjûwazî yan bi pêkutiyan dike ku ew dev ji hilberînê berde, yan jî dike ku ew ji rastiya xwe ya civakî qut bibe û wî/ê tev li qada xwe ya hunerî bike.

Bûrjûwazî hunerê li gor çawaniya wê li hinek ast û kategoriyan dabeş dike. Ji bo ku ji wan kategorî û astan derbas bibin, divê dev ji bîrdoziya xwe ya çînî û awayê jiyana xwe ya çînî berdin. Hunera herî baş, rastîn û cewherî hunera ku ji aliyê çîneke perwerdehiyeke baş wergirtiye û bûye xwediyê jiyaneke astbilind ve hatiye afirandin e. Hunermendên muxalîfên pergala bûrjûwaziyê ji bo ku bikaribin li qadên ku bûrjûvazî pîvanan diyar dike hilberîna xwe ya hunerî pêk bînin divê pîvanên têgihîştina hunera bûrjûwaziyê esas bigirin, li gor vê estetîkê tevbigerin, li qad û cihên diyarkirî hilberîna xwe pêk bînin û li qadên ku bûrjûwazî hêja dibîne berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin. Bi vî awayî dikarin bibin dûvikê hunera pergala bûrjûwaziyê. Hunermendek bi rastî jî bêyî ku van sînorên elît ên ku ji bo hunerê hatine danîn parçe bike, heta ku çîna navîn a ku dûvika qada civakî ya bûrjûwaziyê ye terk neke, qadên xwe yên hilberîn û parvekirinê, çavkaniyên xwe yên xwedîbûnê li gor rastiya gelê xwe diyar neke, nikare hilberîneke dijber pêk bîne.

Yên ku xwe wek hunermendên şoreşger û muxalîf bi nav dikin, li qadên ku ji aliyê desthilatdariyê ve tên destnîşankirin û sînorên wan tên diyarkirin, li gor pîvanên ku wan diyar kiriye hilberîna xwe ya hunerî pêk tînin. Ev jî qeyrana herî bingehîn a vê qadê ye. Ev yek dike ku di navbera armanc, rêbaz û encamê de nelihevkirineke bingehîn derkeve holê û bi vî awayî hunermend bikeve nav qeyranê. Desthilatdarî gava ku di motîvasyon û mercên hilberîna hunerî ya bindestan de qeyraneke bi vî awayî pêk tînin, xeta di navbera hunera civakî û hunera bûrjûwayê de jî nediyar dikin û dikin ku yên ku li ser navê hunera şoreşger hilberînê pêk tînin fam nekin ku çawa ji bûrjûwaziyê re xizmetê dikin. Hunermendên muxalîf ên ku bikevin nav tora têkiliyên hilberîn û bazarkirinê yên ku pergala bûrjûwaziyê bi awayekî hiyerarşîk ava kiriye, ne pêkan e ku careke din îflah bibe. Tişta herî trajîk jî ew e ku ligel heta kûrahiya dil û mêjiyê xwe taybetiyên hunera bûrjûwaziyê dijîn jî hîna jî xwe wek hunermendekî/e muxalîf û şoreşger dibînin. Îro di nav derdorên muxalîfên pergalê de tişta ku herî zêde û herî berbiçav tê jiyîn ev rewşa xwexapandinê ye. Aşkera ye ku heta di navbera van her du têgihîştinên hunerê de xeteke qalind neyê kişandin, bi rastî jî ne pêkan e ku hunereke li dijî pergala heyî bê afirandin. Pergala ku te dixe nav tora xwe ya têkiliyan a heyî bi tenê dihêle ku tu di nav kategoriyên hiyerarşîk ên ku wê diyar kiriye de û li gor asta ku wê destûr daye de hilberîna hunerî pêk bîne. Hunermendên ku di bidestxistina çavkaniyên madî de astengiyan dijîn bi dayîna piştgiriya madî, bi tevahî bi xwe ve girêdide. Ji bo hunermendên ku şerm dikin ji dewletê piştgiriyê bigirin an jî ji hilberandina bi piştgiriyeke bi vî awayî aciz in jî bi rêya fon û weqfên cuda derfetên piştgiriyê pêşkêş dike û rêya ku wan bi xwe ve girêbide dibîne.

Wisa be tişta ku divê hunermendên dibêjin em muxalîf in, li dijî pergala heyî ne û ji bo gel û gelan hilberîna hunerî pêk tînin bikin ev e: Li dijî hunera pergala civaka hiyerarşîk afirandina hunera civaka demokratîk e. Ji bo hunermendên kurdistanî hilberîneke hunerî ya bi vî awayî pêk bînin, motîvasyon û şert û mercên civakî û polîtîk ên pir mezin hene. Tevgera Azadiya Kurdistan bi îtîraza xwe ya nuwaze û li gor vê îtîrazê jî pêşniyazkirina jiyaneke alternatîf nîşan daye ku cîhaneke din pêkan e. Ji bo vê yekê jî daneheva teorîk û pratîk jî afirandiye. Tişta ku divê hunermendên kurdistanî bikin ev e: Divê binihêrin gava ku Tevgera Azadiya Kurdistan bi wê angaşta wiha mezin derdikeve holê û vê daneheva mezin diafirîne hêza xwe ji ku werdigire.
Divê tevahiya têkiliyên pergalê bên redkirin, ji bo xwedîbûna ramanî û estetîk li çavkaniyên xwe vegerin, nirxên gelê xwe û nirxên gelan ên gerdûnî esas bên girtin. Ev destpêka kar e. Piştî vê yekê, di tevahiya astên hilberînê de bi hêza xwe ya cewherî, bi avaniya xwe ya rêxistinî xwe hekirin û wek ku pariyê nanê xwe bi gelê xwe re parve dike parvekirina berhemên xwe ya bi gel re divê nêzikatiya bingehîn ve. Divê li estetîka ku kurdistaniyan bi sedsalan di encama afirandina civakîbûnê de pêk anîne û dawerivandine xwedî bê derketin. Divê ev estetîk di şert û mercên îroyîn de bi paradîgmaya azadiya Kurdistanê re bên têkelkirin û pêşvebirin. Ev ne tenê tercîhek e, di heman demê de ji bo ku mirov li hemberî pergala kapîtalîst bikaribe li ser piyan bisekine û bibe alternatîf jî ev tiştekî bivênevê ye.