Di dîroka mêtîngeriyê de yekem car bi ser pîvanên ku civakê tîne gel hev û li hev radigire, êrîş pêk tê. Yek ji rêgeza şerê taybet ji holê rakirina nirxên civakî yên exlaqî û hêza fikrandina polîtîk a kolektîf e. Şerê taybet li dijî civakbûyînê di xizmeta hêzên desthilatdar de bi rê û rêbazên cuda dixwaze tevahiya civakê bixe bin kontrola xwe.
Gelek awayên şerê taybet hene kudivê mirov di ferq û zanabûna wan de be. Tebeqeya serdest di dîrokê de beriya şer tirs ava kirine, bi vê re hêzên xwe yên leşkerî nîşan dane û armanc kirine ku xwe li ser civakan serwer bikin. Di şerê taybet de bedena jinan wek ganimet tê dîtin, civak bi birçîbûnê tê terbiyekirin, teslîm tê girtin, tê xapandin û armanckirina binemaliya-malbatî, şerê derûnî di nav hev de tê şixulandin. Meşandina ziraviya şerê taybet ji bo tunekirina bîra civakî, çand û dîroka mirovahiyê bê berevajîkirin ji yek navendê tê birêvebirin.
Civak dikare şerê taybet têk bibe
Şerê taybet çavkaniya xwe ji hişmendiya aqlê serdest ê dewlet-îstîxbaratiyê digire. Dewlet heyîna xwe li ser meşandina şerê taybet bi rêve dibe. Şerê taybet yek ji cureyê şeran ê herî xeternak e. Car heye bi rêya zorê; car jî heye ku xwe bi rêya qanebûn-nerm, kilifa hiqûqa netewe-dewletê û propagandayê bi rêve dibe. Desthilatdarî bi metoda şerê taybet xwe di nava civak û malbatê de bi cih dike.
Rehên civakê xwe dispêre dîroka kûr, hêza wê ya berxwedanê ku her zindî û dînamîk e. Bêyî xwe bispêre hêzeke derve, dikare parastina nirxên xwe, hebûn û destkeftiyên xwe bike. Kesê bi nirxên bîra civaka xwe mezin bibe xwedî bîr û baweriye û qîmeta wê/î bilind e. Qûtbûna ji çand, rastî û dîroka xwe, qebûlkirina çanda xulamtî ya çîna serdest e.
Kesayetên lewaz!
Kolonyalîzm dixwaze destpêkê bîr û vîna civakê teslîm bigire; piştre jî ruh, bedena mirov a mîna ku objeyeke bi kar bîne tune bike. Ê ku pergala serdest li ser pêyan digire çanda xulamtî, serçepisandin, tenezûlê hertiştîkirin û sekna peşverû ya kesan e. Desthilatî zemîna xwe ji kesayetên lewaz ên ji rastiya civaka xwe biyanî bûne digire. Kes parçeyek ji nirxên civakî yê/ya herî bi bandor e. Lewra civak xwe di heyîna kes de ava dike, pêre mezin dibe.
Polîtîkayên şerê taybet
Ji destpêka avabûna dewletê ve desthilatdarî bi rêya şerê taybet rêxistinbûyîna xwe li ser nirxên bi keda jinan hatine afirandin bi rêve dibe. Civakê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Şerê taybet ji gelek cureyên tundiyê pêk tê. Tevî şerê leşkerî; talana xwezayî, qirkirina fizîkî ya civakê, şerê aborî, xapandin, manîpulasyon, şerê îstîxbarî, perwerdekirina cerdevan-sîxur-notirvan, bêhêvî hiştin, bi rêya fihûşê xistina jin û ciwanan, tecawiz, derxistina şerê navxweyî, ji holê rakirina hêza manewî ya exlaqî, pûçkirina ruhê jiyana komunal û hwd. ji bo xwe dixe armanc.
Ev rêbazên ku me li jorê rêz kirindewleta tirk ji salên 90’î ve li bakurê Kurdistanê bi her curêyê şerê taybet li dijî kurdên doza azadiyê diparêzin bi kar tîne. Her çiqasî di dem û mekanê cihê de hatibe şixulandin jî lê îro bi heman polîtîkayên qirej dixwazin civaka kurd bi rêya fihûşê biçûk bixin. Bi hezaran mînakên vî şerî yên ser jin û ciwanên kurd pêk hatine hene.
Di van rojên dawî de bi derketina holê ya çeteyên fihûşe/tiryak ku li bajarê Qileban, Colemerg, Gever, Hezex, Êlih û Amedê tê gotin ku ev çete ji hêla cerdevan, polîs û leşkerên bi pere (leşkerên-pispor) ve hatiye organîzekirin. Di hedefa vê çeteya organîzekirî de bi taybetî kurdên di doza azadiyê de bedêl dane, malbatên nirxan û bajarên ku di ferq û zanabûna nasnameya xwe ya kurdewar de dijîn tê xwestin ku di şexsê wan kesan de gelê kurd têk bibin.
Divê ciwan xwedî alternatîf bin
Di bin navê qûrsên dirûtin, quranê, pîşeyî û hwd. de jinên ciwan dikişînin nava çirava fihûş û sîxuriyê. Ji bo xistina ciwanên kurd, her cure şerê qirej tê bikaranîn. Ciwan ji çanda xwe têne dûrxistin û bişaftin. Di nav ciwan û zarokan de fihûş û madeyên hişbirê hatiye belavkirin. Desthilatdarî bi vê jî sînordar nemaye, li hemberî ciwanên ketine xefka sîxuriyê gefa kuştine li wan dixwe. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê û metropolên ku kurd lê zêde ne ev şêwaz êdî ji rêzê bûne. Jin û xortên ciwan bi rêya şantaj û pere tên xapandin û bi vî awayê tên xistin. Divê ew ciwan vegerin ser nasname û çanda xwe ya resen. Tê xwestin ku ciwanan bi rêya fihûş, bi fêrkirina madeyên hişbir têxin nava çirava pergala modernîteya kapîtalîst û ji wan re tu rêyên alternatîf nehêlin. Divê ev ciwan xwe bê çare nebînin, xwedî alternatîf bin. Ji hêla hestiyarî ve lewazî, valatî hene. Pêwîst e her mirovên kurd mêtîngerê li ser xaka me dijîn baş binasin û xwe ji wan biparêzin. Neçin malên wan û li wesayîta wan siwar nebin.
Civaka kurd
Li gorî ku em civaka xwe dinasin; civakek xwedî nirxên giranbiha, zû bi zû nayê xapandin û xwe teslîmî zeîftiyên xwe û lewaziyên şexsî nake, heye. Bi qasî ku em civaka xwe ya kurd dizanin; civakek berxwedêr, esîl, xwedî çand, bawerî û ji bo jiyanek birûmet û azad bi dest bixe, gelek bedêl dane…
Eger ku civak bi rêxistinkirî tev bigere, çendî êrîşên şerê taybet li ser bên kirin jî, wê bi hêza xwe ya rêxistinkirî bikaribe parastina xwe bike û vîna xwe radestî hişmendiya hêzên mêtînger nake. Lê sed mixabin, di van çend salên borî de civak ji hêla rêxistinî ve valatiyeke dijî. Divê bê zanîn, têkoşîn ji bo parastina nirxên civakê ye.