Balyozxaneya DYA ya Sûriyeyê der barê zêdebûna tundiya li Sûriyeyê daxuyaniyek da. Balyozxaneyê li ser hesabê xwe yê Tweeterê hişyarî kir û wiha got: “Em zêdebûna tundiyê li Sûriyeyê şermezar dikin. Em bang li hemû aliyan dikin ku rêzdariyê ji agirbesta heyî re nîşan bidin. Divê her kes hewl bide vê zêdebûna tundiyê kêm bikin û beriya her tiştî jiyana sivîlan werin parastin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî vê daxuyaniyê jî dîsa 2 êrîşên din li dijî gundewarên Kobanê pêk hatin û di encama êrîşa dawî de 3 endamên QSD’ê di dema ku ji nexweşxaneyê vedigeriyan, wesayîta wan rastî êrîşa balafirên bê mirov hatibû. Di êrîşê de 3 endamên QSDê jiyana xwe ji dest dabûn.