Di 37’emîn salvegera koçkirina helbestvanê mezin Cegerxwîn de, em wî bi rêzdarî bibîr tînin û vê helbesta wî diyarî hemû gelê kurd dikin.
Bûka Cîhanê
Welatê min tiwî bûka cihanî
Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewrî
Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî
Serî taca Silaheddînê kurdî
Enî roje, di birca asimanî
Du birhên te kevanên Rustemê Zal
Du zilfên te ji tîrên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik
Ji te hêstir şeraba Kamîranî
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir
Zimanê te ji benda şêxê Xanî
Çena te guhê Cûd û Şax û Hebler
Qirik eywan û taqa kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevista
Memik ferfûre têde neqşê manî
Du destên te tixûbên Tirk û Îran
Hero cenge bi tîrên zerveşanî
Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleş
Ziyaretgehe bo me her zemanî
Bi nîşan û bi nan û xwîn rija
Me dest girt û qelen da û tu anî
Ser û pa zend û baz in tev bi hinne
Hemî sor in ji rengê erxewanî
Bi te em şa ne bûn ev bû du sed sal
Ji me dengê tivinga çûye banî
Bira û law û bav û ap û pismam
Li ser te hev di kuştin pehlewanî
Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer
Dihatin hev li meydanê beranî
Bi talan û bi kuştin, hem bi sotin
Me konê şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa
Kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan
Li alîkî sedayê xweşê sanî
Hemî bûne mirîd û şêx û sofî
Bihiştî ne çikin nav û nişanî
Li axur radizin lê şêx diçî jor
Berî nîvro ji banî tê giranî
Ser û pa tev dikî gulav û ember
Dibê nûre kero ma tu çi zanî? !
Bi van xapan dixwarin xiwarinên xweş
Wekî şêx û melayên vî zemanî
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar
Xizanî yek, ewê di her nezanî
Weke şêr û pilingan em diçûn hev
Penîr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan
Bi zîvarî, belengazî, şivanî
Herê bûkê pepûkê jar û mestê
Li ser sînga te zava man biyanî
Te reş daye serê xwe ber li ser me
Li te rokê dibî pîroz kitanî
Cegerxwîn e kurê te her dinal
Ji ber jana nezanî û xizanî…
Cigerxwîn