Parlamena Katalonyayê bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. Parlamena Katalonya di salvegera rizgarkirina paytexta DAIŞ’ê Reqqayê de, bi fermî bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. 111 parlamenteran dengê Erê û 18 parlamenteran jî dengê Na dan.
Parlamena Katalonya bû yekem parlamen ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas bike.