13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mor Barîkat: Ezber bi hev re tên hilweşandin

Li çar aliyê cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn dema zarokek çêdibe bi rolên civakî yên zayendperest tê mezinkirin û li gor wan rolan lîstik, cil, axaftin û terza jiyana wan tê diyarkirin û avakirin. Lê jinên ku di jiyana xwe de van rolan qebûl nakin di qadên cuda de serî hildidin û rolên ku hatine avakirin hildiweşînin. Yek ji ezberên cîhanê jî der barê lîstin û alîgiriya futbolê de ye. Tê zanîn ku dema futbol û alîgiriya wê tê gotin di hişê mirovan de şiklê mêr tê berçavan. Lê bi demê re jinên kurd bi têkoşîn û vîna xwe ev ezber têk bir û navê jinên kurd ên ku bi têkoşîna xwe dihatin nasîn vê carê jî bi alîgiriya tîma Amedsporê dan bihîstin.

Her tîma futbolê xwediyê komeke alîgiran e. Û ev alîgir jî bi tarzên cudatir tên avakirin. Alîgirên Amedsporê jî li gor rastiya civaka xwe bi navê Barîkat û Mor Barîkatê hatin avakirin. Mor Barîkat di cîhanê de yekemîn koma alîgirên jin ên tîmeke futbolê ye û armanca wê tunekirina zimanê zayendperest ên di trîbûnan de ye.

Em der barê rewş û xebatên heyî yên  Barîkat û Mor Barîkatê de bi endamên wan re axivîn.

Endama Mor Barîkatê Rozerîn Yakût di axaftina xwe de bal kişand ser zimanê li trîbûnê yên zayendperest û ev tişt anî ziman: “Mor Barîkat bi armanca tunekirina zimanê zayendperest û nêrîna ku maç tenê karê mêran e ji holê rabikin, hatiye avakirin. Di roja me de zimanê zayendperest ên mêran di her qadê derdikeve pêşberî me. Lê em ê di her qadê de bi têkoşîna xwe vî zimanî ji holê rabikin. Em tenê li trîbûnan li benda jinan nasekinin. Em wek Mor Barîkat diçin saziyên jinan û kolanan û wan vedixwînin maçan.”

Têkoşîn li dijî trîbûnên zayendperest e

Endama Mor Barîkatê Kader Yilmaz jî bal kişand nêrîna gel a li ser Mor Barîkatê û diyar kir ku ew dema nû ketin nav hewldana avakirinê, gel bi guman nêzikê wan bû û wiha got: “Ewilî nedixwestin em têkevin trîbûnan. Lê em di biryara guhertina nêrîna li trîbun û alîgiriyê de bi israr bûn. Me zehmetî dîtin, Lê îro em li vir in. Em dikarin bibêjin ew nêrînên li hemberî me guherîne. Çimkî me yek bi yek ji wan re digot ew çêrên ku hûn dikin zayendperest in û hûn di şexsê kesan de heqaretê li me hemûyan dikin. Êdî em bi xwe jî dibînin kesên berê çêr dikirin niha wek berê nînin.”

Yilmaz li ser rêxistinbûyîna jinan a di Mor Barîkatê de jî rawestiya û wiha got: “Dema jineke tena serê xwe diçû maçê û rastê çêrên li trîbunê dihat dixwest bertek nîşan bide. Tu kesan ev çêr nedigirtin ser xwe. Di vir de girîngiya rêxistinbûyînê derket holê. Ji ber wê dema em  bertekan nîşan didin ew kesên em wan rexne dikin rêxistinbûyîna me dibînin û neçar dimînin ku xwe biguherînin. Ferqa me ji tîm û alîgirên din heye. Tima Amedsporê dema li sehayê maçê dilîze dixwaze ji ciwanan re bibe model jî. Ne Amedspor ne jî alîgirên Amedsporê nijadperestin û zayendperest in. Îro li tu deverê alîgirên wek Barîkat û Mor Barîkatê tune ne. Em bi daxwaza tunekirina tundî, çêr û nêrîna zayendperest îro li trîbunan e û em ê bi hev re jî van nêrînan ji holê rabikin.”

Ezberên heyî hildiweşin

Endama Mor Marîkatê Zîlan Yildiz jî da zanîn ku li hemû cîhanê alîgirên tîmên fitbolê hene, lê yên mîna Mor Barîkatê li tu derê nehatine avakirin û wiha got: “Heya niha jinên ku ji ber tundî û zayendperestiya di trîbûnan de nedihatin maçan îro bi me re li trîbûnan cih digirin û ji bo jinên cîhanê dixwazin trîbûnan biguherînin. Ez jî berê yek ji wan jinan bûm ku nikaribûm ji ber çêr û tundiyê biçûma maçan. Lê îro li vir im û bawer dikim ku her jin jî dikare were bi me re van ezberên heyî hilweşîne. Ji ber ku ezber bi hev re tên hilweşandin.”

Jin guherînan çêdikin

Jin îro her çi qas di nav tundî û zextan de bên hiştin jî dîsa di her qadên jiyanê de hebûna xwe û pêşengtiya xwe didin hîskirin. Li ser vê yekê endamê Barîkatê Îbrahîm Aygurt diyar kir ku berê fikir û nêrîna li trîbûnan mêrane bûn, lê bi avakirin û rêxistana jinan êdî ev guheriye û wiha axivî: “Em wek mêran bi xwe jî dibînin ku dema jin tiştekî dixwazin çawa diguherînin. Bi hatina jinan rewşa li trîbûnan guheriye. Mînak dema li trîbûnan keseke ji bo çêra bide devê xwe vedike, çav li jinan dikeve mecbûr dimîne ku gotina xwe daqurtîne. Em pir kêfxweş in ku jin jî li trîbûnan cihê xwe digirin.”

Aygurt da zanîn ku Barîkat û Mor Barîkatê di 2016’an de bûne komele û ji aliyê sîstemê ve bi zextan re rû bi rû dimînin. Aygurt wiha got: “Ne Amedspor ne jî alîgirên wê wekî tîmên din in. Ji ber wê jî pergal  hebûna me qebûl nake. Tim li hemberî me zextan derdixe. Mînak em pankarta ‘Tîma Gel’ dinivîsin qebûl nakin. Lê ew jî dizanin ku Amedspor şîrket nîne tîma gel e. Dîsa di her tîmê de sembol hene. Lê mînareya me ya Çarling ji bo wan dibe roket, stêrka li ser Barîkata me dibe stêrkeke din.  Lê li dijî van zextan em piştgiriyê ji koma antîfaşîst a cîhanê ji ANTÎFA’yê jî digirin û alîgirên me li Ewropayê jî gelek in. Mînak Bayern Munihê di maça xwe de pankarta “Bila zarok nemirin bên maçan” vekir. Piştgiriyên bi vî rengî gelek in. Di van piştgiriyan de jî pêşengên me jin in.”

Ji bo kampanyayê banga alîkariyê

Endamê Barîkatê Bîlal Akkalû jî der bar darê kampanyayên ku dimeşînin de banga alîkariyê kir û got: “Em ê di serê meha mijdarê de, ji bo zarokên li gundan diçin dibistanan, kampanyaya alîkariyê bidin destpêkirin. Em ê di vê kampanyaya xwe de ji bo zarokan melzemeyên qirtasiyê û kincan bistînin û ji bo malbatan jî zexîreyên xurekan belav bikin. Em ê ji bo vê xebatê bi hemû alîgirên xwe yên cîhanê re bixebitin û bi hev re vê kampanyayê berdewam bikin. Îro ji Japonyayê heya Çînê, ji wir heya Ewropayê li her derê alîgir û sempatîzanên me piştgiriyê didin vê kampanyayê.  Em ji bo kampanyayê alîkariyê ji gelê xwe jî dixwazin. Heke derfetên wan hebin bila li ser medyaya dijîtal xwe bigîhînin me û bibin alîkar.”