Li gorî daxuyaniya sefîrê Israîlê yê Rûsyayê Alexander Bovin da xuyakirin ku Rûsyayê bi Israîlê re lihev kiriye ku hevdîtinek di navbera serokên ewlekariya Israîl, Rûsya û DYA’yê de çêbibe û got: “Heta niha dema wê hevdîtinê nehatiye destnîşankirin lê em amade ne ku malovaniya wê hevdîtinê bikin”
Bovîn bal hate kişand ser mijarên ku dê di wê civînê de werin nîqaşkirin û wiha got: “Mijarên sereke ên wê civînê dê rewşa Sûrıye, Îran û bi giştî rewşa Rojhilata Navîn werin nîqaşkirin.”
Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Israîlê Naftali Benet dê di 22 vê mehê de bi serokê Rûsyayê re hevdîtinê bike. Naftali Benet dê cara yekem wekî serokwezîr bi serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn re hevdîtinê bike.