12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya di navbera ked û hunerê de

Îlham Bakir

Feylesof û nivîskarê frensî Georges Bataille gava ku ked û hunerê dide ber hev û vedikole, dibêje ku her du jî çalakiyên bingehîn ên pêvajoya ku mirov dikin mirov in. Ew dibêje ku huner û ked ji aliyê motîvasyona xwepêkanînê ve dijberî hev in. Li gor Bataille, “ked” çalakiyek e ku bi plankirina sûdewerî û vatiniyê ji bo pêkanîna pêdiviyekê li gor armancekê li ser bingeha hiş û zanînê pêk tê. Lê “huner” dijberî vê yekê afrîneriyeke bêarmanc e, ne sûdewer e, bi nezanî û bi hêza xeyalê pêk tê. Li gorî Marks “di dawiya her pêvajoya kedê de armanceke ku kedkar di serî de dabû pêşiya xwe derdikeve holê.” Bataille dibêje ku huner ne li gor sêwirandinekê, li gor daxwaz û hezekê tê afirandin; ew têkildarî bicihanîna pêdiviyekê nîne. Têkiliya wê bi daxwaza leyîstinê re heye.

Di mijara pêşketina modernîzmê a ku wek pergaleke ramanî xwe bi rêxistin bike de rolekî girîng ê feylesofê alman Immanuel Kant heye. Kant gava ku wê nîqaşa der barê estetîk û bedewiyê de bi pêş dixe, dibêje “armanca bedewiyê bêarmancbûn e”. Feylesofê alman Schiller ê ku di heman demê de helbestvan û nivîskar e jî dibêje huner ne çalakiyeke sazkirina pergaleke civakî û afirandina civakîbûnê ye. Ew çalakiyeke pêvajoya hebûna takekesî ye. Estetîk armanca subjeyekê bi xwe ye. Ew wiha dibêje; “huner ne alaveke armancên fîzîkî û exlaqî ye. Ji ber vê yekê jî ji zanist û exlaqê bi tevahî serbixwe ye. Bedew, serbixwe ye û ku ger bedewî xuyanga azadiyê be, wê gavê tiştê ku bedewiyê diafirîne heza lîstina lîstikan e. Lewra gava ku em bi lîstikan dileyîzin, em dikarin azad bibin. Wê gavê em ji bin pêkutiya pêdiviyên fîzîkî û peywirên exlaqî rizgar dibin.”

Hunermend û feylesofên romantîk ên wek Kant û Schiller hunerê ji etîk û zanistê ku beşên din ên zanînê ne, cuda dikin. Ew bi vê nêzikatiya xwe mizgîniya ramana hunera nûjen û estetîka nûjen didin. Ew mucîdên hunera nûjen in. Wek ku tê dîtin, gava ku modernîzm xwe bi saz dike û dike xwedîpergal, helwest û pênaseya xwe ya têkildarî hunerê ya ku dike argûmaneke rewşenbîrî ya bingeha xwesazkirinê, dihone. Hunerê wek çalakiyeke bi zanebûn a civakîbûn û hêmaneke bingehîn a avakirina jiyana kolektîf na; wek hêmaneke takekesî, ji derveyî zanînê û fantastîk pênase dike. Ji ber vê yekê jî exlaq û zanista ku hêmanên bingehîn ên avakirina pergala civakî ne ji hev cuda dike. Gava ku huner wek şabûn û lîstikekê bê pênasekirin, huner wek karekî kesên ku dema wan a vala heye ango yên ku ne mecbûr in bi keda xwe debara xwe bikin, ango wek karê burjuwaziyê disêwirînin.
Gava ku huner wek çalakiyeke ji derveyî civakîbûnê, wek qadeke azadiya takekesî, ji armancê qut, ji exlaqê bêpar bê pênasekirin, bêguman huner dibe êrîşa herî modernîst ya herî mezin a li dijî jiyana kolektîf ku awayê wê yê civakbûnê ava dike û disêwirîne. Di mirovbûna mirov de huner hêmaneke bi qasî kedê diyarker e. Li gel vê yekê, çawa dibe ku dikare ji exlaqê qut bibe, ji bingehên xwe yên civakî qut bibe û bibe çalakiyeke takekesî ya bêarmanc. Hunera bê armanc tesewireke modernîst e. Ev tesewir navgîna xweparastinê û avakirinê ya herî bibandor a ku mirov ji bo civakîbûna xwe ava bikin û civakîbûna xwe biparêzin e. Ev argumanên ku hunerê ji van taybetiyên wê cuda dinirxînin dixwazin hunerê li gor pêdiviyên pergala burjuwaziyê ji nû ve pênase bikin. Têkiliya navbera huner û kedê dijberî angaştên Bataille û feylezofên modernîst ên wekî din têkiliyeke rasterast û ji hev xwedîbûnê ye. Hunera ku ji bo avakirina pergala civakî û pêvajoya mirovbûnê ew qas girîng e, bi qasî ku rengekî estetîk daye têkiliyên navbera mirovan çawaniya pêvajoya kedê û berhemdariya wê zêde kiriye û di tevahiya dîroka mirovahiyê de bûye xwediyê roleke sereke.