Dîroka zêr û ziber ango kevirên xilxalan heta 7 hezar salan di nava dîrokê de şax berdide. Di vekolînên şûnwarnasiyê de li ser laşê mirovan zîv, zêr û zibêrê xemlê ku aydî 7 hezar sal berê ne ji gorên miriyan hatine derxistin. Bi taybetî li ser xaka Mezopotamya û Anatoliyaya Navîn di gorên zarokan de kevir, zêr û ziberên nexşê li ser termê miriyan hatine dîtin.
Di demên Beriya Zayinê (B.Z.) de bi taybetî mircan û ziberên rex çem û golan, derdorên peravên deryayan dihatin komkirin û wekî xeml û xweşikbûnê dihatin bikaranîn. Li aliyekî ji bo bala çavan bikişînin ser xwe, li aliyê din li gorî bîr û baweriyan û li gorî fîzyolojiiyê wekî amûrên hêz, aramî, zanebûn û dermanê gelek nexweşiyan dihat bikaranîn.
Dîsa li gorî hin rîwayetan tê gotin ku mirovên Beriya Zayinê ji bo ku mirî karibin li cîhana din ezabê xerab nebînin û bi awayekî bihêz derkevin pêşberî Xwedayên xwe ev zîwer û bi miriyan ve dihatin kirin. Wekî xelata hêz, bedewî û wêrekiyê bi kesên mirî ve dihatin kirin. Piştî hesin, zîv, zêr û haqil hatin dîtin êdî bêtir ji bo bedewbûnê li şûna ziberan zîv û zêr hatin bikaranîn. Bi pêşketina bazirganiyê re ev amûrên xweşikbûnê bûn çavkaniya pîşeyên nû û hunerên destan û hunera xilxalê bi neqişandina wan dest pê kir. Çend kevirên giranbuha û xwedî hêz wiha ne:
Kevirê hesteyan (Sîleks)
Di cîhanê de kevirê herî hişk û qesm e. Jêre arpeşk jî tê gotin. Dema pola an jî hesin lê dikeve çirûskên agir ji ber dipeke. Di Beriya Zayinê de wekî amûrê pêxistina agir dihat bikaranîn. Di serdema B.Z’ê de di çêkirina gelek amûran de wekî madeyê xam dihat bikaranîn. Her wiha dîsa mîna amûrê birîn û tûjkirinê dihat bikaranîn. Ev kevir cûreyekî kuvarsê ye. Bi latînî navê wî “sileks”. Ji ber pir kêm tê dîtin demekê pir biha bû û di bazirganiyê de girîng bû. Di dema ku çekên biagir nû derketin de, ji bo arpêketina barûdê ev kevir dihat bikaranîn. Îro di hesteyan de tê bikaranîn.
Yaqûtê Mor
Kevirê evînê ye. Enerjiya di laş de komî ser hev dike û hêza mejî zêde dike. Enerjiya neyînî vedigerîne enerjiya erênî. Ji bo depresyonê bi sûd e. Ji aliyê şifayê ve kevirê herî bihêz e. Ji nexweşiyên wekî alerjî, mîgrenê, nexweşiya dil û gelek nexweşiyên din re baş e. Dil û mejî diparêze û bi hêz dike.
Kevirê Şebê
Hevsengiya hestan e. Fonksîyonên mejî hişyar dike. Enerjiya neyînî ji derdora kesan belav dike û enerjiya erênî kom dike. Çalak dike, lêhûrbûnê zêde dike û bi hêz dike. Wekî kevirê xewnê jî tê zanîn. Li dijî bêhêvîtiyê, xemsariyê û huznê mirovan bi hêz dike.
Çavê Piling
Kevirê xet xetî ye. Hevsengiya enerjiyê pêk tîne. Di jiyana bazirganiyê de şensê zêde dike. Dibe alîkariya serdestiya tirs, hesûdî, nefretê. Ji bo nexweşiyên bapêş û zekemê baş e. Ji bo pergala herifandin, zirav, mîde û dil baş e. Êşa serî sivik dike û xewê tîne.
Mircan
Ji dil û kezebê re baş e. Dil li hemberî gelek nexweşiyan diparêze. Ji nezera çavan diparêze. Çerm jî ji gelek nexweşiyan diparêze û ji bo dermankirina çerm bi xwe ve dikin.
Pîroze (Firûze)
Ev kevir herî zêde bi dergûşên zarokan ve tê kirin. Bi wesayît, avahî û amûrên giranbiha ve dikin. Zarokan û alavan li dijî nezera çavan diparêze. Tîrêjên çavan yên qansêrê çedikin diparêze. Remza ragihandin, aramî dostanî û şefqatê ye. Li dijî nezerê bi hêz e. Hestiyan zexm dike û li dijî nexweşiyan diparêze. Destûr nade ku hestî bihelin. Mîgrenê kêm dike. Kuxukê radiwestîne. Pergala tevgera xwîn, kezeb û bêhnê xurt dike. Mêzîna tansiyonê diparêze.
Kevirê Heqîqê
Stresê dikuje. Hêz û enerjiyê dide mirovan. Hêza mejî û aqil zêde dike. Mirovan ji nezera çavan diparêze. Ji bo tendirustiya jinên ducanî û zarokên wan bi sûd e. Mêzîna tansiyonê diparêze.
Kevirê Şoqil (Kevirê Hîvê)
Wekî mertal mirovan li dijî enerjiya talûkeyê diparêze. Jiyanê bi mirovan dide hezkirin û coşa mirovan zêde dike. Dibe sedema bibîranîna xewnan. Pirsgirêka gurçikê ji holê radike. Mirov xwe tim têr dihesibîne.
Azûrît
Herikbariya pergala rehikan zêde dike. Tevgera mirov bi lez û bez dike. Oksîjenê hîn baştir û sûdewer dike. Hiş û mejiyê mirovan zelal dike. Her tim mirovan zindî dihêle û hişyar dike. Destûr nade ku çav û mejî biweste.
Jasper
Pişik, kezeb û dil bi hêz dike. Li hemberî nexweşî û qirêjiyê parastineke xurt dike. Hêza xwe ji axê digire û remza elementa axê temsîl dike. Dîsa pergala herifandinê û tûrikê zirav zexm dike. Pergala hevsengiya hormonê hundir (endokrin) diparêze. Hêza fîzîkî zêde dike û bixwebaweriya mirov xurt dike.
Kalsedon
Mêzîna fîzîk, mejî, hest û ruhê mirovan e. Merdî, dilzîz, nişmî û famkirinê zêde dike.
Kevirê Kareba
Wekî kevir tê zanîn. Lê belê reçîne û benîştê hişk e. Pir nerm û sivik e. Dema mirov gez dike, ceyran û miqnatîs derdikeve holê. Germê belav dike û nexweşiyan dikuje. Mirovan ji sermayê diparêze. Ji ber van taybetiyên xwe mirov bêtir dixin stuyên xwe. Ji bo dermankirina nexweşiya Guatirê bi xwe ve girê didin.
Lapis Lazûlî
Depresyonê ji holê radike. Hestiyên mirovan zexm dike. Mêzîn û hevsengiya tansîyonê diparêze. Nexweşiyên bi riya bêhnê derbasî laşê mirov dibe dikuje. Ji bo kesên nabihîzine, xwarinê naferikînin û nikarin baş bêhn bide û bistîne derman e.. Dermanê razanê ye jî.
Malakît
Hêrsbûn û acizbûnê ji holê radike û belav dike. Êşa diranan û romatîzmayê dişkîne. Bêhna mirovan fireh dike û damaran nerm dike.
Perîdot-Olîvîn-Zebercet
Hevsengiya mejî û laş diparêze. Aramî û xweşbîniyê dide mirovan. Tirs û xofê kêm dike. Hesûdî û qehrê belav dike. Kêfxweşî û hezkirinê zêde dike.
Onîks
Fikaran kêm dike. Hevsengiya jin û zilaman tîne astekê. Têkiliya jin û mêran xurt dike. Li dijî nezerê derman e.
Opal
Hestên neyînî dimije û tune dike. Hevsengiya hestiyarî diparêze. Hestên dîtinê xurt dike û pêhesiya mirovan xurt dike. Mirovan hişyar û zindî dike.
Pîrît
Kevirekî ku li ser deq û nîşaneyên zêr hene. Zêde diçirûse û pir xweşik e. Birqonek e. Ji bo kesê bêhnteng û bêhezm baş e. Ji bo herikandina xwîna laş baş e. Fonksiyonên mejî zêde dike. Ahengsaziya xebatê zêde dike.
Yaqûtê Şîn
Dil û gurçikan bi hêz dike. Hemû dohnê avzê dixe nava tevgerê. Hêza pêşbînî û hizirandinê xurt dike. Mirovan bêhtir afirîner dike. Mirov tîne ser hişê xwe û li dijî jibîrkirinê derman e.
Sitrîn
Kevirê serkeftinê ye. Enerjiya neyînî belav dike. Pergala parastina laş bi hêz dike. Di aliyê antîoksîdenê de bi hêz e. Çavan li hemberî nexweşiyan diparêze.
Obsîdyen
Ji bo ceyrana laş vala bike kevirekî gelek baş e. Hestên acizbûnê û kerbê vala dike. Ji bo paqijkirina fatereşkê gelek bi fêde ye.
Yaqûtê Binevşî
Hemû enerjiyên neyînî ji laş dûr dixe. Deriyê dil li evîna gerdûnî û hezkirinê vedike. Şerê di navbera hevseran de bi dawî dike. Jixwebaweriyê zêde dike. Pergala parastina laş xurt dike. Herikandina xwînê lez û zexm dike. Germa laş kêm dike û hevsengiya tansiyonê diparêze.
Kevirê Stresê
Ji sêhr û efsûnê diparêze. Enerjiya neyînî ji laş dûr dixe. Mirovan ji stresê diparêze. Dibe sedema xewnên baş. Ji bo êşa diran û laş baş e. Ji bo çavan jî gelek baş e.
Zîrkon (Kevirê sor)
Kevirê zîrkon ji bo livbaziya roviyên zirav û stûr baş e. Dihêle ku mirov xweş û rihet razê. Her wiha hevsengiya hestan jî diparêze.