Dema min serê sibehê çavê xwarziya xwe, Dîlbera nazik û biçûk ku di xeweke şêrîn de raketibû maç kir û xatir ji malê xwest, qêrîneke wisa kete nava dil û hinavên min: Eger dengê wê bida der, dê volqana çiyayê Agiriyê bêdeng maba û fedî bikira. Bi gavên lerzok û dilê ji her deriyekê ji xeman dagirtî û çavên mîna gola rondikan, min xatir ji Dîlbera biçûk, yadîgara Şêrdil, heval û hevrêyê xwe xwest û destên dayê û bavo maç kir. Bêyî ku bizanim qederê çi planek ji min re amade kiriye, bi rê ketim.
Bavê nexweş, bavê ku êşa wî bi salan e ji min re bûye kula li ser kulan û dilê min bi yek carê difetisîne û ji hebûna xwe tême tengezariyê, malbata bendewar û ya herî biêş, Dîlbera biçûk dihêlim û ji bo cara dawiyê axa ku bêhna zarokatiya min jê dihat; min bêhn kir û xatir ji xewn û xeyalên xwe yên ku min bi salan raçandibûn xwest.
Niha li ku me ez jî nizanim, çend sal ji ser wê roja xatirxwestinê re derbas bûye, wê jî nizanim. Tekane tişta ku ji bîr nakim û heta hetayê ji bîr naçe, soza ku min ji Şêrdil re dabû bi xwe ye; nayê jibîrkirin. Berî ku ji wir derkevim min serdana gora wî kir.
Ah Şêrdilê delal, heval û hogirê min yê bi salan, tu ji can şêrîntir bûyî ji bo min, ji heyv û tavê bi rontir bûyî, bi salan e te xatir ji min xwestiye û ez jî xatir ji axa me her duyan dixwazim. Soz, ez ê heya dawiya jiyana xwe li Dîlbera te ya biçûk xwedî derkevim û nehêlim nebûna bav hest bike û nehêlim rondikên bêhêvîtiyê bibarîne..
Li qeraxa penavê rûniştime û tava heyvê şewq vedaye her derê. Bi sedan mirov li wê şeva tavîn bê hêvî pala xwe dane dar û keviran û li benda derbasbûna kamyonan in ku derfet çêbe xwe li jêr wan veşêrin û derbasî axa ku ji xwe re wek hêvî û jiyaneke dubare dizanin, bibin. Her yek ji me bi tûrikek tijî xewn, xeyal, daxwaz, hesret û bi dehan hêviyên ji keviran girantir, bendewar li derdorê temaşe dikin û carinan jî axînek ji pola, ji agir gurtir di sîngê me de derdikeve..
Carinan bi dengê qêrîna mirovên ku diketin nava hesinê kamyonan em vediciniqîn û me xwîna laşê wan yê bêxwedî û bêwelat li ser hesinên kamyonan temaşe dikir. Em bi dengê qaçaxberekî ji nava dojeha xeman derketin ku digot: “Siwarî gemiyê bibin em ê li Îzmîrê ber bi Yewnanê ve herin ku we derbasî aliyê din bikin.”
Hêvî kete canê me û bi dilekî ku dengê wê digihîşte tava şevê em siwar bûn. Gemiya ku cihê sî an çil kesan bû, heftê kes lê siwar kirin! Ku gemî bi rê ket, bagerê êrîşî canê me kir, em ketin nava pencên mirinê. Divê, ew dem û ew hestên wê demê di kûrahiya dilê yên dîtî û jiyankirî de bê gotin ku her kes bizane rewşa kesên ku ji ber bayê direvin û dikevin ber bagerê çawa ye.
Tu hêviya malbatekê bî û ya herî xembar tu hêviya Dîlbera biçûk bî ku piştî bavê xwe ji te re dibêje: “Bavo Rênas zû were yan jî zû min bibe cem xwe”; w gotin û hestên ku keviran dike av dibe sebeb tu xwe li jiyanê bigirî û ji pencên mirinê bifilitî.
Ne ji bo xwe û ciwaniya xwe, belku ji bo hêviya çavên dayikeke diltenik ku şev û roj navê lawê xwe, ku di dergûşa dil û kezeba xwe de hewandiye, bi dengekî pir şewat tîne ser ziman. Ji bo bavê ku roniya jiyana xwe di hebûna Rênasê lawê xwe de dibîne, jiyan bikî ku hêlîna hêviyên wan hilneweşe.
Ba û bahoza behrê em ber bi deriyê mala mirinê ve birin û dîsa vegerandin, piştî wê em rastî bi dehan pirsgirêkên din hatin ku ne ziman dikare bi lêv bike ne jî ti peyv ji bo gotina wan amade ne.
Du salan bi belengazî, birçîtî, tazîtî, perîşanî, xerîbî, dûrwelatî, nedarî û hejarî, min xwe gihande ser axa welatekî ku jê re dibêjin welatê mirovhezan û li hejar û bêçareyan xwedî derdikeve. Niha piştî çend salan li wî welatê xerîb bi tena serê xwe ji bo pêkanîna miraz û miradê hezkiriyên xwe li ber xwe didim.
Lê bi rastî min xwe ji bîr kiriye, yan jî hatime jibîrkirin? Tişta ku wê gavê di wî welatê xerîban de dikare mirov li ser piyan bihêle û hêzê bide canê mirov dîtina rûyê hezkiriyan e û evîna ku bi wan re heye. Evîn… erê evîn, ez bi wê peyvê çima dikevim kelecanê û dilê min lê dide?
Gelo ez bûme evîndar û haya min ji min nîne?
Gelo ev hêza ku di wan roj û mehên dawiyê de min şa dike ji ku hatiye? Laşê min diêşe, dilê min diperite, bêriya bêhna dayê dikim, bêriya dengê Dîlberê dikim ku ji min re digot: “Xalo, bavo Rênas…”
Gava ew bêrîkirin û hesret min diêşînin evîn tê hawara min…
Of off ma dema hatinê bû, ma te nedizanî ez hîn birîndar im, ma te nedizanî êşa rondikên Dîlbera biçûk hêj necebirîne û birînên Şêrdilê ji can şîrîntir germ in û hilma wê nava çavê min dide… Hat êşek ji wan êşan girantir di wê xerîbistanê de lê nizanim xêr e yan nebixêr e!