Li navçeya Çelê ya Colemêrgê kana madenê ya aydî şîrketeke taybet bû, hedimî. Di hedimîna kana madenê de karker di bin axê de man. Yekîneyên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û karkerên di bin hedimînê de man derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Ji 3 karkerên di bin axê de man, 2 karkeran jê jiyana xwe ji dest dan. Karkerek jî bi giranî birîndar bû.