Amedekariyên hilbijartinên pêşwext ku dê di roja yekşemê 10’ê cotmehê de pêk were di nava keftelefteke mezin de tên kirin. Ji aliyekî ve nerazîbûn û bêhêvîtiya iraqiyên ku daxwaza guhertinê dikin heye, ji aliyekî din ve kelecan û rikbiriya aliyên siyasî heye.
Beriya hilbijartinan bi rojekê dê propoganda were rawestandin, her wiha di roja hilbijartinê de dê deriyên sînoran û tevgera çûn û hatinê ya di nava bajaran de jî were rawestandin. Di roja hilbjartinê de tevgera balafirên bê mirov û motosiklêtan jî qedexe ye.
Ev hilbijartin dê li gorî qanûneke nû ya hilbijartinan pêk were û li gorî daneyên fermî yên saziya bilind a hilbijartinan mafê 25 milyon hilbijêr heye ku tev li van hilbijartina bibin.
Saziya bilind a hilbijartinan bang li 25 milyon hilbijêr kir ku tev li hilbijartinên pêşwext bibe. Hêjayî gotinê ye ku hilbijartin bi tevlîbûna 3200 berbijêran pêk tê û dê pêşbirka li ser 329 kursiyên parlamentoyê bikin. Rêjeya ku ji bo jinan hatiye veqetandin ji sedî 25 e.
Niha li gorî atmosfera giştî gelek metirsî û bêbaweriya xelkê Iraqê heye û hêviyên wan ên ji bo guhertinên gelekî kêm in.
Wekî tê zanîn gelê Iraqê di sala 2019’an de bi daxwaza guhertinê û di encama nerazîbûnên li dijî desthilatdariyê daketibûn kolanan û xwepêşandanên mezin lidarxistibûn. Di encama nerazîbûnan de hikûmeta Adil Abdulmehdî hatiye hilweşandin û biryara hilbijartinên pêşwext hatibû girtin.