Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Farqînê di têkoşîn û xebata li dijî tiryakê de bi 300 esnaf û şêniyên taxê re hevdîtin kirin. Rêveberen HDP’ê heta niha 6 ciwan ji tiryakê rizgar kirin. Hevserokê HDP’ya Farqînê Kenan Kaydûn anî ziman ku dema li qadan têkoşînê dikin encamek baş digirin û pêdivî bi têkoşînek her dem heye.
Rêxistina HDP’yê ya navçeya Farqînê bi pêşengiya Meclisa Ciwanên HDP’ê demek dirêj e li kuçe û kolanan xebatên li dijî tiryakê berdewam dike. Hevserokê Rêxistina HDP’yê yê navçeya Farqînê Kenan Kaydûn der barê xebatên xwe de agahî dan. Kaydûn diyar kir ku wan di xebatên ku li hemberî tiryakê dane destpêkirin de kêmasiyên xwe jî dîtine û wiha axivî: “Em rêveberên HDP’yê di destpêkê de bi malbatan re axivîn. Em çûn kuçe û kolanên ku karê tiryak lê tê kirin û bi 300 esnafan re axivîn. Em bi şenîyên wan kuçe û kolanan re hatin cem hev. Me ji wan xwest di mijara tiryakê de piştgirî bidin me. Wan jî nerazîbûnên xwe yê li hemberî tiryakê anîn ziman û soza piştgiriyê dan. Ji bo xebatên li dijî tiryakê divê em her dem li qadan bin û têbikoşin. Dema em dikevin qadê, em encamên baş digirin. Lê dema em danekevin qadan rewş xirab dibe.”
Ji bo têkoşîna li dijî tiryakê piştgirî girîng e
Kenan Kaydûn bal kişand piştgiriya li dijî tiryakê û wiha got: “Me bi malbat, keya û esnafan re hevdîtin kirin. Me ferq kir ku hewceye her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe û bixebite. Dema xebat bê kirin dê karê tiryakê nemîne. Di xebatên li dijî tiryakê de CHP û Partiya Saadetê jî piştgirî da. Lê partiyên MHP, AKP û Partiya Gelecekê piştgirî nedan. Emniyet û qeyûm jî qet naxwazin em li ser tiryakê xebatan bikin. Ji xwe em karê xwe dikin hewcedariya me bi alîkariya wan jî tune. Lê me xwest bi hev re çareseriyeke were avakirin.”
Yên têkevin tora tiryakê nikarin bi tenê xwe rizgar bikin
Kaydûn da zanîn ku kesên têkevin tora tiryakê nikarin bi tena serê xwe, xwe ji tiryakê xilas bikin û wiha pêde çû: “Ger komeleyên civakî, partiyên siyasî û kesên eleqedar bi hişmendiya hevkariyê tevbigerin wê xebat hêsantir bibin û bandoreke baştir jî bê girtin. Em weke HDP’yê dixwazin civakê biparêzin. Dibe ku li pêşiya me astengî hebin. Lê em ê tevî wan astengiya jî karê xwe bidomînin. Em dixwazin sazî û komele jî di vî karê de piştgiriya me bikin. Lê şexsên wek Mûrat Ateş ku niha serokê Komeleya Keyayan e şexsî tevdigere, hem di karê tiryakê de hem di karê xwe kuştinan de piştgirî neda me. Niha gel ji bo DEDAŞ’ê jî jê piştgiriyê dixwazin. Lê ew bi israr dibêje ‘ez memûrê qayûm im ez piştgirî nadim we.’ Hinek sazî û dezgeyên civakî yên li Farqînê karê xwe nakin. Ne hewceye di vir de em yek bi yek navê wan bidin, hewceye ew kêmasiyên xwe bibînin û van kêmasiyên xwe sererast bikin.”
Polîs dibînin lê mudaxale nakin
Kaydûn destnîşan kir ku wan di destpêkê de bi ciwanan re rû bi rû hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Me di hevdîtinên xwe yên bi ciwanan re xwest ku derûnînas jî tev li me bibin. Malbat dema xebatên me dibînin dibêjin ‘Heke hûn di vî karê de hesas bin em ê jî piştgirî bidin we’ û piştgiriyê didin jî. Em bi 16 kesan re axivîn. Ji wan 4 ciwanan navê 3 polîsan dan me. Ciwanan got ew polîs dizanin ew vî karê dikin û dema tiryak di destê wan de girtine jî ji wan re gotine ‘Bi siyasetê re elaqedar nebin. Heke hûn vî karê bidomînin jî ji we re qewet be’ û mudaxale nekirine.”
Ji polîsan daxwaza: An sîxurî an jî firotina tiryakê
Kenan Kaydûn bal kişand ser encamên xebatên wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hevdîtin û xebatên me yên heya niha de 6 ciwanan dev ji tiryakkêşiyê û firotina wê berdane. Niha li hemberî tiryakê bi me re dixebitin. 3 ciwanên ku em bi wan re axivîn niha di nexweşxaneyê de tedawî dibin. Kesekî ku ji girtîgehê hat berdan ji wî xwestin bibe sîxur. Piştî ku wî ev red kir jê xwestin ku tiryakê bifiroş e. Ji ber ku wî kesî berê jî karê tiryakê kiribû û nedixwest dîsa dest bi vî karê bike. Wî kesî hat serpêhatiyên xwe ji mere vegot. Niha ew ciwan li kolanan sîmîtan difiroşe û dibêje ‘ez kareke bêexleq nakim’. Tê gel me dibêje ‘ez bi saya we ji tiryakê xilas bûm’.”
Aborî jî yek ji sedema tiryakê ye
Kenan Kaydûn di axaftina xwe de bal kişand ser sedemên tîryakê û wiha domand: “Çend kesên ku vî karê dikin dibêjin heke wan karibûna debara xwe bikira dê nediketin nav vî karî. Lê tena serê xwe aborî ne sedema tiryakê ye. Sedema sereke ev e; îktîdar dixwaze pergaleke ava bike ku tê de mêjiyê ciwanan her tim tevizandî be. Heke civakeke mêjiyê wî tevizandî be ne dikare xwe biparêze û ne jî dikare xwe bi pêş bixe. Me civakeke exleqî-polîtîk ava nekiriye yên ku ava kirine hene hewceye em van destkeftiyên wan biparêzin.”
Qeyûm û midûriyeta polîsan dizanin li ku tê firotin
Kaydûn dest nîşan kir ku qayûm û miduriyeta polîsan dizanin ku tiryak çawa û li ku tê firotin û wiha got: “Qayûm parkên me bêxwedî hiştiye. Em hefteyê herî kêm careke diçin li hemû parkan digerin. Ciwanên tiryakkêş di van xebatên me de çend caran bi kêran êrîşê me kirin. Ne li ser hişê xwe bûn. Pişt re dîtin ku em partî ne sekinîn û lêborîna xwe xwestin. Maşîneyên polîsan heya serê sibê di kuçe û kolanên Farqînê de diçin û tên. Lê tu tedbîran nagirin. Me ji wan re jî got heke hûn îdiaya ewlehiyê bikin û karê xwe pêk neyinin em ê we teşîr bikin.”
Park bûne cihê tiryakê
Kenan Kayûn herî dawî bal kişand ser rewşa parkan û wiha pêde çû: “Parqa Gazî sed metre dûrê Midûriyeta Asayîşê ye. Dema mirov di ber parkê re derbas dibe bêhna balî, tîner û tiryakê tê. Dema em çûn ber deriyê parqê, 2 maşîneyên polîsan li wir bûn. 8-10 polîs jî li ber deriyê parkê sekinî bûn. Em ketin nav parkê me dît ku 10-15 ciwan ji xwe re sifre danîne û tiryakê dikişînin. Pêşî bi bertek nêzî me bûn. Piştî ku me xwe da nasîn sekinîn. Me hinek sohbet kir. Me got polîs li ber derî ne ji we re tiştek nabêjin. Wan got heta niha tu polîsan tiştek negotiye. Heman rewş li parka navîn a polîs bi şev û roj nobeta wê digirin jî heye. Piştî van tecrûbeyan em ê bibêjin ku ev kar bi destên wan tên kirin.”