Beriya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan, Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê bi coşeke mezin dest pê kir. 14 sazî dê 3 xalan pêşkêşî CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê bike. Di nobetê de Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Dîrektorê Lêkolînê û Navneteweyî yê Sendîkaya UNITE’yê û avakarê Kampanyaya Azadî ji Ocalan re Sîmon Dûbbîns, Rayedarê Sendîkaya UNITE û nûnerê Kampanyaya Azadî ji Ocalan re Clare Baker, Endamê Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Îtalyayê Prof. Laûra Corradî, Nûnerê Sendîkaya Solîdaîres ê Fransayê, Nûnera TJK-E’yê Besîme Konca, li ser navê Yekîtiya Parastina Heq û Azadiyan a Navneteweyî (AÎDL) Dr. Mohamed Al Shamî, Hevserokê MRAP’ê Renee Le Mîgnot amade bûn.
14 saziyan xwest ku CPT, parêzer û malbata Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê biçin hevdîtinê û tecrîd were bidawîkirin.
14 saziyan xwest ku DMME, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ji ber ku xala Rêgezên Nelson Mandele bin pê kiriye, zextan li Tirkiyeyê bikin. Saziyan dîsa xwest ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hêza xwe bi kar bîne û gavên siyasî yên ji bo azadiya Ocalan biavêje.
Hevserokê Kongra-Gelê Remzî Kartal diyar kir ku sedema bingehîn a aloziya li Rojhilata Navîn tecrîda li ser Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan û got “Divê Konseya Ewropayê li gorî raporên CPT’yê tevbigere û ji bo îşkenceya 23 salan a li Îmraliyê bi dawî bibe, înîsiyatîfê bistîne. Gelê kurd û dostên gelê kurd dibêjin êdî bes e. Tekane şertê çareseriya li hemû qadan bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan e. Ji ber vê jî divê DMME, Parlementoya Ewropayê, CPT û berpirsyariya kîjan saziyê hebe, divê li gorî berpirsyariya xwe tevbigere.
Dîrektorê Lêkolînê û Navneteweyî yê Sendîkaya UNITE’yê û avakarê Kampanyaa Azadî ji Ocalan re Sîmon Dûbbîns jî bi silavkirina Nobeta Azadiyê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan wiha got: “Nayê qebûlkirin ku Yekîtiya Ewropayê vê daxwazê nebîne û gavên pêwist neavêje. Di konferansa 6’emîn a ji bo Ocalan de ciwanekî mafê axaftinê stend û got ‘Em nizanin rêzdar Ocalan dijî yan na, gelo hûn dizanin’ Mûxatabê vê pirsê îro ev sazî ne yên ku vê êşkenceyê dikin. “
Piştî axaftinan çalakgeran govend gerandin û çûn Qada Arnoldê. Ciwanan li pêşiya Dêra St. Maûreceyê kon û gundekî komun ava kirine û wê li vir mehekê di nobetê de bin. Wê di nobetê de perwerdehî, atolye û komxebat were kirin û bi qasî 200 ciwan wê di nobetê de cih bigirin.