Tişta ku niha li herêma Kurdistanê rû dide weke kuştina kesayetan û êrîşan, ne tiştekî nû ye. Lê belê rêzesiyaset û ajandayên navneteweyî û bi taybet yên Tirkiye, Îran û Amerîkayê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê meşandin. Dema ku em bûyerên van salên dawî dinirxînin, diyar dibe ku PDK êdî li ser kurdan bûye metirsî û li hemberî wê berxwedan û têkoşîn li seranserî Kurdistanê didome.
Bi dehan salan e li herêma Kurdistanê aloziyeke siyasî di navbera her du partiyên dijber de li ser desthilatdariyê berdewam e. Piştî raperîna 1990’î her du partiyan herêm dabeşî du aliyan kir. Herêma Kesk ango ya di bin serweriya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û herêma zer ango ya di bin serweriya PDK’ê de. Tevî ku her du herêm ji hev hatine veqetandin jî bi dehan salan e dijberiya hevûdu li ser hemû aliyan dikin. Piştî ku YNK’ê serweriya xwe li ser Hewlêrê di salên 90’î yên sedsala borî de ferz kir, Barzanî rabû li dijî Talabanî alîkarî ji Seddam Husên xwest. Li hemberî wê Talabanî li dijî Barzanî alîkarî ji Îranê xwest da ku herêmên di bin serweriya wê de biparêze. Di dawiyê de her du partiyan hevpeymaneke aştiyê bi sponsoriya Amerîkayê îmze kirin.
Tevî îmzekirina hevpeymanê bi sponsoriya Amerîkayê, dijberî û nakokî di navbera her duyan de hê jî didome. Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî di bûyera 8’ê tîrmeha îsal de (nakokiya di navbera Lahor û Bafil Talabanî de) PDK’ê û dewleta tirk tawanbar dike.
Di pêvajoya dijberiya di navbera her du partiyan de kuştina gelek kesayetan û girtina çalakvan, rojnemavan, siyasetmedaran pêk hatin. Hin kesayetên rastî kuştin û girtinê hatine hê jî girtî ne, em ê hin bûyerên dîrokî ku li herêma Kurdistanê rû dane vebêjin:
Rojnamevan Reûf Agirî, 1996 li Duhokê; rojnamevan Ebdulsetar Tahir Şerîf, 2008 li Kerkûkê; rojnamevan Serdeşt Osman, 2010 li Hewlêrê; rojnamevan Kawa Germiyanî, 2012 li Kilarê û her du rojnamevan Şukrî Zêndîn û Dat Hisên sala 2016’an li Duhokê.
Di van du salên dawî de tenê li devera Behdînanê bêtirî 70 rojnamevan û çalakvan ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatine girtin.
Di sala 1968’an de PDK’ê bi fermana Barzanî, Silêman Muhênî û 70 têkoşerên rojhilata Kurdistanê bi darve kirin û di sala 2021’ê de jî siyasetmedarê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Mûsa Babaxanî li Hewlêrê hate kuştin.
Kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan û gelek kesayetên kurd ên ji bakurê Kurdistanê jî nimûneyên girîng ên vê rewşê ne.
Di van demên dawî de jî û bi awayekî aşkera komeke girêdayî PDK’ê êrîşî navendên gerîlayan kir û kemîn vegirtin, di encamê de 19 gerîla şehîd bûn.
Li bajarê Silêmaniyê jî di 17’ê vê îlonê de Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ji aliyê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) ve rastî êrîşekê hat û di encamê de şehîd bû.
Di sibeha 16’ê îlonê de jî welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ê ji bakurê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê rastî êrîşa guleyan hat û di encamê de ji milê xwe birîndar bû.
Welatiyê bi navê Ehmed Kayar jî ji tîrmeha sala borî ve li herêma Kurdistanê winda ye. Dadgeha Hewlêrê jî di vê mehê de welatiyê bi navê Nihmet Kunîş ê ji bakurê Kurdistanê û Mele Nezîr Berwarî yê ji herêma Kurdistanê bi girtina 7 salan darizand.
Me behsa hin bûyerên ku li herêma Kurdistanê rû dane kir. Bi taybet li herêma di bin serweriya PDK’ê de bi sedan girtî hene ku hê jî di zîndanan de ne. Her wiha gelek kuştin li herêma Kurdistanê rû dan û kujer hê jî ne diyar in.
Siyaseta Navneteweyî li herêma Kurdistanê û bi taybet siyaseta Tirkiye û Îranê bi hevkariya PDK’ê, siyaseta Îsraîlê û Amerîkayê bi hevkariya rêjîma ereb di salên 60’î yên sedsala borî de tîne bîra mirovan ku heta niha jî li Lubnanê li dijî tevger û partiyên Filistînê tê meşandin. Îstixbarata Amerîkayê û Israîlê di demên borî de rayedar û kesayetên tevgera Filistînê armanc dikirin da ku tevgerên wan bi dawî bikin û xewna ereban a avakirina dewleta Filistînê tune bikin.
Îstixbarata navneteweyî tevgerên Filistînê tune nekirin, lê dabeşî gelek parçeyan kirin. Niha bi dehan tevger û rêxistinên Filistînê hene û ne pêkan e bibin yek. Armanca wê yekê jî lawazkirina van tevgeran e da ku neçar bimînin û siyaseta derveyî û parçebûna erebî qebûl bikin. Niha em dibînin ev tevger di çi rewşê de ne. Heta astekê em dikarin bibêjin ku van îstixbaratan siyaseta xwe pêk anîne û dîsa jî van dezgehên îstixbaratê bi vê yekê bes nekirine û hiştine ku şerê navxweyî li Lubnanê dest pê bike û bêtirî 20 salan bidome. Di wê serdemê de gelê Lubnanê ji ber şerê navxweyî rastî rewşeke kambax hat.
Herêma Kurdistanê ku bûye cihê dewletên weke Amerîka, Tirkiye, Îran, Brîtaniya û heta Israîlê. Em dibînin ku siyaseta niha li herêma Kurdistanê tê meşandin ji aliyê îstixbarata van dewletan ve tê birêvebirin. Lê belê îstixbarata Îran, Tirkiye, Brîtaniya, Amerîka û Israîlê her yek ji wan li gorî berjewendiyên xwe siyasetekê dimeşînin. Amerîka herêma Kurdistanê weke cihekî ewle ji bo parastina berjewendiyên xwe li Iraqê hilbijartiye, da ku rê li pêşiya pêşvehatina Îranê bigire. Îran jî herêma Kurdistanê weke cihê ku karibe derbeyan li berjewendiyên Amerîkayê bide dibîne. Tirkiye jî herêma Kurdistanê cihê ku karibe ji wir xewna xwe ya xweberfirehkirinê pêk bîne û derbeyan li PKK’ê bide û berxwedana kurdistanî ji sînorê xwe dûr bixe, dibîne.
Di seranserî bûyerên li herêma Kurdistanê rû dane de û ji dema ku Mustefa Barzanî ji Rûsya vegeriya û heta îro, îstixbarata van dewletan ji bo kuştina rayedar û tunekirina tevgerên kurdî tevdigerin. Di destpêkê de li dijî Partiya Komûnîst a Kurdistanê bû da ku pêşvehatina Sovyetê li Iraq û Rojhilata Navîn were têkşikandin. Van îstixbaratan bi hevkariya PDK’ê hewl dan tevgerên berxwedêr ên kurdî tune bikin. PDK’ê hewl da hin ji van tevgerên kurdî yên rojhilatê Kurdistanê li gel xebatên wan yên berdewam tesfiye bike. Her wiha ji bo bêbandorkirina siyaseta YNK’ê li herêma Kurdistanê jî ket nav hewldanan. Herî dawî ev mijar ji aliyê Lahor Şêx Cengî ve hat nirxandin.
Lê armanca sereke ya van dezgehên îstixbaratê bi hevkariya PDK’ê tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye da ku bandora wê li başûrê Kurdistanê nemîne û di encamê de siyaseta kurdistanî li Rojhilata Navîn were tunekirin. Ev yek nexasim di wê demê de tê armanckirin ku êdî siyaseta PKK’ê di qada navneteweyî de xwedî girîngiyeke mezin e û ne pêkan e bêyî ku siyaseta PKK’ê di ber çavan re were derbaskirin tu siyaset li Rojhilata Navîn were meşandin. Ji demeke zû ve ev îstixbarat bi hevkariya PDK’ê hewl didin rayedarên PKK’ê bidin kuştin. Li ser heman armancî herî dawî êrîş li dijî şehîd Şukrî Serhed pêk hat.
Ev dezgehên îstixbaratê yên li herêma Kurdistanê bi cih bûne di salên 90’î yên sedsala borî de şerê navxweyî dane destpêkirin ku van şeran çend salan dom kiriye. Di van şeran de bi hezaran welatiyên kurd li başûrê Kurdistanê bûn qurbanî. Niha jî bi hemû hêza xwe hewl didin PKK’ê ber bi şerekî navxweyî ve bikişînin.
Ne pêkan e PKK bi tevgerên Filistînê re were hevrûkirin. Gelek rexne û analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê tevgerên Filistînê de derketin. Lê ev berxwedana ku ji 40 salî ve li her çar parçeyên Kurdistanê didome hişt ku dewletên dagirker û hêzên derveyî siyaseta xwe li hemberî gelê kurd bidin guhertin, bi taybet piştî ku gelê kurd gihîşt lûtkeya berxwedan û têkoşînê. Gelê kurd êdî siyaseta dijminên xwe baş nas dike. PDK jî dê ji dijminên kurdan re xulamtiyê bike û çarenûsa wê jî dê bibe çarenûsa tevgerên Filistînê. Gotina dawî jî dê ji berxwedan û têkoşîna Kurdistanê re bimîne. Dîtina van êrîşên berdewam li dijî Kurdistanê tenê ji bo tunekirina PKK’ê, gêjbûnek e, lê belê armanca wan a sereke tunekirina nasnameya kurdistanî ye.