Serokê Giştî yê CHP’yê Kemal Kiliçdaroglu di beşa ewil a belgefîlma “Bay Kemal û Tifaqên wî” de gotibû “Em dikarin pirsgirêka kurdan li gel HDP’yê çareser bikin.” Piştî vê daxuyaniya Kiliçdaroglu careke din pirsgirêka kurdan a ku bi dehan salan e nayê çareserkirin bû rojev. Piştî daxuyaniya Kiliçdaroglu gelek kes û aliyan destnîşan kir ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
Kiliçdaroglu piştre di daxuyaniyeke din da û got: “Di vî warî de ji bo me tekane navnîşan heye. Ew jî Parlamentoya Tirkiyê ye. Ji bilî parlamentoyê tu navnîşaneke din nîne. Îmrali jî Qendîl jî ne muxatabê me ne.”
Nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurdan û muxatabên wê ku bi daxuyaniya Kiliçdaroglu dest pê kirin, berdewam dike. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Aktor Ocalan e
Ozturk bal kişand ser muxatabiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993’yan û vir ve gelek caran ji bo çareseriya pirsgirêka kurd daxuyanî dan û agirbest îlan kir. Birêz Ocalan di hevdîtinên dawî de der barê pirsgirêka kurdan de gotibû ‘Ez ê di hefteyekê de çareser bikim’. Divê hewldan û daxuyaniyên birêz Ocalan li ber çavan werin girtin. Em qala kesekî dikin ku bi milyonan gelê kurd jê re dibêje ‘vîna me ye’. Heke mirov vî kesayetiyê rewa nebîne wê bi xwe re xitimandinekê bîne. Heger ev pirsgirêk bi rastî were çareserkirin, dibe ku aktorên cuda hebin. Lê di navenda sereke de tenê aktorek heye. Ew jî birêz Abdullah Ocalan e.”
Ozturk anî ziman ku daxuyaniya Kiliçdaroglu ya ku Îmraliyê û Qendîlê muxatab nagire, ne di cih de ye û wiha got: “Daxuyaniya Kiliçdaroglu bi rastî jî ne di cih de bû. Ew ne di wê rewşê de ne ku muxatab diyar bikin. Yên ku ji bo vê pirsgirêkê diaxivin û têdikoşin diyar dikin dikarin muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurdan diyar bikin. Ji xwe di rewşa fiîliyatê de muxatab aşkera ye. Gelê kurd dikare muxatab diyar bike. Ji xwe gelê kurd jî muxatab diyar kiriye. Li van deran ev vegotina her ku diçe pêş dikeve, ew vegotina zihniyeta serdest e. Gotinên destpêkê erênî ne; lê dema ku em li daxuyaniya wan a duyem dinêrin, ez wisa difikirim ku mafê CHP’yê nîne ku bibêje: ‘Ez dikarim pirsgirêkê bi vê yekê çareser bikim, ez ê bi vê yekê çareser bikim’. Ez wisa difikirim.”
zturk bersiva pirsa “Gelo pirsgirêka kurdan a muxatabiyê heye?” da û wiha got: “Tu carî pirsgirêka muxatabê kurdan çênebûye. Dewlet bi xwe ji 2013’an heta 2015’an bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Muxatabê ku gelê me hilbijartiye diyar e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ez nafikirim ku hewcetiya vê bi nîqaşê hebe.”
Ozturk bal kişand ser rol û mîsyona HDP’yê ya çareserkirina pirsgirêka kurd û got: “HDP heta îro bi rol û mîsyona xwe rabûye. Lê ev ne pirsgirêkek ku wê tenê bi HDP’ê were çareserkirin e. Dema em xwe bera kûrahî û kokên vê meseleyê didin, pirsgirêkek sed salî ye. Partiya me HDP dibêje cihê çareserkirina pirsgirêka kurdan Parlamentoya Tirkiyê ye.
Birêz Ocalan jî navnîşana çareseriyê parlamentoyê nîşan dabû. Ji sererastkirinên zagonî bigire heta destûra bingehîn cihê van sererastkirinan û yê dikaribe sererastkirinan bixe meriyetê Parlamento ye. Bêyî Ocalan çareserkirina pirsgirêka kurd ne mimkin e. Di çareserkirina vê pirsgirêkê de aktorê herî girîng birêz Abdullah Ocalan e. Bêyî Ocalan wê pirsgirêka kurd hin bêtir kûrtir û mezintir bibe.”