Li gorî lêkolîneke nûjen a zanistên xurekan ava hinarê dermanê nexweşiya şekir e. Li gorî lêkolîna ku di kovara ‘Current Developments in Nutrition’ de hatiye weşandin, vexwarina qedeheke ava hinarê di nava 15 xulekan de rêjeya şekirê di xwînê de gelekî dadixe.
Yek ji sedemên bingehîn ên belavbûna nexweşiya şekir kêmbûna hilberîna madeya însulînê di pankreasê de ye. Her wiha ji ber kêmbûna hilberîna Însulînê gelek pirsgirêk û nexweşî di laşê mirovan de peyda dibin.
Li gorî vê lêkolînê vexwarina qedeheke ava hinaran di nav 15-30 xulekan de madeya însulînê di laş de zêde dike û rêjeya şekir gelekî dadixe.