Kurikekî nû dest bi dibistanê kiribû û serê diya wî pê re ketibû belayeke mezin. Serê sibehê diya wî deh caran gazî wî dikir, bi qurban û heyran ew ji xew radikir lê dîsa her roj dereng dima.
Diya kurik xwe avête bextê mamosteya xwe û jê re hal û meseleya xwe got. Mamoste got tu wê ji min re bihêle ez ê çareser bikim.
Mamoste dest bi dersa xwe kir û ji zarokan re got ez ê îro çîrokeke der barê feydeyên jixewrabûna zû de ji we re bêjim.
Mamoste dest bi çîroka xwe kir û got çivîkek biçûk hebû ew dereng ji xew radibû û birçî dima.
Rojekê ew çivîka biçûk beriya her kesî rabû û ji xwe re kurmikek dît. Beriya ku diya wê ji xew rabe çivîka biçûk kurmik xwar û zikê xwe têr kir.
Paşê jî mamoste berê xwe da kurikê biçûk û jê re got : “Te dît gava mirov zû ji xew radibe, mirov feydeyeke çawa dibîne.”
Kurik ji mamoste re got: “Na ez tevli te nabim, heke ew kurmik zû ji xew ranebûbana nedibû nêçîra wê çivîka birçî.” Mamoste nema zanibû çi bersiva wî bide û qet dengê xwe nekir.