Di serî de jin; gelê kurd rewşa Îmraliyê ji nêz ve dişopîne. Gumanên civakê yên der barê tenduristî, ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de her hebûn lê di vê dema kaotîk de ew guman hîn zêdetir bûne. Bi boneya rakirina tecrîda li Îmraliyê her roj çalakî û daxuyaniyên jin, ciwan û gelê kurd ên li dijî tecrîdê çi li welêt çi jî li derveyî welat neyên lidarxistin. Helwesta di nava raya giştî ya kurd de ya dijî tecrîdê pêş dikeve ‘rejîma Îmraliyê’ ya ku niyet dike domandina temenê xwe di şidandina tecrîde de qayîm bike, dixe nava tirs û xofê.
Her wiha parêzerên Ocalan ji hêla hiqûqî ve her roj serî li dozgeriya komara tirk didin da ku rêyeke hevdîtine ya Girava Îmaliyê bidin vekirin. Li gel hemû serlêdanên hiqûqî yên parêzeran jî, hevdîtin bi hincetan tên astengkirin. Serlêdana malbatan a ji bo hevdîtinê ya her hefteyê, bê bersiv tên hiştin…
Hiqûqa navneteweyî ya Ewropayê!
Hiqûqa ‘navneteweyî ya Ewropayê,’ mercên Îmraliyê yên tecrîda mutlaq bi 8’emîn rapora CPT’iyê ya hat destnîşankirin re, rexne kir û tecrîd li dijî hiqûqa navneteweyî hat dîtin. Lê wekî ku raya giştî jî vê rastiyê ji nêz ve dizane, ev rapor tenê di asta rexnekirine de ma, ji wê zêdetir tu gavên pratîk nehatin avêtin. Ya rastî mesele ji wê wêdetir e! Hêzên ku di şidandina tecrîda Îmraliyê de biryar dane; bi ragihandina rapora CPT’iyê ya ku temsîla hiqûqa Ewropayê ye xwestin ku têkoşîn û berxwedana dijî tecrîdê ya pêş dikeve bêdeng bikin. Loma li her qadê li dijî tecrîdê têkoşîn meşandin erkeke bingehîn a neteweya kurd e. Ji bo ku tecrîd bê parçekirin divê hemû rêyên têkoşînê mubah bin.
Bidawîanîna peymanên antîkurd
Dibe ku ev çalakiyên me li jor behsa wan kirin rutîn û ji rêzê bên dîtin, lê her ku helwesteke li dijî tecrîda Îmraliyê bi pêş dikeve eniya demokratîk a civakê fireh û geştir dibe. Tevahî cureyên çalakiyan ên li hember tecrîdê çendî xwedî hêza rêxistinkirî ya civakî bin, wê ew çend encam mezin be. Di esasê vê rastiyê de têkoşîneke piralî ji bo şikandina pergala tecrîdê; ji hêla hiqûqî, siyasî, civakî, dîplomasî û bîrdozî ve ku hev temam bike pêwîst e bê kirin. Ya tê xwestin, mezinkirina xeleka vê têkoşînê ye. Pêwîst e li dora berxwedana Îmraliyê, xeleka têkoşînê ya ji hemû reng û dengê civakî bê rêsandin heye. Dem êdî ne dema bilêvkirina kul û gazinan e, dem dema mezinkirina kar û xebatên têkoşîna azadiyê ye. Êdî kesek nikare vê heqîqetê ji nebîhîstî ve bê; gelê kurd, azadiya xwe di berxwedana Îmraliyê de dibîne. Peyva ‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya civaka gelê kurd e’ divê hema wisa wekî gotinek ji rêzê neyê dîtin.
Lêgerînên der heqê şikandina tecrîdê de yên di asta cîhanê de pêş dikevin, divê ev helwest yek ji xelaka têkoşîna Îmraliyê bê dîtin. Bêguman parçekirina tecrîda li Îmraliyê, rûxandina polîtîkayên qirker ên şerê psîkolojîk e. Bidawîkirina plan, leyîstokên hêzên serdest ên ku sed sal beriya niha bingeha înkara neteweya gelê kurd erê kirine. Bidawîanîna peymanên antî kurd e. Bi girankirina pergala tecrîda li Îmraliyê re, statûkoperestiya herêmî yeqîn dike ku heyîna xwe mayînde bike. Ji ber vê pergala taybet a li Îmraliyê heye, îro berbelavî hemû civakê bûye. Ji holê rakirina siyaseta şerê taybet, bi vîna civaka azad pêk tê.
Hêzên berpirsên tecrîda li Îmraliyê
Rejîma ku berpirsê tecrîda li Îmraliyê ye, bi metodên şerê taybet wer difikire ku çareseriya pirsgirêka kurd, bi şidandina tecrîdê re wê ji rojeva siyasî ya Tirkiye û cîhanê bê tecrîdkirin. Lê wê ev hesap bi sernekeve. Pergala netewe-dewleta tirk, ji hêla mêjî ve rizîbûnê dijî. Ji rêya hiqûqa ‘netewe dewletê’ derketiye. Ji rê û resma qanûn, hiqûq û polîtîkayê dûr ketiye. Wekî termê mirarbûyî lê hatiye. Ji vê rejîma desthilat gorankarî/veguhertin hêvîkirin şaşîtî ye. Bi rûxandina tecrîda li Îmraliyê re, eniya siyaseta demokratîk dê pêş bikeve.
Berpirsê sepanên li Îmraliyê diqewimin, ew hêzên alîgirên alozî û neçareseriyê ne. Ev hêz bi tu awayî naxwazin ku pirsgireka kurd bê çareserkirin. Ev polîtîka dibe sedem ku tecrîd bê şidandin, qirkirina çandî û fîzîkî li ser gelê kurd bê kirin. Ew hêzên di şidandina tecrîda li Îmraliyê de bi israr in, heman ew hêz in ku di şerê li Kurdistanê diqewimê de xwedî rol in.
Tecrîd ji planên qirkirinê ne qut e
Divê bê zanîn ku pergala tecrîdê, ji planên qirkirinê ne qut e; tecrîd bi planên qirkirina ser gelê kurd re paralel tê meşandin. Tecrîd, erêkirina planên qirkirinê ya gelê kurd e. Valaderxistina planên qirkirinê, parçekirina tecrîda Îmraliyê ye. Rakirina vê zilmê, parçekirina ‘konsepta çongdanînê’ ye. Ji bo ku ev plan vala bên derxistin, hewceyî bi famkirin û derxistina zanebûna ruhê berxwedana Îmraliyê heye. Heyanî ku ew ruh neyê famkirin û bi vî ruhê têkoşîn neyê gurkirin, dê dîwarên tecrîda Îmraliyê neyên hilweşandin! Ji bo ku berxwedana Îmraliyê baş bê famkirin, lêhûrbûyîn, hîskirin, nîqaşkirin û fikirandineke kûr pêwîst e. Kengî dîwarê tecrîda li Îmraliyê hatin hilweşandin, wê hingê xweşî û kêyfxweşî bikeve navbera civakan de. Aramî û serfiraziya gelan dê bi rakirina diwarên pergala zilmê ya Îmraliyê serwext bibe.
Wê di encama vê têkoşîna bêrawest a gelê kurd de, dîwarê tecrîdê yê Îmraliyê bi hêz û rikek mezin a azadiyê bê şikandin. Dem ew dem e ku êdî dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin…