Firar, feqî, feqîr, sofî, seyda, sinetçî, derwêş, gewende, melle, keçên revandî, mitirb û rêwî xwe li vê malê digirtin. Deriyê ji dara çinarê her li başûr dinêrî. Deriyê du taq, derfetek bû bo hatina kesên li ser rêyan û reva kurekî nûgihaştî ji vê malê.
Ew derî li ser taqê piştê bû. Yên li derve kerem dikirin. Çirûskeka eşîrî hebû li hundir. Tovrindê deşt û çiyan çong diquraftin û rûdiniştin. Birno, şeşxane, sîtan, çapelî, qurmelî û xencer rêz dibûn li ser dîwêr. Qewmê ji çiya û asmên xuliqî li raserî hebûnê diponijî. Yek radibû rextê firarekî dixist nava doşekan.
Dem e, diherike li nav valahiyekê. Êdî nûgihaştî yî. Dibêjî wa rastî li derve ye. Dep û hesinan didî nav lingan û diçî. Li pey te zarokatiyeka genimreng dikule.
Tu nabêjî her tişt bi hev re, di heman demê de helake dibin. Balixbûna te bûyîna berşîrekê ye û çilmisîna gulên sordizerde. Rûyê te dibizde di cam û neynikên bajarên dûr de. Yek destê te berdide û wenda dibe li nav bulwareka gewr. Paşî, zengilê kortalan diçûrise li ber serê berfê.
Radibî, vedigerî wî deriyê çûyînê. Li derazînkê zarokatiyeka genimreng pêşwaziya te dike. Ji nav porê wê pêçiyên pîrejinekê olan didin. Xewneka havînî heye di spiya çavê wê de.
Lê deng ji odeya mêvana nayê. Kesî xwe nespartiye wir. Çîroka xwe nabêje, peyvên xwe nagindirîne, gewdê xwe di nav valahiyê de naşidîne. Kes nemaye li ser rêyan. Tu dibêjî qey êdî kes naçe bi ti deverî ve.
Bêdengî dixişxişe di xurcezîna demê de.
Odeya mêvana xalî ye. Kes nayê, kesê bê nema. Kesên hatî çûn û venegeriyan. Ew ziman û zimanên wî zimanî dianîn zimên bar kirin. Ev zimanê reeltir ji hebûnê, ji xuyabûn û wendabûnê, ji reng û bîhna gerdûnê, ji av û axê, ji sebr û deyaxê, ji morîna gamêşê xirboz, ji heftrenga baxçê biharê, ji siya keser-daxê, ji zengilzava û nanikê legê.
Hêlîn xera bû. Çilmêreyên pişt û palpişta deriyê kelehê şikestin, gurzê nehparsû û rima dozdemovik li ber demê serî tewandin tevî kesên rêdemayî.
Li ber deriyê riziyayî rûniştî me.
Çaryek sedsal berê, pirtûka Abdulla Peşêw ê gewre çap bûbû bi navê ‘Veger.’ Roja min dît, li ser bergê di şiklê zerfê nameyê de rawestiyam û min got, ‘veger çi peyveka delal e.’
Va îro diçinge di kefa destê zarokekê nîv-sedsalî de.