Di dîroka cîhanê de gelek caran çalakiya grevên birçîbûnê wekî ‘bêîteatiya sivîl’ pêş ketine. Kesên ku neheqî qebûl nekirin ji bo mafê xwe biparêzin ketin greva birçîbûnê. Di dîrokê de gel her tim piştgirî da çalakgeran.
Di sala 1991’ê de di Danezana Malta de Greva Birçîbûnê ji bo kesên di çalakiyê de wekî ‘Kesên aqilê wan li serê wan, bi vîna xwe biryar dane û ji ber vê yekê di nava demeke diyar de xwarinê red dikin’ tê pênasekirin. Çalakiyek civakî-polîtîk e. Di çalakiyên greva birçîbûnê de xwarin tê boykotkirin. Çalakiya bêdem û bêdorveger û çalakiya bi dorveger heye.
Li Tirkiyeyê jî dema girtîgeh tê gotin, li aliyekî binpêkirina mafên mirovan, li aliyê din berxwedana girtiyan û çalakiyên greva birçibûnê tên aqilan. Girtiyên ku herî zêde li ber xwe didin û dikevin grevê girtiyên siyasî ne. Girtiyên siyasî ji bo zextên li dijî wan û li dijî nirxên wan bi dawî bibin, ji salên 1981’ê heta niha gelek caran ketine greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Niha jî li hemû girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên PKK û PAJK’ê 184 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal û 6 meh in li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ji ber tecrîda li Îmraliyê girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’î de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger a 5 rojan kirin. Girtiyan di 14’ê tîrmeha 2021’ê de çalakî derbasî pêvajoyek din kirin û niha ji her 15 rojan carekê dewrî komek din dikin.
Girtiyan tim serî hildan
Li Tirkiyeyê cara yekemîn di 27’ê gulana 1960’î de Nazim Hikmet bi 2 rojan dorveger beriya ku Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan bên darvekirin di 1972’an de dest bi çalakiya grevê kir. Herî zêde piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî grev li Zindana Amedê bi rojiya mirinê derket pêş. Girtiyên siyasî li dijî şertên xerab û îşkenceyê li Zindana Amedê di sala 1982’an de ketin grevê. Piştre ketin rojiya mirinê. Girtî Alî Erek di 20’ê Nîsana 1981’ê de bi zorê xwarin pê dan xwarin û jiyana xwe ji dest da. Di 14’ê Tîrmeha 1982’an Kemal Pîr, M.Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ketin rojiya mirinê. Çalakiya wan bû dîroka berxwedanê. Li heman girtîgehê di sala 1984’an de Orhan Keskîn û Cemal Arat ketin grevê û jiyana xwe ji dest dan. Di Hezîrana 1984’an de li girtîgeha Sagmalcilarê girtî Abdullah Meral, Fatih Oktulmuş, Haydar Başbag, Hasan Telcî ketin grevê û jiyana xwe ji dest dan. Di sibata 1988’an de li Zindana Amedê Mehmet Emin Yavuz ket grevê. Di sala 1989’an de girtî Husnu Eroglu û Mehmet Yalçinkaya li dijî sirgûnê ketin grevê û jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1995’an de li 20 girtîgehan zêdeyî 5 hezar girtî ketin grevê û 2 girtiyan xwe feda kirin. Di sala 1996’an de girtî li 6 zindanan ketin greva birçîbûnê û 12 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Di van hemû çalakiyan de her çend bedel hatibe dayîn jî girtîgehê gav paşve neavêtiye.
Li Tirkiyeyê çalakiya herî zêde belav bû, di navbera 2000-2007’an de pêş ketin û 68 girtî mirin. Girtiyên siyasî li dijî tîpa F ketin grevê û di mudaxaleya leşkerî de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên siyasî li dijî tercîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 12’ê Îlona 2012’an de dest pê kir û 68 rojan berdewam kir. Piştî çalakiyê daxwaza girtiyan pêk hat û bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Di 2016’an de 8 rojan û di 2018’an de jî bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 200 rojan berdewam kir. Di van çalakiyan de daxwazên çalakgeran pêk hat û hevdîtin hatin kirin. Di 2019’an de jî 30 girtî bi heman armancê ketin rojiya mirinê. Piştî çalakiyê hikumetê daxwazên girtiyan qebûl kir.
Di 2017’an de li Dersîmê Kemal Gun ji bo hestiyê kurê xwe bistîne ket grevê. Semih Ozakça û Nuriye Gulmen ên bi KHK’ê hatin îxrackirin ji bo mafê xwe bistînin ketin grevê. Di sala 2020’î de endamên Grup Yorumê Hêlin Bolek û Îbrahîm Gokçek ketin rojiya mirinê. Hêlîn Bolek piştî 288 rojan jiyana xwe ji dest da. Îbrahim Gokçek jî piştî 323 rojan jiyana xwe ji dest da. Mustafa Kocak û Prz. Ebru Timtik jî ji bo darizandina biedalet ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan. Di 20 salên dawî de girtî bêtir li dijî tecrîd û izolasyonê ketin grevê. Lê her çend hikumetê gav neavêt jî gelê cîhanê piştgirî da doz û têkoşîna wan. Li Tirkiyeyê di çalakiyên greva birçîbûnê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li cîhanê dîroka grevê
Di dîroka cîhanê de cara ewilî çalakiya greva birçibûnê di serdema Împaratoriya Romayê de pêk hat. Cara yekemîn Nerva li Roma li dijî kuştin û îşkenceyê ketiye grevê.
Dîsa li Hindistanê kesên mexdûr bûn serî li vê rêbazê dan. Di salên 1930’î de li Hîndîstanê Mahatma Ghandî yê di bin dagirkeriya Împaratoriya Îngîlîstanê de bû, dest bi çalakiya ‘Ahimsa’ ya li gorî felsefeya bêîteatê kir. Di dîroka tekoşîna polîtîk de herî zêde Îrlandayî derdikevin pêş. Di dîrokê de yekem car bi awayekî girseyî di sala 1880’yî de pêş ket. Çalakiya herî girseyî di sala 2013’an de li Eyaleta Californîa ya DYA’yê li girtîgehan bi tevlêbûna 30 hezar girtiyan pêk hat. Grevaherî demdirêj li Hindistanê pêş ket. Lê li gorî hin îdîayan jî tê gotin ku cara yekemîn Berîza Zayînê di navbera salên 400 û 750’î de di efsaneyên Hîntan de derbas dibe.