Serokê BTS’ê û Berdevkê KESK’ê yê Şaxa Amedê Suleyman Bozkurt 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê nirxand. Bozkurt destnîşan kir ku dem dema qîrîna aştiyê ye
Di 1‘ê îlona sala 1939’an de Artêşa Adolf Hîtler a Almanya Polonyayê dagir kir û Şerê Cîhanê yê duyemîn dest pê kir. Di vî şerî de bi milyonan mirov hatin kuştin. Yekitiya Sovyetan û Pakta Varşovayê ev roja 1’ê îlonê ku bu sedema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û mirina milyonan mirovî wekî roja bîranînê ku careke din şerekî wiha pêş nekeve ragihand. Di sala 1981’an de jî Neteweyên Yekbûyî 1’ê Îlonê wekî roja aştiyê ya cîhanê qebûl kir. Lê di civîna lijneya xwe ya di sala 2001’an de 21’ê Îlonê Roja Aştiyê Qebûl kir û ragigand. Lê armanc û sedeman her duyan jî ew e ku agirbestiyek di navbara netewan de pêk bê û aştiyek mayînde pêş bikeve. Gelê kurd jî bi salane di nav şerekî de ne û li ser kurdan qirkirin û komkujî pêk tên. Gelê kurd jî wekî her neteweyî dixwaze azad, wekhev û aştiyane bijî. Serokê BTS’ê û Berdevkê KESK’ê yê Şaxa Amedê Suleyman Bozkurt 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê û şerê li ser kurdan tê maşandin ji bernameya Podcasta Xwebûnê re nirxand. Bozkurt destnîşan kir ku dem dema qîrîna aştiyê ye divê kurd dengê xwe bigihînin cihanê. Bozkurt, diyar kir ku divê gelê kurd bang li rêxistin, sazî û partiyên kurdan jî bikin ku ji bo aştiyê yekitiyekê ava bikin.
* Di sala 1981’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî de 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat qebûlkirin. Li gel vê yekê jî bi dehan salan e bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî jî li Rojhilata Navîn veguheriye qada şer û gola xwînê. Tu 1’ê Îlonê şerê heyî çawa dinirxîn e?
Ev 200 sal in li ser serê kurdan şer heye û têne qetilkirin. Heta vê rojê kurd nehatine qebûlkirin, mafên wan hatiye binpêkirin, ziman, çand û huner û dîroka wan nehatiye qebûlkirin. Belê doza aştiyê ji bo çi girîng e? Ji bo ev 200 sal in qetlîam çê bûne, pevçûn çê bûne, kuştin çê bûne em dixwazin gelê me bêyî pevçûn û kuştinê mafên xwe bi dest bixin. Ji bo vê jî em dixwazin di 1’ê Îlonê de dengê gelê xwe bilind bikin û dengê me li dinyayê belav bibe.
* Bandora Neteweyên Yekbûyî li ser wan dewletên ku şer derdixin tune ye gelo? Çima NY bi rista xwe ve ranabe û dawî li vî şerî nîye?
Kêmasiyeke wilo heye ku Neteweyên Yekbûyî menfet û berjewendiyên xwe di ser her tiştî de dibînin. Berjewendiyên xwe beriya mafên mirovan dibînin, pêşiya berjewendiyên gelên bindes dibînin û ji bo wê jî bi awayekî samîmî bang li dewletên dagirker nakin. Lewre bi van dewletan re berjewendiyên wan ên aborî hene, berjewendiyên wan ên îktîsadî hene û fînansmanên wan e. Ji ber vê yekê jî naxwazin li hemberî wan deng derbixin. Neteweyên Yekbûyî dikarîbû bangî Iraqê, Sûriyeyê û Tirkiyeyê bikira, bigotana van qetlîaman nekin. Lê ji ber berjewendî, têkiliyên xwe yên bi van dewletanan re heye dengê xwe dernaxe û naxwaze kiryarên wan zêde bibîn e.
* Neteweyên Yekbûyî li ser bingeha gelan û berjewendiyên civak û mirovan biparêze hatiye avakirin lê çima berjewendiyên xwe esas digire, sedama vê çi ye?
Îro em li Tirkiyeyê dinêrin, şer zêde bûye. Neteweyên Yekbûyî ji bo Tirkiyeyê tişta ku dixwaze dibîne û tişta ku naxwaze nabîn e. Li ser pirsgirêka kurd çavê xwe ji Tirkiyeyê re girtiye. Ewqas belge, wêne, rapor û hwd. jê re tê ragihandin lê ji ber têkiliya wan bi van dewletan re heye naxwaze xwedî li pirsgirêka kurd der bikeve. Lewre jî berjewendiyên xwe esas digire û çavên xwe jê re digire. Sedema bingehîn mirov dikare bêje berjwemendiyên xwe di ser yên civak û mirovan re dibin e. Ya din jî Neteweyên Yekbûyî jî li yekbûyîna civakê dinêre. Di nava kurdan de ji ber yekitiyeke tune ye û muhatab tune ye ew jî li gorî berjewendiyên xwe nêzîkatiyeke nerast nîşan dide.
* Di roja 1’ê Îlonê de bi taybetî gelê kurd û gelên bindest divê çi bikin, çi helwestê nîşan bidin?
Niha pêwistiya gelê kurd bi aştiyê heye. Lewre kurd têne kuştin, bi qetlîaman re rû bi rû dimînin û li dijî vê jî dadikevin qadan û dengê xwe bilin dikin.
Êdî beşe. Em di van şer û qetlîaman de zarokên xwe winda dikin. Ji bo em zarokên xwe yên ku me ew bi delalî mezin kirine nespêrin axê pêwîsî heye ku em dakevin qadan, dengê xwe bilind bikin û biqîrîn ku pirsgirêka kurd bi aştî çareser bibe.
* Her ku gelê kurd aştiyê dixwaze dewlet guhê xwe ji vê daxwaza aştiyê re digire û bi şer bersivê dide. Dewlet çima bi şer nêzî daxwza kurdan a aştiyê dibe?
Pirsgirêka dewleta tirk ne pirsgirêka îro ye. Armanca wan ne çareserkirina pirsgirêka kurd e. Armanca wan tunekirin e. Lê binêrin, navê çiyan, navê bajaran, navên mirovovan guherîn. Ev tê çi wateyê? Ev pergal li ser tunebûna kurdan hatiye avakirin. Ji ber wê jî em çiqasa destê xwe dirêjî vê dewleta bikin ew bi mirovî, bi biratî, bi misilmantî li me nanêrin. Entelektuelên wan, rewşenbîrên wan, misilmanên wan, hecî û sofiyên wan, ewê ku dibêjin em nêzîkî xuda ne, bawermend û oldarên wan jî xwe nêzîkî me nakin. Nabêjin, emê bimimir, em çûne mala xudê, em rojiya xwe digirin û nimêja xwe dikin, vêya nafikirin û dibêjin bila tune bibin. Dewlet jî li gorî wê vê civakê mîlîtarîze dike.
* Sedema yên ku aştiyê naxwazin çi ye?
Em dikarin bêjin ku bi kuştin, nefîkirin, sirgunkirinê miletek xilas nabe. Me li ser rûyê dinyayê mînakên vê gelek dît. Me li Kamboçyayê, li Ruandayê dît, li Bona Hersekê dît bi milyonan însan hatin kuştin. Me li Kurdistanê dît bi heman rengî mirov hatin kuştin. Bi kuştinê naqede. Ji bo çi naxwazin aştî çê bibe? Dewleta tirk û miletê wê mîlîtarîze bûye. Ji ber wê jî naxwazin pirsgirêka kurd bi aştî çareser bibe. Ya din ji ber ku menfeta wan di şer de heye. Hem dewlet, hem jî kesên dewletê bi rêve dibe berjewendiyên wan di şer de heye. Dewlet, butçeya herî mezin ji şer re vediqetîne. Di heman demê de lobiyên şer naxwazin aştiyek çê bibe lewre jiyana wan bi şer ve girêdayî ye. Ev li gorî berjewendiyên siyasetmedarane jî. Siyasetmedar, li ser vê bingehê siyasetê dikin û bi dehan salan li ser dewletê dimînin û bi rêve dibin.
* Heke aştiyek hebe dê kî qezenc bike û kî winda bike?
Heke aştiyek hebe dê gelê kurd û gelê tirk tev bi ser bikevin, qezenc bikin. Lê lobiyên şer, lobiyên çekan dê winda bikin. Em vê jî bibêjin li vir tenê ne kurdên li Tirkiyeyê, gerek bi kurdên li Başûr, Rojava û Rojhilat jî bi dilnermî û biratî nêz bibin. Ev pirsgirêka kurt netenê pirsgirêka li Tirkiyeyê ye. Lewra di sala 2017’an de di referanduma başûrê Kurdistanê de me dît ku dewleta tirk û Îranê ew referandûma têk birin. Ev ne rast e. Li her derê neyartiya kurdan dikin. Lê belê em bi hezaran salên din jî zarokên xwe bidin axê, em bêne kuştin jî pêwistiya me bi aştiyeke wekhev heye.
*Lazime gelê kurd 1’ê îlonê çawa pêşwazî bike û bi çi helewtê li qadan bin?
Dem dema qêrîna aştiyê ye. Divê gelê kurd vê rojê li cîhanê deng vede. Di heman demê de bangî her çar parçayê Kurdistanê, rêxistin, sazî û partiyên siyasî jî bike ku yekitiyek bê avakirin. Ji bo pêşengên kurdan vê pirsgirêka çareser bikin. Dema em nebin yek aştî jî çê nabe. Wekî mamoste Cigerxwîn dibêje ‘Em nebin yek emê herin yek bi yek’, em vê yekê jî roj bi roj li ber çavên xwe dibînin. Ji ber vê yekê jî gelê kurd divê xwesteka xwe ya aştiyê bînin ziman, xwesteka xwe ya yekitiyê bînin ziman.