Jixwe Kurdistan, piştî 17’ê Gulana 1639’an a bûyera Qesra Şîrînê, herî dawî di 24’ê Tîrmeha 1923’an de li Lozana Swîsreyê, di encama siyaseta navdewletî de li ser çar parçeyan hate parvekirin û sînorê dewletên serwer-mêtinger hatin destnîşankirin.
Sînorê herî kevn jî yê Îran û Osmaniyê ye ku di peymana Qesra Şîrînê de hatiye parvekirin. Êdî her dewletê li gorî berjewendiyên xwe çi pêdivî dîtin, ew amûr û şêwaz dan xebitandin. Hinekan mayin danîn, hinekan rê û xendek û sîmên elektrîkan danîn. Jixwe her çar dewletan jî bi piranî qereqol û vê dawiyê jî li himber Tevgêra Azadiyê qeleqol ava kirin.
Lê heta niha li sînorê Başûr û Rojhilat dîwar û xendek tune bûn. Belê niha em dibînin êdî li van sînoran jî dest bi lêkirina dîwaran û kolana xendekan hatiye kirin.
Bi giranî li ser sînorê Bakur û Rojava, ji van sînorên din zêdetir, mayin, rêyên maşîne, elektrîk û piştî Şoreşa Rojava jî hinek dîwar hatin lêkirin .
Lê belê yên herî balkêş, yek: Kolana xendekên navbêna Başûr û Rojava bûn ku di bin guvaş û fermana dewleta Tirkiyeyê de ji aliyê ‘kurdan’ ango PDK’ê ve ev karê rûreş hate kirin.
Dudu: Lêkirina dîwar û kolana xendekên navbêna sînorên Bakur û Rojhilat ji aliyê dewleta tirk ve ye. Ya balkêştir û sosrettir jî wekî sedemên danîna van dîwar û kolana van xendekên dawî, çûnhatina koçberan û terorê nîşan didin.
Nexêr, sedema bingehîn û sereke, xurtkirina dewama parçebûna kurd û Kurdistanê ye. Bi taybetî jî li dijî pêşkeftin û destkeftiyên giştî yên vê serdema dawî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ji bo têkiliyên gelê Kurdistanê ji hev qutkirî bihêlin.
Jixwe taybetmendiyeke din ya van dîwar û xendekên navbêna Bakur û Rojhilatê jî heye ku çima niha û çima li wê herêmê xistin rojevê?
Erê gotin, ji bo pêşiyê li koçberên ji Pakistanê û ji hinek dewletên din werin bêne girtin, lê bi taybetî astenga li pêşiya koçberên Afganistanê nîşan dan! Nexêr, ev gotin hemû ne rast in, ya rast, wekî li jor hat gotin; armanc, pêşîgirtina têkiliyên navbêna gelê Kurdistanê ye. Rastiya wan a din e, ew ne pêşiyê li koçberan digirin, berovajî, ew pêşiyê vedikin da ku koçber zêde bibin û li ser koçberan jî bazirganiyê bikin.
Li vira mijara balkêş ev e ku di roja 30’yê tîrmehê de û li wê herêmê çima ev mijar xistin rojevê?L
Ji ber ku ew roj; salvegera 78’an a komkujiya 33 welatparêzên kurd bû. Ew komkujî, di 30’yê tîrmeha 1943’an de li Ozalpê, bi fermana General Mustafa Muglali pêk hatibû. Ji vê komkujiyê welatparêzek bi birîndarî difilite û derbasî Rojhilatê dibe û hinek agahdariyê, qasî ku tê bîra wî qasî ku dîtiye dide. Jixwe heta ev agahdarî nehatibûn, kesî nizanibû çi hatiye serê wan kesan jî. Ev agahdarî jî dîsa kêm in. Ji ber ku bi tenê komkujî û avêtîna laşên wan a Çemê Sefo hatiye bîra wî. Lê heta niha jî laşên wan nehatiye dîtin. Dîwar û xendekan, bi zanebûn ji vî cihî didin despêkirin.
Jixwe ev sîyaset ya hemû dewletên mêtinkar e ku ne tenê dijminatiyê bi zindiyan re dikin, belê bi miriyan re jî dikin. Ma ka cenazeyên Seyid Riza û Şêx Seîd û hevalên wan, ka cenazeyên Enfalê û hwd.? Her wiha ma her roj êrîşî şehîdgehan nakin? Cenazeyan bi kargoyê naşînin malbatan?
Helbet armanceke pêkanîna van bûyerên wisa heye ku di roj û cihên girîng û nasyar de biryarên wan tê girtin. Ji bo ku tirsê biafirîne û bera nava gel bide. Lewma van roj û waran hildibijêrin. Ma dagirkirina Efrînê çima di rojên Newrozê de bû, her wiha dagirkirina Serêkaniyê û Grêspî û Peymana Şingalê çima di roja 9 ê Cotmehê de bûn? Ma êrîşa mezin a li ser Qadên Parastina Medyayê, çima di roja salvegera jenosîda ermenan de bû?
Lê çi dibe bila bibe, êdî gelê Kurdistanê fêrî van lîstik û taktîkan bûye. Erê helbet êş û keser û xem gelek in, lê edî ev şêwazên dijî mirovahiyê nema dikarin bi ser kevin. Gelê Kurdistanê, êdî ew atmosfera tirsê şikandiye, berovajî êdî hêzên mêtinger ketine nava wê tirsê û ew tirs dê serê wan bixwe! Serkeftin dibe yê gelê mezlûm û xweragir ê Kurdistanê!