Coronavîrus malbateke mezin a vîrusan e. Di laşê sewalên wekî şevşevok, beraz, pişîk, kûçik, çivîk, mar û hwd. de dibin sedema nexweşiyê. Gava di genetîka wan de hinek guherîn (mutasyon) çêbûn ji sewalan derbasî merivan dibin. Piştî hinek guherînên din ji merivan jî derbasî merivên din dibin û bi vî awayî di demeke kin de di nav civakê de belav dibin.
Berî niha di sala 2003’an de coronavîrusa bi navê SARS-CoV li Çînê derkete holê û bi sedan kesan ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest da. Rêjeya mirinê ji sedî 10 bû. Li gorî lêkolînan hate tespîkirin ku ev vîrus ji cureyeke pişîkan derbasî merivan bûye. Di sala 2012’an de vê carê li Erebistana Siûdî bi navê MERS-CoV Coronavîruseke nû ji hêştiran derbasî merivan bû û dîsa gelek kes pê mirin. Di vê vîrusê de rêjeya mirinê ji sedî 35 bû. Lê ji ber ku zêde belav nebû pir kes pê nemirin.
Di kanûna 2019’an de li Çînê li bajarê Wuhanê di gelek nexweşan de zatûre hate dîtin lê sedema nexweşiyê nedihate zanîn. Piştî lêkolanînan di van kesan de Coronavîruseke nû hate tespîtkirin û ev vîrus wekî 2019-nCoV hate binavkirin. Di serî de zanyar û pisporan digot ku ev vîrus ji maran derbasî merivan bûye lê a niha zêdetir li ser îhtîmala şevşevokan disekinin û hîn jî mijar nehatiye zelalkirin. Heta niha ev vîrus li gelek welatan di hezaran kesan de hatiye dîtin û bi sedan kesan ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest daye. Kesên ku ev vîrus girtine ji wan ji sedî 3-5 kes mirine. Coronovîrusa bi navê 2019-nCoV li gorî yên din zûtir belav dibe û her diçe kesên ku vîrus girtine zêdetir dibin. Beramberî vê hejmara miriyan jî roj bi roj zêdetir dibe.
Vexuyaniyên Coronavîrusê
Di nexweşan de vexuyaniyên cuda tên dîtin. Gelek caran av ji pozê nexweş tê, qirik û serî diêşin, nexweş dikuxe û laş disincire. Di hinek kesan de bêtaqetî, emel û xesara gurçikan jî derdikeve holê. Carinan nexweş rihet bêhna xwe nade û nastîne. Kesên ku pergala wan a xweparastinê lawaz, kesên ku nexweşiyên domdar (kronîk) ên wekî dil, pişik, kezeb û gurçikê bi wan re hene û her wiha kesên temendirêj û zarok nexweşiyê giran derbas dikin. Di van kesan de ev vîrus carinan dibe sedema zatûre û bronşîtê. Kesên ku heta niha jiyana xwe ji dest daye exlebe ev kes in. Ev vîrus bi tenê di pergala hilmijê de bi cih nabe carinan rêviyan, kezebê, mêjî û birikan jî digire.
Çawa derbasî merivan dibe?
Piştî ku nexweş kuxiya û bêhnijî ev vîrus derdikeve derve û wekî dilopan di hewayê de asê dimîne. Bi bêhngirtinê derbasî merivên din dibe. Her wiha bi merhebatiyê jî dibe ku ev vîrus bê girtin. Kesên ku temasî sewalên nexweş dikin jî dibe vîrusê bigirin. Vîrus ji dev û pozê merivan re dikeve bedenê, derbasî qirik û pişikan dibe û dûre li hemû laş belav dibe.
Tedawiya Coronavîrusê
Nexweşî gelek caran wekî zekemê dest pê dike û xwe bi xwe derbas dibe. Heke agirê laş zêde be divê bê daxistin. Nexweşên ku agirê wan daneket û nexweşiyê li wan giran kir divê ji Coronavîrusê bikevin şikê û herin nexweşxanê. Kesên ku ji cihê nexweşî lê zêde hatibin an jî kesên ku bi nexweşan re temas kiribin divê hişyar bin. Hîn tedawiyeke xweser tune. Li ser tedawiyê xebat didomin. Wekî nexweşiyên vîral ên din, di vê nexweşiyê de jî antîbiyotîk bi kêr nayên divê neyên bikaranîn. Nexweş divê xwe bêav nehêle û wekî her car xwarina xwe bixwe.
Xweparastina ji Coronavîrusê
Divê merivên saxlem destên xwe yên neşûştî bi çavên xwe, bi pozên xwe û bi devê xwe nexin. Beriya xwarinê gere dest bi sabûnê bên şûştin û ji kesên nexweş dûr bê sekinîn.
Hingî ji destê nexweş bê divê dernekeve derve li mala xwe rûnê û gava kuxiya yan jî bêhnijî bi destmalekê devê xwe bigire û nehêle vîrus li derdorê belav bibe. Heke di wê kêliyê de destmal tune be nexweş gava kuxiya dikare milê xwe bide ber devê xwe. Her wiha bikaranîna maskeyê jî wê pêşiya berbelavbûna vîrusê bigire. Cihên ku destên nexweş lê ketibin divê werin paqijkirin. Xebatên li ser parzayê didomin.