Ji hêla dewletê ve tespît tên kirin ku bobelat xwezayî ne. Heke tespîta xwezayîbûna bobelatan bê kirin, gelo pewîst nake ku tespîta peywir û bergiriyên ji bo van bobelatan jî bê kirina
Li bakurê Kurdistanê ji ber mehên zivistanê rojên gelek zor û zehmet derbas dibin. Li gelek deveran berf dibare û şertên jiyanê zehmet dike. Di rojên dawîn de ji ber ku berf zêde dibare, rêyên gelek gundên bakurê Kurdistanê hatine girtin û têkiliya bi kesên ku li gundan dijîn re qut bûye.
Di van rojên zor û zemet ên bi sir û seqem de piştî bobeleta erdhejê ya li Xarpêtê, li navçeya Miksê ya Wanê jî bobelata aşûtê pêk hat. Aşût, li heman cihî 2 caran pêk hat. Aşût, destpêkê di 4’ê Sibatê de bi ser dolmîş û wesayîteke kar de ket. Gelek kes di bin aşûtê de man. Di xebatên lêgerînê de 5 kes mirî û 7 kes jî sax ji bin aşûtê hatin derxistin.
Bi dehan kes mirin
Roja din ango di 5’ê Sibatê de dema ku hê xebatên rizgarkirinê didomiyan, cara duyemîn aşût ket. Ji ber ku bi awayekî bêkontrol xebatên rizgarkirinê dihatin kirin, gelek kesên ku tevlî xebatên rizgarkirinê bûbûn, di bin aşûtê de man. Dema ku rojnameya me çû çapê, cendirme, cerdevan û kedkarên agirkujê jî di nav de bi gîştî 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyên wan ji bin aşûtê hatin derxistin.
Weke erdheja Xarpêtê, li vir jî bobelat nebû sedema mirina mirovan, bergiriyên ku di dema xwe de nehatibûn girtin, bû sedema mirina bi dehan mirovan. Bi salan e Desthilata AKP’ê bi rê û gêdûkên (tunel) ku çêdike propagandaya xwe dike. Lê li gel ku navçeya Miksê gelek bilind e û mehên zivistanê çûn û hatina wê zehmet e jî, ji bo pêşîgirtina xesarên bobelatên mîna aşûtê tu bergirî nehatine girtin.
Çay belav kir!
Raste rêya ku diçe navçeyê, li gorî salên berê hatiye nûkirin. Lê li gel ku her zivistan li herêmên ku rê di wan re derbas dibe aşût pêk tê jî ji bo pêşîgirtina encamên giran ên aşûtê, teddbîrên pêwîst nehatine girtin. Rê li gorî vê yekê nehatiye sererastkirin. Ev yek jî weke erdheja Xarpêtê, bû sedema êşên gelek giran!
Di saetên ku xebatên lêgerîna kesên di bin aşûtê de mabûn, dihatin kirin de, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, li bajarê Kirikkaleyê yê Tirkiyeyê mitîng li dar dixist. Di mitingê de weke ku li welat li laşê mirovan nayê gerîn, Erdogan propagandaya partiya xwe dikir û çay li beşdarên mitînga xwe belav dikir.
Balkeş bû, televîzyonên Tirkiyê yên ku qaşo qenalên nûçeyan în jî weşanên xwe yên zîndî yên li cihê aşûtê qut kirin û berê xwe dan mitînga Erdogan. Li gorî xwediyên van qenalan axaftina Erdogan ji gerîna laşê mirovan girîngtir e. Lewre, axaftina Erdogan heta dawiyê dan.
Televîzyonên ku li ser çûyîna Şaredare Stenbolê Ekrem Îmamoglû ya kaşûnê ya dema erdheja Xarpetê, bi rojan nîqaş kirin û dersa sincê dan, ji bo Erdogan sinc ji bîr kirin.
Peywir û bergirî jî hene
Her çiqas dewlet bi bêdengiya xwe û televizyon jî bi weşanên xwe bixwazin ku bobelatan weke bûyereke xwezayî nîşan bidin jî, êdî tu tişt ji gel nayê veşartin. Kesên ku ji ber negirtina bergiriyan birîndar bun û xizmên xwe di van bobelatan de winda kirin, baş dizanin ku, bobelat çi ne. Heke tespîta xwezayîbûna bobelatan bê kirin, gelo pewîst nake ku tespîta peywir û bergiriyên ji bo van bobelatan jî bê kirin?
KCD’ê şîn îlan kir
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir çûn cihê bobelatê û xebatên lêgerînê di cih de şopandin. Dîsa CHP’ê jî heyetek şand Miksê û têkildarî îxmalan lêkolîn da dest pê kirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bi daxuyaniyekê ji malbatên kesên ku di bobelatê de jiyana xwe ji dest dabûn re serxaxî xwest û li bakurê Kurdistanê ji bo 2 rojan şîn îlan kir.