Di demên dawî de êrîşên DAIŞ’ê li Afrîkayê zêde bûne. Di êrîşa dawî ya li rojavayê Afrîkayê bi dehan kes hatin kuştin. Piştî bûyerê rêxistina Boko Heram a girêdayî DAIŞ’ê berpirsiyariya xwe ya ji vê bûyerê aşkera kir.
Vê êrîşa dawî gelek pirs der barê çalakbûna çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê Afrîkayê bi xwe re anî û behsa baregehên wan ên li Lîbyayê tê kirin. Li gorî çavdêrên siyasî rêxistina Ixwanan a li gelek deverên Lîbyayê di bin kontrola wê de ne, rê dabû rêxistina DAIŞ’ê ku bi rêxistin bibin, bibin xwedî çekên pêşketî, li Lîbyayê perwerde bibin û wê bikin bingehek ava bikin ji bo êrîşên xwe yên li welatê derdorê ên wekî Çad, Nîjer û Nîjeryayê.
Li gorî Enstutiya Lêkolînên Ewlekariyê ya Afrîkayê li Çadê çeteyên DAIŞ’ê xwe li nêzî deryayê birêxistin dikin û di demên dawî de bi sedan çete ji Lîbyayê hatine û tev li DAIŞ’ê bûne.
Li gorî wê raporê niha rêxistina çeteyên DAIŞ’ê xwe amade dike ku êrîşên li seranserê peravên Afrîkayê bike û alîkariya herî mezin ji Lîbyayê bidest dixin.
Endamên rêxistina Boko Heramê yên ku di salên 2016-2018’an de ji nava wê rêxistinê reviyabûn û çûbûn Lîbya û Sûdanê û li wir rêxistineke girêdayî DAIŞ’ê ava kirine.
Li gorî heman raporê rêxistina Ixwan El Muslimîn a Lîbyayê ku bi piştgiriya hikûmeta tirk, hikûmeteke Ixwanan li wir ava kiribûn, çekên pêşketî yên ji Tirkiyeyê bidest xistibûn pêşkêşî van çeteyan dikin û berê wan didin peravên Afrîkayê.
Hêjayî gotinê ye ku gelek caran şer û pevçûn di navbera herdu rêxistinên terorê DAIŞ û Boko Heramê de qewimîne lê ev endamên Boko Heramê yên li Lîbyayê hatine birêxistinkirin di bin banê rêxistina DAIŞ’ê de tevdigerin û alîkariyê ji Ixwanên Lîbyayê digirin.